În, 3 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Alî Haydar Kaytan wê 5’ê Tîrmehê li Kolnê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dilsoziya bi yên ku wê timî şewq bidin… Hayatî Denîz Kaytan
Rojane

Dilsoziya bi yên ku wê timî şewq bidin… Hayatî Denîz Kaytan

"Ji dilê xwe yê ku min bêriya wî kiriye demekê bide min. Ey dilê min ji hişmendî, ruh û qudreta xwe hêza tewandina demê bide min. Ku karibim li te vegerim."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya şehadeta yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) birayê wî Hayatî Denîz Kaytan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ragirtî ye nameyek nivîsî. Çend ji beşên nameya Hayatî Denîz Kaytan bi vî rengî ne:

“Dixwazim bi heman fesîhiyê bimirim
Li çolê weke kulîlkekê aram
Ne find, lê bila stêrk bi ser min de bibiriqin
Rûyê erdê xwe dirêj bike li binê min, bi bêdengî
Ez dînekî ronahî û azadiyê me
Bila xwe veşêrin xayin li binê kevirekî sar
Jiyana min bi durustî bû
Berê min wê li roj a hilatî be

Jose Marti

Dem ber bi bîst û çar saliya girtina min ve diherike. Li derve û hundir li gel dorpêçiya kujerê kastîk li girtîgehê li her devera ku ronahî digihêjê em hewl didin bibin tovê hêviyê yê jiyanê. Hukmê tarîtiyê bêguman wê bişikê. Zincîr wê bişikên, kelepçe û ev derî wê vebin, em ê jî vegerin warê xwe Kurdistanê ku cihê xewn û xeyalên me ye, hesreta me ye.

Bi dehan salan ji bo jiyaneke azad û wekhev em têkoşiyan. Li vê cîhanê mafê hiqûqa pozîtîf û xwezayî ya gelan hemûyan çi be, me jî xwest bi wî rengî bijîn. Rastiya me hate berevajîkirin, li hemberî heqîqeta me şerekî îmha û înkarê yê nehatiye dîtin hate meşandin.

Pirtûkên pîroz qala Babîl a ji 72 neteweyan dike. Dema ku ew kûleya îkonîk hate lêkirin em li wir bûn. Di binê her kevirê ku lê hate danîn xwêdan û keda pêşiyên me hebû. Kîtabeya kevir a ku digot, “Kevirên wî hîmî ji warê Kurtî hatin. Ey yên temaşe dikin! Aramiya ku dikeve dilê we, zanibin ku ji çiyayên ji bayê bakur e!” weke mohra deriyê dîroka me bûn. Metafora li ser hebûna me ew xerca avakirina wê kûleyê bû. Piştre jî dîroka me ya nixumandî destpê kir. Her kujerekî kastîk ê piştre hat, weke ku bibêje “bila ev jî ji min be” axa mirî avêt ser xaka sûnî ya pêçandî. Lê belê ti ji wan negihîşt kiryarên du sed salên dawî. Zimanê me ontolojiya me bû, destpêkê ew tine hesibandin.

Bê zimanî… “Em qala wan balafiran dikin ku leza wan ji dîwarê deng derbas dibe. Lê belê di trajediyê de ya heyî dîwarê bêdengiyê ye.” Bêdengiya qebûlkirî, bêdengiya hînkirî. Her rewşa civakî ya ontolojiya bêdengiyê… û di rojeke Newrozê ya sala 1973’an de, li binê siya darên bi bêhneke xweş; çîroka me ya hebûnê bi hevokeke efsûnî destpê kir. Hevalên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji wan pêşengan bûn ku ji destpêkê ve bi vê çîrokê zanî bûn…

Par di encamnameya Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hate ragihandin ku hevalê Alî Haydar Kaytan (Fûat) 3’ê Tîrmeha 2018’an, hevalê me Riza Altûn jî 25’ê Îlona 2019’an şehîd bûn. Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a dîrokî hevrê Fûat weke sembola “Dilsoziya bi Rêbertî, Jiyana Pîroz û Heqîqetê”, “hevrê Riza jî weke sembola “Hevrêtiya Azadiyê” qebûl kiribû. Kongreya 12’emîn diyarî wan hatibû kirin. Her wiha işaret bi cihê hevrê Fûat û Riza yê li nava têkoşîna komunalîteya demokratîk û hebûna neteweyî hatibû kirin û hatibû ragihandin ku wê bibin çavkaniya sûdwergirtinê ya paradîgmaya dema nû. Dema ku agahiyên li ser şehadeta wan par hate eşkerekirin, hin bîranînên di ruhê min de bi salan kombûyî hebûn. Diviyabû min ew parve kiribûya, wefaya gelekî kûr bi civakîbûna me ya komunalîteya demokratîk re bikira yek. Wêneyên hevalên Fûat û Riza yên li rojnameyan, li çapemeniyê hatin weşandin, wêneyên li dîwarê cihê Kongreya 12’emîn a PKK’ê hatibûn daliqandin qala gelek tiştan dikirin. Jiyaneke têr û tijî ya ji 50 salan. Di nava wê dema jiyanê de gelek bîranîn û pîrozmendî… Hêmanên gava destpêkê bûn. Gotina destpêkê gotibûn ku “Qalikê cîhanê derizandibûn”. Ji baweriya “Şînbûna kulîlkê li ser teht û keviran” bûn. Ez li wan aşiqê destpêkê yê heqîqetê fikirîm ku di rêya xewn û rastiyê de meşiyan. Di tûrikê wan de çend gotinên sade, fikir û hezkirineke pak hebû. Hevalê Fûat beriya bi salan mînakek ji Încîlê dabû, ‘Destpêkê gotin hebû’. Gotin çi bû, hêza xwe ji ku werdigirt? Sekna demên ku gotin neketibûn bin piyan sekneke çawa bû? Piştre jî çîroka ‘Cotkar û Tov’ vegotibû. Ji bo yên hêza xwe ya fêhmkirinê heye, vegotina modern a rastiya Rêbertî bû.

Ez ê jî bi baweriya ji hêza efsûnî ya gotinê hewl bidim van hevokan binivîsînim. Ez ê hevalê Fûad bi bîr bînim, li ocaxa heqîqetê rûnêm, di hurmetê de ez ê qisûrê nekim û bi dil û can lê guhdarî bikim.

Ya rast di jiyana min de têkiliyeke biratiyê ya ku tê bîranîn nebû. Di bîranîna zarokatiya min de weke ‘yê herî mezin ê heft xwişk û birayan’ ew ê ‘cihêbûyî’ bû. Bêguman ji aliyê fîzîkî ve. Naxwe min ti carî ji cihêbûnê bawer nekir. Yên ku xwedî heman xewn, hezkirin û dilî ne, timî hevpar in, i hev re ne û ji bo wan cudabûn nîne.

Beriya bi salan li Ewropayê li panoyeke reklamê min wêneyekî gelekî balkêş û bi bandor ê fîlmekî sînemayê dîtibû. Wêneyekî nediyar ê leşkerekî li nava enqazê şer bû. Min nivîsa li binê wêne bi hevalê li gel xwe dabû tercûmekirin. Digot, “Ji bo wî êdî ti hinceteke jiyanê nîne! Lê belê ji bo şerkirinê hincetên xwe gelek e.” Lê ez vê dibêjim: “Ji bo min êdî hem ji bo jiyanê hem jî ji bo têkoşînê hincetên min gelek in.

Derwêşê dilê me hevalê Fûat dema ku ji yekî re dinivîsand nêzîkatiyeke yek şexsî nîşan nedida. Ji zarokatiya xwe ve hînî komînalbûyîna ruhê xwe bûbû. Ji canekî xwe re wiha nivîsî bû: “Bila ronahiya çavên te qet venemire, tu di nava dojehê de jî be, bila tarîtî bi ronahiya çavên te ronî bibe. Bila kêfxweşiya te ya jiyanê kêm neke, lê zêde bike. Vê yekê jî weke wasiyeta min fêhm bike.” Bi vê yekê re ji yên li pey xwe mane re rêya jiyanê diyar dikir. Ji bo me jî şertên hevalbûnê destnîşan dikir.

Bi rewşa mirovî ya ji hest û wateyê dixwazimyekser xîtabî hevalê Fûat bikim. Tu rastiya bilêvkirina wate, ruh û kêfxweşiya herikînê bû. Tu ji bo me sûlavek bû.

Tê bîra te; li akademiyê em bi hev re li hizûra Rêbertî bûn. Rêbertî ji te re gotibû, “Te her tim hewl da ku biçe Dersimê, te xwest biçe Dersimê û li wir bimire. Lê min nehişt tu biçe Dersimê, min kir ku tu bijî.” Tu bêdeng bûbû.

Rêwîtiya we ya jiyanê ya bi Rêbertî re gelekî dişibiya hev! Tu bi êşa Terteleyê û zêmarên bêdawî yên dayika min ji dayik bûbû. Ji gundê me rabû û li Hakisê li gel dayikeke Ermen te dest bi dibistanê kiribû. Piştî çîrokên dilşewat ên dayika min, wê dayika Ermen jî ji te re qala çîrokên Giron kiribû. Zanim ku di ruhê te de gelek pirs kom bûbûn. Piştî Hakisê ji bo xwendinê te berê xwe dabû Erzîromê. Li pêşberî her tiştên ku tu di zarokatiyê de hîn bû, li pêşberî jiyanê pirsên te jî hebûn. Tu yê li bersiva pirsên xwe bigeriya û hesab ji jiyanê bixwesta. Tu Elewiyek jî bûya li Erzîromê te berê xwe da ol, dest bi nimêjê kir. Te lêgerînên xwe bi gotinan vegot, kir çîrok û xelat wergirt.

Tu ronahiya çavê jinên gundê me bû. Dema tu dihat, pirs li ser te dibarandin. Dema ku te çavên xwe ji çavên jinan dibir, hêrs dibûn. Bajar û cîhana wê xwezayîbûna te birîn kiribû.

Tu jî weke Rêbertî çûbû Hiqûq a Stenbolê. Piştî ku dît bersivê nade lêgerînên te, te xwest ku derbasî Siyasî ya Enqereyê bibe. Li Enqereyê li heman rêzan rûnişt. Tu li stêrkekê digeriya ku dawî li tarîtiya li nava te bîne. Te ew stêrk li Enqereyê dît. Rojekê di meşeke dirêj de te jî stêrka xwe dît. Tarîtî belav dibû. Tu zarokê warekî pîroz bû. Dema ku te ew ronahî dît, zanîbû ku divê êdî winda neke. Yekser tu li dorê bi cih bû û bû gerstêrka herî nêz. Lewma jiyan di şexsê te bi wate bû. Qibleya te êdî “Mirovê bi hest û wateyê bû.”

Te ji me re digot, “Em hawariyên hemdem in”. Îsa carekê ji wan re gotibû, “Her tiştî li pey xwe bihêlin! Malên xwe, torên xwe yên masîgiriyê, zeviyên xwe û zarokên xwe… Zêr, zîv an jî sifir nexin ber xwe. Ji bo rêwîtiyê ne kîsekî ne jî kopalekî bi xwe re bînin. Ji ber ku karker xwarina xwe heq dike…” Wê wextê hûn bi qasî hejmara tiliyên destekî bûn. We rahiştibûn barê herî giran ê cîhanê. Li ser sifreya we tenê du hebên zeytûnê, parçeyek nanê hişk hebû. “Pariyek, hirkayek” ji bo we felsefeya jiyanê bû.

Di zarokatiya xwe de gava tu ji bo dayika min bû cihêbûna destpêkê, her sibehê ez bi zêmaran hişyar dibûm. Dayika min timî bêriya te dikir. Çûyîna te ew li zarokatiya wê vegerandibû. Li kêliya ku Tertele qewimî. Hewl dida bîne bîra xwe ku di rêwîtiya sirgûnê de çend rojan meşiya bûn. Piştî ku mala wan hate şewitandin reviya bû û bi rojan xwe li şikeftekê girtibûn. Dema ku jê re hatibû gotin, “Êdî wê kes neyê kuştin, yên sax mane wê ji sirgûnê re bêne şandin” bawer kiribû. Ji bo dayika min sirgûn dihate wateya ‘hilbijartina mirinê ji mirinan’. Zilamê ku wê bibe sirgûnê pariyekî nan dirêjî dayika min dike, ranahêje wî nanî. Xwe li pişt jinekê vedişêre. Li wê derê rengê yên xwedî mirinê nas dike. Jiyanê nû hîn dibe. Di 7-8 salî de. Ji bo zarokan sirgûn ji mirinê jî wêdetir e. Ti kêliya jiyana xwe ji bîr nake.

Dayika min gelekî bêriya te dikir. Tu ji bo wê hêvî bû, paşeroj û gerdûna jinûve geşbûna jiyanê bû. Her sibehê dema ku roj hilat, dema ku dua dikir ronahiya ku kom dikir bi hezkirina xwe dişuşt û bi te dida vexwarin. Giraniya dîrokê hemû danîbû ser milên te. Tu stêrak sibehê ya dayika min bû. Ji ber vê yekê di her biryara te ya ji bo jiyana xwe de her tim bi te re bû.

Te zanîbû ku di rêya ku dîrokê daniye pêşiya te de tu yê pê re bimeşe. Tu zarokê mintika-î memnûn bû. Te gundê xwe, serê çiyayên bilind û rewşa efsûnî ya wan çiyayan hîs kir. Dema ku di dil û fikrê xwe de te têgeha jiyanê zevt kir, li wê yekê pirsî ku warê mirov lê ji dayik bûye ku parçeyek ji bihuştê ye, çawa veguheriye qadeke weke dojehê. Rêwiyê rêwîtiyeke bêyî pirsa ‘Divê çawa bijî?’ çi wateya xwe hebû… Te ji warê xwe hez kir, bû hezkiriyê warê xwe. Pîrozmendiyên me dilekî ji eşqê dabûn te. Piştî tarîtiyê, şewatê, êşa terteleyê, li gundê şewitandî yê tu weke hêviyekê hilat. Tu ronahiya hêviyê bû.

Bavê min ji destpêkê heta dawiyê êşeke sirgûnê ya terteleyê bû. Ji ber ku ruhê me paqij dikir û dida xwezayê, piştî her palehiyê spasiya xwezayê dikir. Li ser rêya ziyaretê ya Gola Buyere, li jorê Keşîşê kalkê min hatibû qetilkirin. Bavê min bi hêrsa qirkirinê dagirtî bû. Dixwest hesab ji qirkirinê bipirse, lê belê nikarîbû rêyekê peyda bike.

Qirkirinê heqîqet di gorê de veşartibû. Di zimanê klana me de rabûna li ber xwedayên tarîtiyê ferz bû. Ji mirovan bêhtir ruhê xaka me xwîn bûbû. Xakê li hemû zêmarên me guhdarî dikir. Ji ber vê yekê di dema me de êşa herî giran xakê kişandibû. Ma em dikarin wê nalîna Mûnzûrê ji bîr bikin? Wan xwişkên xwe yên ji xwe ji teht û zinaran diavêtin.

Bi qewma Ermen re ku kirîvê me bûn li heman xakê me heman mirin û dîrok parve dikir. Dema ku xwedayan qewmê Giron dixwestin, digotin ‘Em kirîvên xwe nadin mirinê’ û ew parastin. Tovên bihuşta me di ruhê de bûn. Dîrok morîkek di dema jidayikbûna te de veşartî bû. Tu dil û ruhê dîrokeke winda bû. Dilê te çemê ku tê de biherike dîtibû. Heqîqet zimanê eşqa azadiyê û xwişk û biratiya gerdûnî bû. Xweda bi sed hezaran salan di nav Dorr’ekî de bû û jiyana xwe nepen bû. Di vê dewrî-alem de diviyabû me sira dîroka xwe zanîbûya. Heqîqeta ku te da pey wê, te dibir destpêkê. Tu yê ji war û dema xwe qut bibûya û bi pey kokên xwe biketibûya. Dema ku me heqîqeta ‘Di destpêka dîrokê ve veşartî’ fêhm bikira, wê yekîtiya hebûna me jî bibûya rastî. Dema ku te fêhm kir ku Xweda di nava mirov de ye, morî jî di dilê te de ye, te sir fêhm kir.

Herî dawî heman piştî Sibateke tarî ku weke kabûsekê bi ser me hemûyan hatibû, bêyî xatirxwestinê em ji hev qut bûbûn. Tu bêdeng bû, bêdengiya te cuda bû. Tu Mewlana bû ku Şems a xwe ji dest dabû û vê carê ez bi tirsên mezin ber bi cihekî dûr ve diçûm. Di wî ruhê tarîtiyê de tirsa “Gelo ez ê karibim careke din vegerim, eger vegeriyam wê kî nemîne” wê bibûya kabûsa min. Welê jî bû, nekarîm vegerim. Ez ê vegerim, lê belê nikaribim gelek hezkiriyên xwe bibînim.

Weke gelek hezkiriyên min tu jî gelek caran bû mêvanê xewnên min. Hemû warên xewnên min dişibin Adenê. Bedewiya bêhampa ya xwezayê ku weke bihuştekê diyarî me hatiye kiriye.

Ji dilê xwe yê ku min bêriya wî kiriye demekê bide min. Ey dilê min ji hişmendî, ruh û qudreta xwe hêza tewandina demê bide min. Ku karibim li te vegerim. Ku karibim te jinûve bibînim û bijîm. Min demeke bi vî rengî derbas nekir. Dixwazim bibêjim: Ey derwêşê dilê min, ez li dergaha te, li ber ocaxa hevaltiyê me! Demekê bide min ku karibim te hembêz bikim. Ji ruhê xwe yê azad, ji xewnên xwe, ji gotinên xwe yên efsûnî, ji sira sirên xwe demekê bide min.”

Em bi te re li qada Rêbertî bûn. Rêbertî ji te re gotibû, “Tu komunîstek e.” Bi rûyekî li ken tu dihat. Bi kelecan bû. Min got, ‘Çi bû’. Te gotibû, “Rêbertî ji min re got, tu komunîst e.” Wê kêliyê te bixwasta tu dikarîbû bi per û bask bibûya. Niha bûya wê bigota, “Tu komunalîstekî rasteqîn e.”

Dema ku di nava kokên xwe de em li xwe digeriyan, em çûn destpêka dîroka xwe. Niha jî ba dibêje dema azadiyê ye. Dayikên ku gotin dîtin û ew ji dayik kirin, di dilê xwe de afirandin, niha bi destê zarokê ku jê re jiyan tê gotin digirin û bi rê dikevin. Jiyan hîn jî her tiştî di nava hev de dinûne û di dema xwe de diherikîne.

Bi Rêbertî re em li xwezayê vedigerin. Xwezaya ku bi wî da hilberandin, xwedîkirin û parastin. Û bi xiyaneta ku em jê qut bûn. Xwezaya ku dema em jê qut bûn em ji xwe, ji hebûna xwe, ji mirovbûna xwe qut bûn.

Rêbertî ji te re digot, ‘Hevalê min ê destpêkê’. Pişter gotibû, ‘Ew ji bo me Petrûs e’. Tu bûbû tehtê me yê destpêkê. Petrûs jî yek ji hevalên destpêkê yê Îsa bû. Îsa ji bo wî gotibû, ‘Ez ê mala xwe li ser te ava bikim’. Petrûs bedenbûna hêvî û heqîqetê bû. Tu jî ji bo Rêbertî bi wî rengî bû.

Li her qada jiyan lê diherike, weke şexs berpirsyariyên me yên dîrokî ti carî naqedin. Nîşaneya herî şênber a vê rastiyê Rêber Apo ye ku digot, ‘Mirina min ji saxbûna min dikare bêhtir kar bike’. Di rûpela nû ya dîroka me de hem li qada xwecihî-herêmî hem jî li qada gerdûnî, di serî de tu wê hemû şehîdên me bibin ronahî ku rêya me ronî dikin.

Hemû bi hev re, bi rengê yekîtiyeke gerdûnî…

Bi dilsoziya yên ku timî şewq didin…

Denîz / 31.05.2026 / Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Jinan a DBP’ê: Çalakiyên me wê heta azadiya Abdullah Ocalan dewam bike

Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî got, "Çalakiyên me wê heta azadiya fîzîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ekolojîstên li herêma şewatê: Sedema şewatê DEDAŞ e

Ekolojîstên ku serdana herêma şewatê ya di navbera Çinar û Şemrexê de kirin, bal kişandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk li Batufayê rêya gundan girt

Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de rêyên sereke yên gelek gundên li sînorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Alî Haydar Kaytan wê 5’ê Tîrmehê li Kolnê bê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?