Komîteya Diyaloga Kurdî ya PYNK’ê duh li hola Parka Azadî ji bo niqaşkirina yekrêziya Kurdan, geşedan û bûyerên dawîn ên ku li Sûriyeyê rû dane civînek li dar xist. Siyasetmedar û beşdarvanên civînê nêrînên xwe yên derbarê yekrêziya Kurdan de ji ANF’ê re parve kirin.
Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriye Nesir El Dîn Îbrahîm li ser amadekarî û armanca lidarxistina vê civînê axivî û wiha got: ”Piştî hilweşîna Rejîma Sûriyeyê, weke partiyên niştîmanî yên Kurd û li ser esasê vexwendina komîteya danûstandinê ya PYNK’ê me civînek li dar xist. Li ser wê esasê jî partiyên siyasî, çalakvanên sivîl, rewşenbîr û siyasetmedar hatin vexwendin. Niqaşên di vê civînê de cih digirin li ser yekrêziya gelê Kurd e, da ku bi hikûmeta nû re bi yekdengî û yekrengî diyalog pêk werin. Ev diyalog jî li ser rewşa nû a Sûriyeyê, avakirina Sûriyeya di pêşerojê de û mafên Kurdan e.’’
Nesir El-Dîn di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Hemû kesên heyî û hemû partiyên Kurd divê balê bikşînin ser yekrêziya gelê Kurd. Bi taybet jî divê ENKS û PYNK yekrêziya xwe ava bikin ku bikaribin bi hev re nûnerê rasteqîn yê ku gelê Kurd li Şama nû îfade bike, hilbijêrin. Her wiha divê em bi hev re bi hemû neteweyan re ber bi kongreyeke niştîmanî ya Sûriyeyê ve biçin. Divê hemû rengên Sûriyeyê di vê kongreyê de cih bigirin ku kirîza heyî çareser bibe, welatê me bibe welatekî demokratîk, azadî pêk were û bi aramî berdewam bike.”
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer jî nêrîna xwe ya derbarê yekrêziya Kurdan de anî ziman û wiha got: ‘’8’ê Kanûnê li Sûriyeyê guhertinên mezin qewimîn. Ji ber wê yekê jî gelê Kurd bi rewşeke xeter re rû bi rû ye. Divê ew jî di nava vê hikumeta nû de xwe bi cih bikin. Ji bo wê jî îro pêwîstiyeke mezin bi yekrêziya Kurdan heye, da ku ew daxwazên xwe bikin û di destûra Sûriyeyê ya nû de bi cih bikin. Lê belê îro du aliyên cuda hene. Li ser wê esasê PYNK’ê ji bo nîqaşkirina yekrêziya Kurdan ji partiyên ENKS’ê daxwaza beşdarbûna vê civînê kir, lê belê heta niha ev yek qebûl nekirine. Her wiha hemû beşdarvanên civînê careke din bang li wan kirin û dibêjin ku divê yekrêziya Kurdan ava bibe, yek helwesta Kurdan hebe û ji bo wê jî divê em berjewendiyên takekesî bidin aliyekî û em li gorî berjewendiyên gelê Kurd tev bigerin û yekîtiyekê ava bikin.”
Di dawiyê de Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Talet Yunus li ser girîngiya yekrêziya Kurdan ya di vê pêvajoyê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Di vê pêvajoyê de pêwîstî bi diyalog û nîqaşênli ser yekrêziya Kurdan heye. Divê gelê Kurd li Sûriyeyê yekîtiya xwe ava bike û xwedî heman helwestê be. Siyasetên li ser hebûn û îradeya gelê Kurd tên kirin, siyaseta parçebûnê gelê Kurd lawaz dikin û hewldanên ku gelê Kurd li Sûriyeyê bê rol bihêlin, tên kirin. Ji ber wê jî ev civîn û diyalog gelekî girîng in. Ji bo ku gelê Kurd di sîstemeke demokratîk de cih bigirin, di destûreke demokratîk de mafên Kurdan werin misogerkirin û em her dengê gelê xwe guhdar bikin divê em piştgiriya hêzên ku parastina me dikin, bikin.”