Li gorî agahiyên hatine wergirtin danê sibehê gundewarên rojhilatê Kantonê Basîra, Kişkiye û Ebû Hemam bûn hedefa êrîşa.
Hat ragihandin ku di encama bombebarana li dijî gundê Kişkiyê, ji heman malbatê 2 kes birîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneya Ebû Hemam têne dermankirin. Hat zanîn ku birîndar Emar Salîh û hevsera wî El Emşe ye.
Di 7-9 ‘ê Tebaxê de di encama êrîşên hawan û obusan ên Dîfa El-Wetenî û komên din ên çekdar li ser gundên li rojhilatê Dêrazorê de 13 kes şehîd bûn ku zarok û jin jî di nav de hene û 12 kes jî birîndar bûn.
Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku di pevçûnan de 25 endamên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê û bi taybet Difa El-Wetenî hatine kuştin.