Çarşem, 7 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gef li QSD’ê xwar, nerazîbûn nîşanî mikurhatina ‘DAÎŞ’ê ya Yerlîkaya da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran xwepêşanderên jin hedef digire: 8 jinên din hatin binçavkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dogû: Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye
Jin

Dogû: Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê bi serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bersiv ji her cûre kuştinan re bê dayin û ji bo pêngava 10'ê Cotmehê jî got, 'Bi ruhê raperîn û avakirinê yê Rêber Apo em pêngavê mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû salvegera 2’yemîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, qetilkirina Narîn Guran a li gundê Tavşantepe yê navçeya Rezan a Amedê û pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ji Medya haber TV re nirxand.

 

Çîgdem Dogû destpêkê bi wesîleya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di serî de Jîna Emînî hemû şehîdên serhildanê, hemû têkoşerên azadiyê yên tevlî serhildanê bûn û hatin darvekirin bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî.

LI DIJÎ JINÊ Û ZAROKAN ŞEREKÎ CIDÎ TÊ KIRIN

Çîgdem Dogû anî ziman ku li Tirkiyeyê komkujiyên li dijî jinê gihîştine asta herî bilind û herî dawî bi qetilkirina Narîn re bû mijarek ku ji aliyê her kesî ve hate nîqaşkirin.

Bi dewamî Çîgdem Dogû got, “Hejmara bûyerên destavêtin, windakirin û kuştina zarokan a li Tirkiyeyê di sala 2023’an de zêdeyî 250 hezar bûyerî ye. Bifikirin; di nava sala 2023’an de zêdeyî 250 hezar zarok ya hatin qetilkirin, ya destavêtin li wan hate kirin, yan jî hatin windakirin. Ev yek bîlançoyeke şer e.

Li dijî jinê şerek tê kirin, lê li hemberî zarokan jî şerekî cidî heye. Dewleta Tirk li dijî me jî şer dike. Dema ku mirov bala xwe bidin ser bîlançoya vî şerî jî hejmareke bi vî rengî nîne. Yanî tenê li nava sînorên Tirkiyeyê… Rojhilat rojavayê vê nîne, bakur başûrê vê jî nîne. Ji kîjan alî ve tu lê binihêre tu yê rastiya komkujiyê bibîne. Bi taybetî qetilkirina zarokan rewşeke gelekî giran e. Bi qetilkirina Narîn re ev yek hîn bêhtir hate dîtin. Kuştina zarokekê di 8 salî de tiştekî nû nîne. Mînak hîn beriya demeke kurt li Tekîrdagê destavêtin li zarokek 2 salî hate kirin. Li Agiriyê Leyla, Rabîa Naz hebûn. Mîna wan bi sedan, bi hezaran zarok timî ketin rojeva me. Divê mirov van ji bîr nekin.”

GELEKÎ BI WATE YE KU DI ÇALAKIYÊN JI BO NARÎN DE DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ HATE QÎRÎN

Çîgdem Dogû bi bîr xist ku di çalakiyên ji bo Narîn de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrîn û got, “Ev yek gelekî bi wate ye. Divê bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bersiv ji van hemûyan re, bersiv ji van kuştinan re bê dayin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ruhekî serhildanê ye. Ya rast ruhê xweparastinê ye. Parastina xwe ye, parastina zarok e. Parastina hevalên xwe yên jin e. Eger ma be parastina nirxên pîroz û bedew ên malbatê ye. Lê belê niha êrîşeke gelekî giran heye, lewma divê ev hemû polîtîk bêne dîtin. Mînak AKP bi rengekî zexel çi dike? Dibêje, bûyerê polîtîk nekin. Bala xwe bidinê, Erdogan û derdora wî got ‘Bila vê bûyerê polîtîk nekin’. Weke bûyereke edlî dinirxînin. Ev bûyereke gelekî polîtîk e. Lewma li hemberî vê yekê jî divê têkoşîneke polîtîk bê meşandin. Têkoşîneke xweparastinê divê. Çawa ku piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir, di kuştina her zarokekî de, di kuştina her jinê de divê serhildanên bi heman rengî bibe ku pêşî li kuştina jin û zarokan bê girtin. Li hemberî vê tifaqa qirêj, li hemberî vê asayîbûna tê ferzkirin divê em têkoşînê mezin bikin. Rêyeke cuda ya vê yekê nîne.

DEM DEMA SERHILDANA LI SER XETA SERHILDÊR A RÊBER APO YE

Gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji Kurdistanê destpê kir. Rabûna PKK’ê, rabûna Rêber Apo Kurdistanî ye. Lê belê rastiyeke serhildanê jî heye ku yekser pêwendiya xwe bi azadiya jinê heye. Ew jî timî ji aliyê Rêbertî ve hatiye gotin. Mînak, gotibû hîn di temenê zarokatiyê de bû wî zewicandina zarokan qebûl nedikir. Dibêje, dilê wî ranedikir ku xwişkên wî di berdêla çend kîs genim de bêne zewicandin. Serhildana destpêkê ya Rêber Apo ew bû. Lewma rabûna PKK’ê, destpêkirina têkoşîna jinê ya li nava PKK’ê û afirandina felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêwendiya xwe bi vê yekê re heye.

‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibe ku sê gotin in, lê belê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo jinan tê wateya jinûve vejînê. Dema ku ji aliyê rastiya şexs ve bê nirxandin, hingî jinûve vejînê îfade dike. Bangeke ji bo serhildanê ye. Ji ber vê yekê serhildana Rêber Apo serhildaneke welê ji rêzê nebû. Ji ber vê jî gelekî radîkal e. Lewma Rêberê me di nava sîstema qirkirin û tecrîda giran de tê hiştin ku 26 sal tijî kiriye. Ji ber ku azadiya jinê diparêze, li dijî ferzkirina her cûre koletiyê ya bi navê pîrozmendiya dewlet û malbatê tê ferzkirin, li dijî her cûre serweriya tê ferzkirin radibe, lewma dîlgirtî tê hiştin. Ji ber ku li hemberî bingeha vê sîstema serwer bi xurtî têdikoşe û serî hildide, tê tecrîdkirin.

DIVÊ PÊNGAVA RÊBERTÎ HÎN RADÎKAL Û XURT BIBE

Pêngava Rêbertî dewam dike. Divê ev pêngav hîn radîkal bibe, hîn bêhtir xurt bibe, ruhê serhildanê hîn mezin bibe. Ji ber ku bi serhildaneke ji rêzê bersiv ji sîstemeke qirkirinê ya ewqasî giran re nikare bê dayin. Ne bi serhildaneke ji rêzê, ne bi çalakî, têkoşîneke ji rêzê, ne bi gotin an jî duayekê; tenê bi seferberiya her kesî, bi têkoşîneke rêxistinbûyî û têgihiştî dikare ji holê bê rakirin. Divê em bifikirin bê ev sîstem kîjan polîtîkayan ferz dike û li gorî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê. Bi vê yekê, bi ruhekî bi vî rengî divê em pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşînin. Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye. Vê yekê hem ji bo êrîşên li dijî jinê, hem jî ji bo êrîşên li ser Kurdistanê dibêjim.”

Çîgdem Dogû anî ziman ku li tevahiya cîhanê metirsî li dijî jinan heye û got, “Li cîhanê miovahî, xweza, heywan, her kes di bin gefeke gelekî mezin de ne. Ev rewş weke nebaşiyeke rêxistinbûyî tê pênasekirin. Sîstem vê dike. Sîstema mêr a hegemon û hêzên modernîteya kapîtalîst bi taybetî li Tirkiyeyê sîstema faşîst a mêtinger vê yekê bi rengekî gelekî rêxistinî dikin. Vê yekê li nava civakê jî belav dikin. Di nava civakê de nokeran diafirîne. Di nava civakê de mêrên hevkar, noker afirandin. Li Tirkiyeyê her mêrekî ku komkujiyê dike, Erdogan e. Erdogan niha weke serokkomar Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Li wir şêweyekî mêr afirand. Mêrekî welê ye ku ti îradeyê nas nake, îradeya jinê, îradeya gel nas nake, îradeya dostên xwe yên berê jî nas nake. Mêrekî hegemon, şêweyekî sîstem, mêtingerî û faşîst e. Di serî de mêr vê yekê li nava tevahiya civakê belav dike. Ji ber vê yekê piraniya kujerên jin û zarokan bê ceza têne hiştin.

Li gorî daneyan, ji sûcên li hemberî zarokan hatine kirin ji 36 hezar bersûcan tenê 7 hezar bersûc hatin cezakirin. 29 hezar bersûc li derve bi rehetî digerin. Bêguman ev hejmara fermî ye. Ji bilî vê yên ku nehatine darizandin hene, yên bi fermî nehatine qeydkirin hene. Sîstemeke rêxistinbûyî heye. Bi hiqûq, aborî, mafya, çete, serokên xwe, serokkomarê xwe, hikumeta xwe, wezîrên xwe, bi tarîqatên li nava civakê, rêxistinên fûhûşê, narkotîkê, hin partiyên weke Huda Parê vê yekê dike. Li Kurdistanê bi taybetî şêweyeke xiyanetê tê afirandin. Dixwazin sosyolojiyekê biafirînin. Gelekî girîng e ku ev yek bê dîtin.

Lewma Rêber Apo di vê mijarê de ronakbîriyeke bêhempa îfade dike. Hem ji aliyê Kurdistanî, Kurdbûyîna azad, hem ji aliyê jinbûyîna azad, mêrbûyîna azad ve Rêber Apo çavkaniyeke xurt a zanebûn, moral û wêrekiyê ye. Û ji ber vê yekê serhildana wî gelekî xurt e. Ji ber vê yekê dijmin ewqasî ji Rêbertî ditirse. Ji gotineke wî ditirse. Ewqasî ditirse ku gotineke wî negihêje derve. Ji ber ku Rêber Apo ruhê serhildanê ye.”

BI RUHÊ AVAKIRIN Û SERHILDANÊ YÊ RÊBER APO DIVÊ EM PÊNGAVÊ MEZIN BIKIN

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû bi bîr xist ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de dostên enternasyonalîst dest bi pêngavê kirin, ew pêngav salekê li pey xwe dihêle û got, “Hem li cîhanê hem jî li hemû parçeyên Kurdistanê jinên Kurd, gelê Kurd pêngav meşandin. Ev pêvajoya pêngavê divê êdî xetê, sînor derbas bike. Êdî em nikarin xwe lê rabigirin ku Rêber Apo hîn bêhtir li wê Îmraliyê bê hiştin. Ev ne heqê Rêber Apo ye. Mirovahî jî vê heq nake. Gelê Kurd jî heq nake. Weke jin em jî heq nakin. Ji ber vê yekê tişta ku divê em bikin çi ye? Divê em plansaziya xwe hîn bêhtir bi rêxistin, girseyî bikin û veguherînin wê yekê ku zorê bidin dijmin ku gavê biavêje. Divê em çalakiyên xwe bigihînin vê astê ku ev yek wezîfeya mirovahiyê ya me hemûyan e. Wezîfeya me jinan e, weke Kurd jî wezîfeya Kurdîtiyê ye, wezîfeya me ya bingehîn e. Lewma divê em pêngava Rêbertî bi ruhekî bi vî rengî, bi ruhê avakirin û serhildanê yê Rêber Apo, bi ruhê azadiyê yê radîkal ê Rêber Apo, bi rêxistiniyeke xurt û afirandina alternatîfeke xurt, bi têkoşîneke daîmî bê mezinkirin. Divê em bi rastiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîn mezin bikin.

Îmrali sîstemeke li derveyî mirovahiyê ye. Em timî dibêjin, lê belê ev dirûşm, propaganda nîne. Bi rastî jî mekanîzmayeke li derveyî mirovahiyê ye. Asta herî bilind a nebaşiya rêxistinî Îmrali ye. Ji xwe nebaşî hemû ji wê derê pêl bi pêl belav dibin. Lewma em çavkaniya vê nebaşiyê biçikînin. Nebaşiya herî mezin, faşîzma herî mezin, qirkirina herî mezin, rejîma mêtinger a ku di di vê serdemê de tê ferzkirin Îmrali ye, divê em biçikînin. Çavkanî ku ye? Îmrali ye. Wê demê bi dma nû re divê em gavên welê biavêjin ku dawî li Komploya Navneteweyî û vê rejîma Îmraliyê bînin, têkoşîna xwe, çalakiyên xwe hîn radîkal bikin. Hemû mirov, dost, gelê me û jinên ku tevlî vê pêvajoya têkoşînê bûne, weke tevgera jinê bang li wan hemûyan dikim ku têkoşînê hîn xurt û mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin daketin qadan: Em ê ji Jîna heta Narînan hesap bipirsin!
Nûçeya Pişt re ‘Çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bûn yek’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Jin li dijî desteserkirina vînê têkoşîna hevpar nîqaş dikin

Siyasetmedar Sebahat Tûncel li Edeneyê bi saziyên jinan re hat gel hev, diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Tevgerên jin ên Kurd piştgirî dan gelên Îranê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?