Endama Koordînasyona Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya, li ser pêkhatina kongreya 4’mîn a KJAR’ê, pergala êşkencê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên dewleta Îranê yên tundiyê ku her diçe berfirehtir dibe nirxandin kir û got ku ew li dijî pergala sêdarê û êşkenceyê pêngava parastina jiyana azad dane destpêkirin.
‘ÊRÎŞÊN DIJWAR PÊK TÊN’
Denîz Derya, pêkhatina Kongreya 4’emîn a KJAR’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, jinên têkoşer, gelê welatparêz û tevahî alîgirên demokrasi û azadiyê pîroz kir. Derya, diyar kir ku kongreya wan di nava şert û mercên dijwar de pêk hatiye û got, “Di pevajoyeke ku ji her aliyê ve li ser gel, jin û tevgera Apoyî êrîşên pir dijwar pêk tên, ev kongre hat lidar xistin. Li herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê şerên pir dijwar diqewimin, li ber siya van geşedanan me 4’emîn kongreya xwe di 9’ê Gulanê de pêk anî.”
Derya, da zanîn ku ew di kongreya xwe de biryarên pir girîng girtine û wiha axivî, “Yek ji van biryaran jî pêngava ‘Na ji bo darvekirinê, belê ji bo jiyana azad’ bû. Ji ber ku dagirkeriya Îranê erîşên pir dijwar di şexsê jin li ser hebûna mirovahiye pêk tine û dixwaze tune bike. Politîkayên pir qirej li ser zindanan dide meşandin. Tirsa wan ji serhildanên 16’ê Îlona 2022’yan hêj berdewame. Ji ber vê yekê li dijî jin, ciwan, civak, mirovên azadîxwaz û demokratîk, politîkayên xwe ên qirej, kuştin, girtin, darve kirin û êşkence kirinê, derxistiye asta herî jor. Ev pêngava ku me da destpekirin, li dijî dagirkerî û zihniyeta bi hezaran salan ya mêrserwer e. Li dijî êrîşên qirkirinê me di kongreya xwe de nîqaşên pir berfireh kirin. Ev pêngav ji bo kesên ku qêrîna azadî û demokrasiyê di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadi’ li dijî dagirkeriyê bilind kirine hate diyarkirin.
‘DIXWAZIN JIN Û CIVAKÊ TINE BIKIN’
Denîz Derya, destnîşan kir ku armanca hêzên dagirker tinekirina civakê û jinê ye û got, “Hêzên dagirker dixwazin hebûna mirovahiyê di şexsê jin de, tine bikin. Dixwazin civakê tine bikin. Li ser Rêber Apo êrîşeke pir qirej tê meşandin. Ji ber ku Rêber Apo, paradîgmayeke ku civakeke azad, demokratîk û azadiya jin, di hindirê xwe de dihewîne avakir. Li hemberî pergala mezaxtinê, bû alternatîf. Bingeha têkoşîn û tevgera me bi fikir û ramanê Rêber Apo re derket holê. Ramanên Rêbêr Apo, dikarin pêşî li van darvekirin, kuştin, êşkence, talan û xaspan bigre. Rêberê me hêviya jiyana azad da ava kir. Felsefeya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û felsefeya hevjiyana azad avakir. Ji ber vê yekê jî azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Hebûn û tune bûna me bi Rêber Apo ve giredayî ye. Di kesayeta Rêber Apo de, dixwazin me tine bikin. Dixwazin di êşkencexaneya Gireva Îmralî de mirovahiya tina bikin. Li dijî pergala êşkence ya li Îmraliyê û li dijî pergala darvekirin û êşkenceyê ya Îranê divê hemû alîgirên demokrasiyê, hunermend û saziyên civakî yên sivîl helwesta xwe raber bikin û hevgirtina xwe xurtir bike. Ji bo ku em bikaribin li ser axeke hevbeş jiyaneke demokratîk ava bikin, pêwîste ku em di serî de li Rêber Apo û li xwe xwdî derkevin.”
‘PÊWÎSTE KU JIN RÊXISTINBÛNA XWE XURTIR BIKE’
Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya behsa erek û misyona KJAR’ê kir û wiha dom kir, “Li hemberî dagirkeriyê pêwîste ku em bibin xwedî parastin û rêxistinkirineke bi hêz. Di asta hebûna civak û jinê de, dagirker dixwazin me di qirkirinê re derbas bikin. Bi taybet wek civak, di asta xwe rêxistin kirinê de pêwîste ku em xwe xurtir bikin. Herî girîng jî, di asta xwe parastinê de, xwe pêş bixin. Pêwîste em di navbera xwe û gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û her wiha tevahî jinan de, yekgirtineke bi hêztir ava bikin. Encax bi vî awayî em bikaribin li hemberî pergala dewleta Îranê têkoşîneke bi hêztir bidin meşandin. Gelekî ku xwe bi rêxistin bike, dikare li beramberî dagirkeriyê parastina xwe bike. Weke KJAR’ê, armanca têkoşîna me bi awayekî fîzîkî azadkirina Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk e. Em ê têkoşîn û rêxistinbûna xwe di asta herî jor de bi hêztir bikin. Em ê bi hemû hêza xwe, li hember dagirkeriyê bin. Em ê xwedî li desketiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derkevin. Xwedî li girtiyên siyasî ên berxweder derketin, li azadiyê xwedî derketine. Ev yek jî li hebûna xwe, nasname û li jiyana azad xwedî derketin e. Pêwîste ku em weke jin hê zêdetir têkoşîna xwe birêxistin bikin. Jiyana konfederalîst, azad û demokratîk ava bikin. Weke pêvajoya şoreşê, dagirker çiqas xwestin jin û civakê bêdeng bike jî, nikarî bû vê yekê pêk bîne. Pêwîste ku jin hêza xwe ferq bikin, hêza hevjiyana azad nas bikin û bi vî rengî di têkoşînê de pêşengtiyê bikin.”
‘BAWERIYA JINAN BI AZADIYÊ BILINDTIR BÛYE’
Denîz Derya, di dawiya axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê û bi taybetî têkoşer Şîrîn Elemhûlî ku bi helwest û têkoşîna xwe ya di zîndanê de ji bo hemû têkoşerên jin bûye pîvana berxwedanê bi bîr anî û got, “Mîna ku Rêber Apo dibeje: Sedsala 21’an, wê bibe sedsala azadiya jinê. Em dibînin ku jin jî her ku diçe têkoşîna xwe bilindtir dikin, baweriya wan bixwe rêxistinkirinê çêbûye. Baweriya jin bi azadiyê bilind bûye. Em vê yekê li Bakur, Başûr, Rojava û Şengalê de jî dibînîn. Xwedî li pêngava li dijî sêdareyê derketin, xwedî li azadiya xwe derketin e. Ji ber ku me dest bi şoreşekê kir, di hundirê vê şoreşê de me bi hev re gelek êş kişand, berxwedanî kir, gelek serketin bi dest xist û gelek nirxên me bi şoreşê re ava bûn. Xwedî derketin û mezin kirina vê nirxê û kedê pir girîng e. Beşdar bûna pêngavê, beşdar bûna di nava têkoşîn, berxwedan û serketina li hember dewleta Îranê ye. Li ser vî bingehê em serketinê ji tevahiya jinên têkoşer û gelên têkoşer re dixwazin.”