Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê di otelekê de “Konferansa aştî û çareseriya meseleya kurd” lidar xist. Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn. Di konferansê de ewilî Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî.
Kuçûkbalaban, diyar kir ku ÎHD ji roja hatiye avakirin ve di aştiyê de israr dike û wiha got: “Parastina aştiyê mafê mirovan e. Avakirina aştiyê girêdayî mafên mirovan û azadiyan e. Em dizanin ku her cure newekheviya di navbera mirovan de sedemê bingehîn ê nenaskirina maf û azadiyan, şer û pevçûnan e.”
Kuçukbalaban, destnîşan kir ku şer û pevçûnên herêmî yên li cîhanê berdewam dikin ji kûr ve bandorê li hemû gelê cîhanê dike û wiha got: “Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku bi salan e didome û hê jî li Rojava çareseriyeke aştiyane nehatiye dîtin. Têkildarî maf û azadiyan çi hebe di bin êrişeke giran de ye. Di asta navnetewî de faşîzm bilind dibe.”
Kuçukbalaban diyar kir ku Tirkiye di warê taybetmendiyên etnîkî, zimanî, olî û çandî de xwedî tevneke pirrengî ye û wiha berdewam kir: “Pirrengî, di dirûşmeya ÎHD’ê ya ‘herkes cuda ye, herkes wekhev e’ de xwe dibîne. Pirrengî di heman demê de bingehê demokrasiyê ye jî. Ji ber vê yekê weke ÎHD em careke din destnîşan dikin ku pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê pirsgirêka bingehîn a vî welatî ye û xeleka herî girîng a vê pirsgirêka bingehîn jî pirsgirêka kurd e.Ji bo ku çarseriya pirsgirêkên mafên mirovan û demokrasiyê ji her demê bêhtir pêdiviya me bi pêvajoya aştiyê û çareseriyê heye.”
Kuçukbalaban, bi bîr xist ku Tirkiye welatekî ku pirsgirêkeke bingehîn a weke meseleya kurd bi rêya diyalog û muzakereyê nikare çareser bike ye û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê li nava welat û derveyî welat şer û pevçûn berdewam dikin û dibin sedemê windabûnan. Erdnîgariyê bêtir bêmirov, bêdaristan dihêle.”
Kuçukbalaban, bi lêv kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd û şer û pevçûnên nû destpêkirin bi bîlançoyeke giran re rûbirû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hawîrdora şer û pevçûnan dibe sedem ku zext û tundî pêş bikeve û bi xwe re zimanê nefretê tîne. Êrişên nijadperestiyê û nefretê didomin.
Israra di pirsgirêka kurd de dibe sedema windahiyên giran ên ku ji aliyê aboriya şer ve nikarin bên telafîkirin. Şer ji gelan re weke bac û xizaniyeke zêdetir paş vedigere. Xelasbûna me ya ji van hemû neyîniyan bi aştiyê pêkan e.
Dest jê berdana înkarkirina meseleya kurd û qebûlkirina vê pirsgirêkê ji bo pêkanîna aştiyeke civakî neçarî ye. Divê demildest pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan ê ku di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e re bê vekirin. Divê rêya muzakereyê rêya lihevkirinê bê vekirin û beşdariya beşên siyasî û civakî li van pêvajoyan bê ewlekirin.”