Dewleta Tirk a dagirker, ji şeva 23’yê Cotmehê û vir ve pêleke nû ya êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin û di encama êrîşan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin û binesaziyên weke navendên tenduristî û perwerdeyê, firin, depoyên ard û genim, santralên elektrîkê, şîrket û kargeh, şebekeyên telefonê û avê, gaz û stasyonên petrolê hatin bombekirin.
Xebatkarê firina nan ê bajarê Kobanê Mûstafa Ehmed, diyar kir ku di dema êrîşan de ew ji bo xizmetê bidin gelê xwe li ser kar bû û got, “Di dema êrîşê de bi şev em li ser kar bûn, camê kargehê tev di encama êrîşê de şikestin. Ji bo xizmeta gel me xebata xwe berdewam kir.”
Ehmed, anî ziman ku ji bo parastina Kobanê ew amade ne ku her tiştî bikin û got ew ê xwedî li bajarên xwe derkevin. Ehmed, destnîşan kir ku desthilatdarî sûcê şer pêk tîne û got ku mafê kesî nîne ku êrîşê axa wan bike.
Mihemed Hisên, jî ku di rêveberiya danê êvarê de cih digire û bû şahidê êrîşên dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku zirarek mezin di encama êrîşan de çêbûye û got, “Di kêliyên êrîşê de jî me hewl da xebata xwe bidomînin. Balafirên dagirkeran gelek cihê sivîlan li bajêr bombe kirin û di encamê de xebata gelek navend û kargehan rawestiya. Raste ziyanên mezin pêk hatin. Lê moralê me ji her demê bêhtir xurttir bûye. Em li vir ji bo gelê xwe li ser karê xwe man. Ev ax axa me ye û bajar bajarê me ye. Dewleta Tirk jî dijmine û êrîşî axa me dike. Dixwaze bi vî rengî gelê me ji axên wan dûr bixe, lê ev axa me ye tu kes nikare me dûrî axa me bike.”