Sûriye demek dirêj e di nav krîz û şerek mezin de ye. Li welatekî ku mafên jinan û neteweyên cuda tên desteserkirin, wê krîza li Sûriyeyê her berdewam bike. Rejîma nû, ku îdîa dike ew xwedî hişmendiyeke demokratîk e, di pratîkê de nikare daxwazên gel bicîh bîne. Rêveberiya Meclîsa Jin a TEV DEM’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Cuma têkildarê rewşa heyî ya li Sûriyeyê û binpêkirina mafên jinan ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Bêrîvan Cuma, diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, Sûriye ket nav krîzeke mezin de û wiha got, “Mafên hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn hatin desteserkirin û binpêkirin. Bi taybetî piştî hikûmeta veguhêz hat ser desthilatdariyê qeyran mezintir bû. Hikûmeta veguhêz, bi zext, siyaset û pêkanînên xwe mafên hemû gelên li Sûriyeyê dijîn binpê dike.”
Bêrîvan Cuma, da xuyakirin ku li Sûriyeyê êrîşên li ser jin, zarok û kal û pîran berdewam dikin, û destnîşan kir ku komên îslamî yên radîkal li dijî pergala Rêveberiya Xweser ku hemû rengan di nava xwe de dihewîne, tevdigerin. Bêrîvan Cuma got, “Niha, Îslama radîkal xwe li Sûriyeyê nîşan dide û rêbazê çeteyan pêk tîne. Di pergal û destûra nû de mafên jinan tune ne. Em vê yekê qebûl nakin.”
Bêrîvan Cuma, anî ziman ku divê mafên jinan bi awayekî destûrî werin parastin û wiha domand, “Rengê jinê niha li Sûriyeyê tune ye. Çawa DAÎŞ’ê jin di nava çar dîwaran de digirt û li pazaran difirot, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê jî heman rêbazê pêk tîne.”
Bêrîvan Cuma, got, “Rêber Apo dibêje, ‘Ger jin azad nebin, civak azad nîne.’ Jin dikarin şoreşan bi rê ve bibin. Li herêmên Rêveberiya Xweser jinan pêşengiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin û bi ser ketin.”
Di dawiyê de, Bêrîvan Cuma behsa girîngî û pêwîstiya parastina mafên hemû jin û neteweyên li Sûriyeyê kir û diyar kir ku hikûmeta veguhêz tenê li berjewendiyên yek gel û yek komê difikire û got, “Em nikarin vê hikûmeta ku tenê yek netewe û yek alê dixwazin bipejirînin. Divê ziman, nasname, çand û hebûna her kesî bi awayekî demokratîk were qebûlkirin. Em ê hewldanên xwe hîn xurttir bikin û têkoşîna xwe ji bo vê yekê bidomînin.”