Yekşem, 2 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK’ê: Ji bo parastina Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê yekîtiyê nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ku ji Îmraliyê vegeriya, wê sibê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên Marunisê li ber madena li Çiyayê Katoyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Çaginli yê PKK’yî û Ozmaya yê YPG’yî taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê: Divê qirkirina Êzidiyan bê nasîn û Şengal ji nû ve bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê jiyan sekinî, ji bo şehîdên Fermanê mûm hatin pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Şengalê: Gelê me divê bersiva êrîş û gefan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Qasim Engîn: Fermandar, kedkar û fîlozofekî şoreşger
Kurdistan

Qasim Engîn: Fermandar, kedkar û fîlozofekî şoreşger

Gerîla Nûdem qala Şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim xwe gelekî bi pêş xistibû. Carna fermandar carna jî kedkar, mamoste, fîlozof bû. Kesayetiyeke şoreşgerî bi xwe re afirandibû, şoreşgerekî profesyonel bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gerîla Nûdem şehîd Qasim Engîn bi bîr anî û anî ziman ku vegotina hevrêyekî weke wî gelekî zehmet e. Gerîla Nûdem got, “Ji bo şehîd Qasim Engîn sînor tine bû. Di sala 2016’an de di nava karên çapemeniyê de mein şehîd Qasim nas kir. Dema ku min ew destpêkê dît, ji ber rêbaz û sekna wî min ji xwe re got, ‘Teqez heval ji Botanê ye’.

Dema ku me sohbet kir, qala gundê me kir û got, ‘Ez çûm wî gundî, min ava wê vexwar’. Piştre jî dewam kir, ‘Meraqan neke, min li şûna te jî vexwar’. Dûre hîn bûm ku hevalê Qasim demeke dirêj li herêma Botanê ma, hem herêmê hem jî gelê Botanê bandoreke mezin lê kiriye.

Ji ber vê yekê gelekî qala bîranînên xwe yên têkildarî Botanê dikir. Me bi vî rengî hevdu nas kir û demeke dirêj em bi hev re xebitîn. Jİ xwe bi demê re me hevdu hîn baştir nas kir.”

‘DEQEYEK WÎ JÎ VALA DERBAS NEDIBÛ’

Gerîla Nûdem anî ziman ku her gava şehîd Qasim nas kir, taybetmendiyên wî yên cuda jî nas dikir û got, “Şehîd Qasim kesayetekî gelekî balkêş bû, bi zarokan re dibû zarok, bi mezinan re dibû mezin. Ji rêbaz û sekna Rêber Apo gelek sûd wergirtibû û tişta hîn bûbû bi derdora xwe re jî parve dikir.

Di kesayetiya hevalê Qasim de taybetmendiyeke welê hebû ku mirov ber bi xwe ve dikişand. Mînak, di kesayetiya Kurd de eger pirsgirêkek hebe bi giranî ya pê re mijûl nabe yan jî em gilî dikin. Lê belê şehîd Qasim ne bi wî rengî bû. Dema ku me digot, ‘Bi vî kesî re gelek pirsgirêk hene, ev aliyê xwe nabe’, wî dikir ku ew kes ji pirsgirêkan rizgar bibe û bi rengekî cuda tevlî bibe.

Yek ji taybetmendiyên hevalê Qasim ku bandor li min kir, ev bû. Ji ber ku gelekî ked dida mirovan. Mirov weke nirxekî didît, ked dida, hezkirina xwe nîşan dida, kesayetiya xwe bi vî rengî ava kiribû. Gelekî xebatkar bû, deqeyeke xwe jî vala derbas nedikir.”

‘BI HEZARAN GERÎLA PERWERDE KIR’

Gerîla Nûdem anî ziman ku şehîd Qasim di mijara naskirina mirovan, nirxandina mirovan û sosyolojiya dîrokê de gelekî kûr bû û got, “Şehîd Qasim di mijara dîroka Kurdistanê de gelekî zane bû. Bandora mêtingeriyê ya li ser kesayetiya Kurd baş tespît kiribû û ji bo vê yekê di kesayetiya hevalên xwe de bişikîne bi hezaran kadro perwerde kir. Navê pirtûka ‘Dîrok niha ye’ ya Şehîd Qasim gelekî bi wate ye; di heman demê de gotineke Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo têkoşîna gelan ev nirxandin kir. Dikarim vê bibêjim, hevalê Qasim navê ku li vê pirtûkê kir bi jiyana xwe derbasî meriyetê kir.

Gelekî zindî û enerjîk bû; li cihê xwe nedisekinî, timî ya dixwend, yan jî bi tiştekî din mijûl dibû. Ev enerjiya wî ti carî vala nediçû, ji bo armancekê bi kar dianî. Bi coşa ji dîroka Kurdistanê wergirtî, gotina ‘Dîrok niha ye’ ya Rêbertî hem di tespîtên siyasî hem jî di tespîtên civakî de gelekî bi kar dianî. Şehîd Qasim di heman demê de perwerdekarekî mezin bû.”

‘BI SAXÎ BÛ EFSANE’

Gerîla Nûdem diyar kir ku ji bo wê şensekî mezin bû ku şehîd Qasim na kir û got, “Hevalê Qasim hîn sax bû di nava hevalan de bûbû efsane. Têkoşîna ku di salên 1990’î de li Nûrhaq, Amanos û Bînbogalarê meşand, weke efsaneyekê dihate vegotin. Piştre jî li her devera ku diçû, qala wî dihate kirin. Bandor dikir.

Ev taybetmendî hemû bi hevalê Qasim re hebû, taybetmendiyên civakî bû, bi vî rengî dijiya. Civakîbûn tê wê wateyê ku bi her awayî li ser pêwîstiyên civakê bifikire, li gorî vê yekê siyasetê bimeşîne, rê û rêbazên guncaw peyda bike. Ev taybetmendî hemû li gel hevrê Qasim hebû û ev kûr kiribû.

Dikarim vê bibêjim, ku hevalê Qasim xwe ji gelek aliyan ve bi pêş xistibû. Carna fermandar bû, carna jî kedkar, mamoste, fîlozof bû. Kesayetiyeke şoreşgerî di şexsê xwe de ava kiribû. Şoreşgerekî profesyonel bû.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Umît: Eger dewlet veneguhere, nepêkane ku biryar bikevin meriyetê
Nûçeya Pişt re Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Şemzînanê êrîşên li ser Rojava şermezar kir

Xelkê Şemzînanê li dijî êrîşên ser Rojava meşek li dar xist û bertek nîşanî piştgiriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo qurbaniyên li Kerboranê edalet hate xwestin

Dayikên Şemiyê ji bo windayên ku li Kerboranê piştî hatin binçavkirin êdî agahî jê nehatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Abdî û Mesrur Barzanî, li ser veguhastina girtiyên DAÎŞ’ê axivîn

Fermandarê Giştî yê QSDˊê û serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hewlên kêmkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê jiyan sekinî, ji bo şehîdên Fermanê mûm hatin pêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê daxuyaniya Şengalê: Gelê me divê bersiva êrîş û gefan bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?