Derhêner Haşim Aydemîr dibistanên seretayî, navîn û lîse li Edeneyê xwend, li Zanîngeha Stenbolê beşdar rojnamevaniyê qedand. Li gel beşa rojnamevaniyê di dema xwendina zanîngehê de ber bi sînemayê ve gav avêt.
Haşim Aydemîr rêzefîlmê ‘Ax û Jiyan’ ku rêzefîlmê destpêkê yê li Kurdistanê bû û ji 50 beşan pêk hat, di sala 2010’an de kişand. Rêzefîlmê ‘Ref’ ê li kolanên Amedê jî bû duyemîn projeya wî ya mezin. Di sala 2013’an de dokûmantera ‘Dema evîn dikeve dil’ kişand.
Fîlmê 14’ê Tîrmehê yê li ser rastiya Zindana Amedê di sala 2016’an de kişand. Pirtûka ‘Dema dirîreşkan’ di sala 2017’an de kir fîlm. Her wiha fîlmê ‘Li Sûrê dewran’ di sala 2019’an de kişand.
Di sala 2022’an de dest bi rêzefîlmê ‘Evîna Kurd’ kir ku qala berxwedan û avakirina şoreşê dike. Herî dawî dest bi kişandina rêzefîlmê ‘Heval Kekê Min’ kir.
Derhêner Haşim Aydemîr ji ANF’ê re axivî.
Haşim Aydemîr anî ziman ku li Kurdistanê çêkirina fîlm tê wateya vegotina rastiya gel, vegotina zor û zehmetiyan û got, “Tu qala rastiyan dike. Ev yek jî li gel astengiyan her wiha dibe karek ku tu bi gel re dike. Me ev yek di fîlmê 14’ê Tîrmehê, Dema Dirîreşkan, li Sûrê dewran, Ax û Jiyan, Ref, Evîna Kurd û Heval Kekê Min de dît. Em bi piştgiriya gel vî karî dikin. Ji lîstikvaniyê heta bi tîma teknîkê mirov dixwazin bixebitin û bibin parçeyek ji fîlm. Ev yek hesteke mezin dide mirovan. Kurd cara yekê ye ku qala rastiya xwe dikin.
Me berê kamerayên xwe dan xwe. Ne pêwîste ku hinekî din berê kamerayên xwe bidin me, em ê bi xwe qala xwe bikin. Kelecaneke mezin dide mirovan. Dayikek 80 salî radibe, serê sibehê bi pîxwasî tê wê di fîlm de bilîze. Kelecaneke bi vî rengî heye. Zarokek biçûk wê di fîlm de bilîze, kelecana vê heye. “
Haşim Aydemîr bal kişand ser dîroka 40 salî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û got, “Li ser bûyerên ku di nava vê dîrokê de qewimîn bi hezaran fîlm dikarin bêne amadekirin. Tişta ku em bala xwe didin ser rastiya civakê ye. Bi taybetî hesreta xwe ya ji bo azadiyê ye. Lêgerînek ji bo jiyaneke nû heye.”
Aydemîr destnîşan kir ku huner jî qadeke berxwedanê ye, lewma em di her fîlmî de xizmetê ji berxwedanê, xizmetê ji hunera gel re dikin.
Haşim Aydemîr anî ziman ku Komuna Fîlm a Rojava 8 sal in ava bûye, li qada hunerê şareza dibe û got, “Dokûmanter, fîlmên kurt, nîşandana fîlman, senaryo amade kirin. Herî dawî me rêzefîlmek amade kir. Niha çend projeyên sînemayê hene. Tişta herî mezin a ku qada azadiyê afirand, kûrbûna li ser fîlm e. Me timî dest bi hilberandina fîlman kir. Mînak, berê sê, çar salan carekê fîlmek dihate çêkirin, lê niha biryar hatiye dayin ku îsal sê fîlm bêne çêkirin. Ev yek hesteke bêhempa ye. Tişta ku em dixwazin, armanca me ew e ku her hefteyê fîlmekî amade bikin. Yanî divê em karibin 50 fîlman amade bikin. Çima? Ji ber ku gelek mirov hene ku em xwe digihînin wan, gelek çîrokên wan hene, hestên wan hene. Bûyerên qewimîn, êş, kêfxweşî, hesret, armancên me wê bibin naveroka fîlman. Bêguman pirsgirêk hene. Sînema ji ber ku qadeke nû ye, nû hîn dibe. Hewl tê dayin ku zimanekî nû bê afirandin. Em hewl didin ku li ser yên berê cîhaneke nû ava bikin, nirxên xwe biparêzin û bi nêrîneke nû sînemayê biafirînin.”
Derhêner Haşim Aydemîr herî dawî got, “Eger gel di sînemayê de rastiya xwe dibîne, lê temaşe dike, dibêje ev ya min e, parçeyek ji min e, hingî em sînemavanên Kurd di rêya rast de ne. Eger berhemên me rastiya gel nîşan didin, bi rastiya vî gelî dadikeve, hingî me ev kar bi ser xistiye.”