Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ji bo berfirehkirina dagirkerî û îlhaqê, li herêmê rêyên nû çêdike. Di çêkirina rêya navborî de, PDK parêzvantiyê dike.
Li gorî agahî û dîmenên Rojnews’ê, li gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiye ya Duhokê hem ji bo berfirehkirina dagirkeriyê hem jî takwiyekirina li herêmê, rêyên nû tên çêkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hêzên PDK’ê û MÎT a Tirk wesayîtên ku ji bo çêkirina rê tên bikaranîn, diparêzin.