Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî’
Kurdistan

‘Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî’

Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê, banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kirin û gotin, “Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhallî û Heval Dilbihar, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyeke fermî.

Di daxuyaniya Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê de ev tişt hatin gotin; 

“Zimanê kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Wek nirxekî mirovahiyê yê bingehîn di herka dîrokê de ji bo gelek zimanên din bûye jêderk û çavkaniyeke sereke.  

Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya kurd e. Xîm û sîwana yekîtiya neteweya kurd e. Bêyî zimanê kurdî kurd û Kurdistan jî nabe.   Ji ber van rastiyan e ku bi sedan sal e hêzên ku dixwazin kurd û Kurdistanê ji holê rakin hewl didin zimanê kurdî bi riya tunehesibandin, pişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û rêbazên cur bi cur ji holê rakin. Lê belê hem ji ber qedîmbûna zimanê kurdî, hem jî ji ber xwedîlêderketina gelê kurd zimanê kurdî heta îro hatiye. Bi taybetî di encama têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan de hişmendî, hewldan û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê kurdî jî zêdetir bûne.  

Bêguman ligel vê rastiyê rastiyeke din jî heye ku di roja me de jî bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayîn ku zimanê kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin.  

Sekna me ya DEM Partiyê ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî bi awayekî zelal diyar e. Zimanê kurdî wek Îngilîzî, Elmanî, Erebî, Farisî, Tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê kurdî jî ew in.  Ji ber vê yekê:  Em weke DEM Partiyê, wek vîna bi milyonan kurdan, serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Ev ji bo me xeteke sor û jêneger e. Li ser vê bingehê em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin. Divê ji pêşdibistanan heta zanîngehan li her qadên fermî û civakî zimanê kurdî serbest û azad be. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Ji bo vê jî çi pêwîst be divê bê kirin.

ZIMANÊ KURDÎ HEBÛN Û XWEBÛNA GELÊ KURD E!  

Helbet ji bo pêkhatina van daxwazên gelê kurd ên herî mirovîn û xwebûnî divê di serî de gelê kurd, hemû derdorên azadîxwaz, şoreşger, demokrat û mirovahîparêz, hemû partî, sazî, dezgeh û rêxistinên civakî, tevgerên ciwan û jinan ên civakî, hemû siyasetmedar, nivîskar, hunermend û rewşenbîr her kêliyê û li her qadê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi rengekî herî şênber bilindtir û xurtir bikin; bi xebat û çalakiyên afirîner ên cur bi cur li her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî; kurdî hîn bibin, hîn bikin û bidin hînkirin.”    

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Burçun: Em ê Çewlîkê tevî gel bi rê ve bibin
Nûçeya Pişt re 35 baro, hezar û 330 parêzer: Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin -HATE NÛKIRIN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sezaî Temellî: Hevdîtinên bi Wezareta Edaletê re wê dewam bikin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re nirxand û…

Ji aliyê Stêrk TV

2 rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqere û Stenbolê di serdegirtinên malan de rojnamevan Elîf Bayburt û Nîsa Sude Demîrel…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Yekhelwestiya Hevpar bal kişand ser avakirina Sûriyeya demokratîk

Di encamnameya Konferansa Helwesta Hevpar a Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate diyarkirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Bîlançoya êrişa hewayî ya li Myanmarê giran bû: 50 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?