Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi salan e rastî êrîşên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û dorpêçên rejîma Baasê hat, tevî hemû zehmetiyan jî perwerdehî dewam kir. Xwendekar û mamoste ji bo perwerdeya zimanê dayikê di nava şer de jî zindî bihêlin malên xwe veguherandin polên dibistanê. Dersên ku ewil bi çend xwendekaran dest pê kirin, îro bûye cihê bi sedan xwendekar.
Hevseroka Desteya Perwerde û Hindekarî ya Helebê Zehîde Reşîd, der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û da xuyakirin, ku tevî êrîşên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û zextên rejîma Baasê, li herêmê perwerde dewam dike.
Zehîde Reşîd, da zanîn ku bi taybetî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka şer û vir ve zirarek mezin dîtine û got, “Ji ber êrîşan bi sedan xwendekar ji dibistanê dûr ketin û gelek saziyên perwerdehiyê rasterast bûn hedef. Tevî van hemû neyînîyan jî mamoste û xwendekaran li malên xwe, li cihên biçûk ên ku veguherandin dibistanan, di bin siya şer û dengê topan de xebatên xwe yên perwerdeyê domandin.”
Zehîde Reşîd got, “Tevî ku komên çete li ser me bombebaran dikirin, mamoste û xwendekarên me dest ji perwerdeyê bernedan. Me parastina zimanê xwe kir û di bin her şert û mercî de perwerdehiya me dewam kir. Piştî gelê Efrînê ber bi Herêma Şehba û Helebê ve koçber bû, dibastana Şehîd Qereman a seretayî di taxê de hate vekirin, di wê demê hejmara xwendekaran tenê 8 bûn. Her wiha piştî wê çend dibistanên din hatin vekirin. Di sala 2023’yan de paymengeha Şehîd Zozan hate vekirin. Di van dibistan û paymengê de rê û rêbazê perwerdê bi sîstema nirxandinê tê meşandin.”
Zehîde Reşîd, da zanîn ku bi pêla koçberiyê ya duyemîn re hejmara xwendekaran gihêşt hezar û 500 xwendekarî û got ku hejmara mamosteyan jî bû 338. Zehîde Reşîd wiha domand, “Di dema şer de dibistanan zirareke mezin dît, lê mamosteyan bi dildarî xebatên xwe yên perwerdeyê domandin. Tevî şert û mercên zehmet jî me ji nû ve dibistan ava kirin. Tevî her tiştî em perwerdeyê didomînin û zimanê xwe diparêz in.”