Duşem, 16 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şahiya Newrozê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Dewleta Tirk li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin
Rojava

Dewleta Tirk li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî li dar ketin.

 

QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, meşeke girseyî lidar xist û daxuyanî da.

Meşê ji Çerxerêya Sunî ya navenda bajêr bi beşdariya sedan kesan dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûbar li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li wir li ser navê girseyê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û cîgirê hevserokên Kongreya Îslama Demokratîk Mazin Harûnî axivîn.

Axêveran got dewleta Tirk hewl dide bi şantajkirina av, petrol û çavkaniyên din ên xwezayî zextê li ser Iraqê bimeşîne û bike hevkara êrişên xwe û diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk li dijî hemû netewe, bawerî û çandan e, lewma divê hemû pêkhate li dijî dagirkerî û êrişan têkoşînê mezin bikin.

Çalakî bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bimire xiyanet” bi dawî bû.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajêr li Qada Azadiyê kom bûn û dest bi meşê kir. Meş li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya. Li wir hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî.

Hesen got: “Dewleta Tirk hebûna nasmeya gelê Kurdistanê qebûl nake, lewma êriş dike lê belê Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo azadiya gelan û bidestxistina ewlehiyê, canê xwe feda dikin.”

Hesen destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê her tim piştevanê HPG`ê be û piştgiriya berxwedana wê ya li hember artêşa Tirk a dagirker bike.

Her wiha Hesen hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk re di êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxayê jî şênî daketin qadan û heta Qada Şehîd Mahsûm meşiyan.

Li qadê heserokê Şaredariya Gel a navçeyê Feysel Hesen axivî û got: “Em berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî xiyanet û dagirkeriyê silav dikin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê hewl dide Osmaniya Nû li ser hesabê gelê Kurd û gelên azadîxwaz vejîne. Ji ber wê divê hikumeta federal a Iraqê bi planên Tirkiyeyê nexape ji ber ku Tirkiye dê Iraqê veguherîne qada şerekî demdirêj.”

Feysel bang li glee Kurd kir ku li hember xiyaneta PDK`ê hevgirtina nîştimanî xurt bike û soz da ku têkoşînê û berxwedanê li rex gerîla mezin bikin ta ku tevahî herêmên dagirkirî ji destê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê rizgar ibkin.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê daketin qadan û piştgiriya berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê kir.

Şênî ji Qada Jina Azad ta sûka navendî meşîn û li wir bi navê Însiyatîfa Gel a navçeya Dirbêsiyê Mihemed Gotî axivî û got: “Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî HPG`ê de, xiyaneteke mezin e.”

Gotî destnîşan kir ku siyasetên qirker ên dewleta Tirk ku li dijî gelê Kurd bi rêya van êrişan tê meşandin, dê bi bin bikevin.

TIL BIRAK

Li Til Birakê jî hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Weid Ilêwî axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember wan êrişan şermezar kir.

Her wiha Weid bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin ji ber sûcên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

EYN ÎSA

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî li ber Mizgefta Mezin kom bûn û dest bi çalakiya xwe kir. Girse heta Çerxerêya Şehîd Cûdî meşiya.

Li çerxerêyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Heza Mihemed axivî û êrişên dijminane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û destnîşan kir ku li hember wê dê asta berxwedanê û têkoşînê mezin bikin.

Mihemed bang li gelên azad kir ku bibin yek, piştgiriya gerîla û QSD`ê bikin.

Her wiha Heza Mihemed teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li hemberî planên mêtingeriyê kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Derbarê Abdullah Ocalan de pirtûkeke nû: Ocalan, Rêwîtiya têkoşînê
Nûçeya Pişt re YRA’yê Roja Rojnamevanên Kurd silav kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Stockholmê di meha Kanûnê de tenê nîv saet rûyê rojê dît

Li paytexta Swêd Stockholmê ji serê meha Kanûnê û vir ve nîv saetê kêmtir tav…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Buroya Enformasyonê ya KCK'ê ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîma ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Sudanî bi nûnerên Ereb û Tirkmen ên li Kerkûkê re civiya

Şeva borî Serokwezîrê Iraqê Sudanî li gel pêkhateyên Ereb û Tirkmenên Kerkûkê kom bû. Sudanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişlo, Hesekê ve Çilaxa agirê Newrozê bi dirûşmeya yekîtiya neteweyî hat pêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Bi lez alîkariyê bidin koçberên li kampên Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wargeha Newrozê di bin avê de ma: 100 kon zerar dîtin 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Pêvajoyeke siyasî ya demokratîk divê were destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?