Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Dewleta Tirk hewl dide çanda Kurdî tune bike’
Rojava

‘Dewleta Tirk hewl dide çanda Kurdî tune bike’

Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelan parçe bike û li hev bide şerkirin û got ku divê gel di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de xweparastinê pêş bixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Tehlo li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurd û çanda Kurdî zêde bûne, ji ANF’ê re axivî. Tehlo destnîşan kir ku armanca van êrîşan ew e ku civak û çanda Kurdî bi temamî tune bike.

 

‘DEWLETA TIRK BI TUNEKIRINA CIVAKAN DAWIYA XWE TÎNE’

Tehlo got: “Ev demek e dewleta Tirk bi binpêkirina hemû exlaqê mirovahiyê êrîşî gelê Kurd û çandê Kurdî dike. Bi vî rengî dixwaze çanda gelê Turk ji holê rake. Hewl dide rê li ber Kurdan bigire ku xwe bi ziman, govend û dengbêjên xwe îfade nekin. Ev di eslê xwe de rastiya dewleta Tirk e. Ji xeynî Tirkbûnê kesî qebûl nake. Tu civak û gel qebûl nake. Dîroka dewleta Tirk li ser tunekirina gelan hatiye avakirin. Pergalekî ku tu civakê qebûl nake heye, li ser civakên heyî hovîtiya xwe ava dike. Bi redkirina nasnameya gelan, hewl dide nasnameyên li gorî sîstema xwe ava bike. Ev yek jî ne ji bo pêşxistina civakbûn û azadiyê, bi tenê ji bo avakirina nasnameyeke ku hegemonyaya xwe li ser çêbike dike. Bi kurtasî, bi bênasnamekirina civakan dixwaze li ser wan tehakûma xwe çêbike. Wisa ku ne tenê di hegemonyaya dewletê de, di civaka Tirk de jî feraseteke wiha pêş dixe. Hêdî hêdî bi perwerdekirina civaka xwe jî hewl dide di mejî û zîhniyeta wan de jî bide qebûlkirin ku ji xeynî wan tu kes tune ye. Li Tirkiyeyê gelek gel hene. Ev gel hemû xwedî dîrok, çand, kevneşopî û îrade ne. Ev rastî hêviya tunekirina gelan a dewleta Tirk tar û mar dike. Dewleta Tirk jî vê pir baş dizane. Tunekirina gelekî xwedî dîrokekî resen ne pêkan e. Dewleta Tirk her ku hewl dide hebûna xwe li ser tunekirina civakan biafirîne, di eslê xwe de dawiya xwe tîne.”

‘DEWLETA TIRK BI AWAYEKÎ HOVANE ÊRÎŞÎ ÇANDA KURDÎ DIKE’

Xelîl Tehlo diyar kir ku kapîtalîzm îro hewl dide civakeke li gorî pêdiviyên xwe biafirîne û got ku dewleta Tirk ji bo ku di nava vê pergala nû de cih bigire, di dîrokê de bi gelek hêzên qirêj, bixwîn û hov re hevkariyê kiriye. Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk piştgirî û îmkanên mezin dide van hêzan û anî ziman ku di rewşa heyî de dewleta Tirk hêdî bi hêdî ber bi dawiyê ve diçe.

Xelîl Tehlo bi lêv kir ku gelên cîhanê êdî li dijî van sepandin û zîhniyeta Tirk helwestê digirin û got: “Di rewşa heyî de êdî tu civak û gel nikare ev nêzîkatî û sepandinên dewleta Tirk qebûl bike. Tehlo îşaret pê kir ku dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hewl dide gelê Kurd tune bike û heta bi vê armancê penaberên ji derve jî bi kar tîne.

Tehlo got: “Dewleta Tirk Tirkye veguherandiye leşkergehê û civak û gelên heyî înkar dike. Lê li dijî wî hêdî hêdî çirûskên berxwedanê çêdibin. Gelê Kurd bi awayekî zelal helwesta xwe ya li dijî pergala dewleta Tirk raber dike û li dijî hemû êrîş, zext û polîtîkayên înkarê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrîşke ev qas zêde û kûr dike.”

Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk li dijî çanda Kurdî di nava tirsekî mezin de ye û ji ber vê sedemê êrîşên hovane dike û destnîşan kir ku dewleta Tirk nahêle ku mirov di malên xwe de jî bi ziman û çanda xwe bijîn û got: “Tehemul nake ku çend kes li hev bicivin û bi çanda axwe pîrozbahiyê bikin jî. Ev yek qedexe dike û weke sûc bi nav dike.”

‘HÊZÊN HEGEMON DIXWAZIN GELAN BÊÎRADE BIKIN’

Tehlo da zanîn ku hêzên hegemon dixwazin çand û zimana gelan bi xwe biafirînin û got: “Pergala xwe jî dispêrin li ser vê. Bi vî rengî hewl didin serdestiyê li ser civakan çêbikin, bêîrade bikin û bixin bin hegemonyaya xwe. Tehlo got ku dewlet hewl didin hêza civakan a di dîrokê de tune bikin û ji bo vê her curê rêbazan bi kar tînin; komên çeteyan ên weke DAÎŞ’ê jî ji bo vê armancê derxistine û li ser gelan bi bikaranîna rêbazên hov hewl didin desthilatdariya xwe biparêzin.

Xelîl Tehlo got ku dewletên îroyîn jî hewl didin xwe li ser yek netew, yek al û yek ziman ava bikin. Tehlo anî ziman ku mantiqa dewletê îrade û çanda gelan qebûl nake û dixwaze îradeya civakan di destê xwe de bigire.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE GELAN LI HEV BIDE ŞERKIRIN’

Tehlo îşaret pê kir ku dewleta Tirk hewl dide gelan parçe bike û li hev bide şerkirin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Berê zêdetir qirkirineke fizîkî hebû. Dewleta Tirk ji bo tunekirina gelê Kurd hemû rêbazên leşkerî û komkujiyê dixist dewrê. Lê îro vê hinek din kûrtir dike. Li gel polîtîkaya xwe ya komkujiyê, polîtîkya xwe ya tunekirin çand dimeşîne. Di eslê xwe de, Rêber Apo diyar dike ku tevahiya Rojhilata Navîn ji krîzeke wiha derbas dibe. Tişta ku hemû hêzên hegemon îro dixwazin bikin ew e ku civakan ji hev cihê bikin û qut bikin. Ligel asîmîlasyona çandî ya li ser civak û gelan, di heman de dixwazin bi parçekirina civakan pergala xwe li ser wan rehetir bide pejirandin. Ev carna bi destê dewleteke weke dewleta Tirk, carna jî li ser avabûnên weke DAÎŞ’ê dike. Bi vî rengî hewl dide di bin pergalekî hegemon de hemû civakan tune bike û civak û pergalekî li gorî xwe ava bike.”

‘DIVÊ GEL XWEPARASTINA XWE PÊŞ BIXIN’

Di vê rewşê de ger gel û civak nebin yek û li dijî vê xweparastina xwe pêş nexin, wê tune bibin. Ji ber ku ev pergal gelan parçe kiriye. Îro em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de ji nû ve di nava avakirinê de ne. Ev pergaşa demokratîk di nava xwe de hemû civak û gelan dihewîne. Li vir hem gel xweparastina xwe ava dikin û hem jî bi çanda xwe dijîn. Ger civak xweparastina xwe pêş nexin, wê parastina wan ji aliyê hêzên hegemon û desthilatdar ve neyê kirin. Divê gel di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de bibin yek û hebûna xwe biparêzin. Di xwezayê de jî her zindî xweparastina xwe pêş xistiye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala neteweya demokratîk dibe bersiva hemû hêviyên gelan. Ji ber vê yekê ji bo ev pergal nebe hêvî û pergala hevpar a gelan ger curê êrîşan dixe dewrê. Tişta ku îro li Efrînê dike li ber çavan e. Dewleta Tirk gelan li hev dide sorkirin û hewl dide bibe şerkirin. Çeteyên ku li gelek cihên Sûriyeyê bi cih kiriye, li dijî Kurdan bi kar tîne. Gelan bi berdana hev, hewl dide pergala ku dixwaze ava bike. Di vê rewşê de divê em gel êdî rastiya van pergalan baş bizanibin û nas bikin. Tenê bi vî rengî dikarin bibin îrade. Yekîtiya gelan mirina dewleta Tirk e. Ger em vê rastiyê fêm nekin, nikarin bibin îrade. Di vê wateyê de projeya neteweya demokratîk a ku di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve, dikare bibe hêviya hemû gelan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran bombe li gundên Cat û Ewn Dadat barand
Nûçeya Pişt re ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî li Wanê li ser ‘pêvajoyê’ bi baro û hiqûqnasan re civiya

DEM Partî di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” de li Wanê bi serokên baroyan, rêxistinên hiqûqê…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê YNK’ê: Hilbijartin wê di dema xwe de werin kirin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê weke ku hatiye diyarkirin wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji bo qeyda nasnameyê 9 navend hatin diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Çelebiyê bertek nîşanî tayinkirina şaredar ji aliyê Şamê ve da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Xweser li dijî êrîşa li ser şêniyên Çelebiyê daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê xizmên dîlgirtiyan çalakî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?