Çeteyên dewleta Tirk Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) di 29’ê Mijdarê de êrîş birin ser Şehbayê. Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ewlekariya gel biryar da ku gel ji herêmên ewle re bê veguhestin. Şîrîn Îbîş ku ji ber çeteyên dewleta Tirk cara duyemîn neçar ma koç bike, qala bûyerên bi serê wan ve hat, kir.
KOÇA JI EFRÎNÊ BER BI ŞEHBAYÊ
Şîrîn Îbîş ji gundê Ramudê yê Efrînê ye. Şîrîn Îbîş çîroka xwe ya ji zor û zehmetiyan parve kir. Şîrîn Îbîş ku sala 2018’an dema dewleta Tirk êrîş bir ser Efrînê bûka ji sê mehan bû û li Karababayê dima, qalê kir bê jiyana wê ya aram ji nişka ve çawa bi dawî bû: “Dema ku êrîşan destpê kirin, her tişt ser û bin bûn. Ji ber êrîşên bi topan ên li ser gundê me, em neçar man li gel malbata xwe koç bikin. Ji ber ku wesayita me tine bû, bi motorsîkletê li gel hevjînê xwe em bi rê ketin. Dema ku gihîştin Racoyê rewşa li wir jî nebaş bû. Hîn em rojekê neman êrîşên hewayî careke din destpê kirin. Em ji metirsiyê reviyan û derbasî Efrînê bûn, lê belê li vê derê em ji hev cuda bûn.” Şîrîn Îbîş anî ziman ku malbata wê li Cindirêsê dima û got, “Li wir kekê min û dayika min hebûn. Bi rêya xizmekî xwe em bi lez derbasî Şehbayê bûn.” Şîrîn ku ji ber kaosa li nava bajêr têkiliya wê ya bi hevjînê wê re qut bû, hingî bi malbata xwe re ma. Şîrîn Îbîş diyar kir ku dayika wê nekarî xwe li dagirkirina Efrînê rabigire û got, “Dayika min ji qehir û kederê jiyana xwe ji dest da.”
KÊLEKA MALA WAN BI TOPÊN HEWANÊ HATE BOMBEKIRIN
Şîrîn Îbîş ku heft salan li Til Rifetê weke koçber ma, li vê derê jî timî gef lê hate xwarin. Şîrîn Îbîş got, “Êrîş ti carî neqediya” û qala şoka ji ber topeke hewanê kir ku li kêleka mala wan ket: “Beriya du-sê rojan em li malê bi tenê bûn, parçeyên topê ketibûn nava malê. Bi zarokê xwe yê biçûk ji tirsa dicirifîm.” Bi bandora van rojên ji tirsê Şîrîn Îbîş 7 salan bi êşeke giran jiya.
Şîrîn Îbîş di nava vê demê de pirsa “Çima li me Kurdan tê kirin?” pirsî, lê nekarî bersivê peyda bike û got, “Xwedê em weke Kurd afirand, ev çi ji me dixwazin?” Şîrîn Îbîş anî ziman ku hîn ew nizanin bê wê bi ku ve biçe û hewl dide xwe li jiyanê bigire.
Şîrîn Îbîş diyar kir ku neçar ma bi pîxwasî heta gel xizmên xwe bimeşe û piştî gihîşt Fafînê li wir hîs kir ku bi tenê ye: “Li gel me zarokên biçûk hebûn; halê me perîşanî bû. Herî dawî em gihîştin Tebqayê.”
‘ZAROKÊN ME Û JIN WÊ ÇAWA LI CIHEKÎ EWLE BIJÎN?’
Lê belê li Reqayê jî dawî li zor û zehmetiyan nehatiye. Şîrîn Îbîş got, “Em niha li stadyûmê dimînin” û got, “Bi pirsên bê bersiv re rû bi rû mam, nizanim wê çi bibe. Her tiştên bi serê me ve tên weke kabûsekê ne. Ji xwe bi derbasbûna demê re giraniya windahiyan bêhtir hîs dikim, lê belê min hêviya xwe ji dest nedaye.” Şîrîn Îbîş got, “Zeytûnên me, mala me, her tiştên me çûn; tiştekî me nema. Gelo zaorkên me û jin wê çawa li cihekî ewle bijîn?”
Şîrîn Îbîş anî ziman ku dema êrîşan destpê kirin bi bihîstina dengê çekan ew neçar man ji mala xwe derkevin û ji bo ewlekariya gel biryar hate dayin Şehba bê valakirin: “Em destpêkê çûn Fafînê, piştre jî berê xwe dan Xaçerêya Ehdasê. Bi tirs û fikar ji bo ewlekariya jiyanê em bi rê ketin.”
‘EM JI MIRINÊ RIZGAR BÛN’
Şîrîn Îbîş diyar kir ku hin xêrxwazan hewl dan wan bixin hundirê wesayita xwe, lê di vê kêliyê de çeteyan hewl dan wan zevt bikin û got, “Çete gelekî nêz bûn, fîşekên wan hindik mabû ku li me bikevin. Bi hevjîn û zarokê xwe em li motorsîkletekê siwar bûn. Di kêliya dawî de ji mirinê rizgar bûn, lê belê em ê bi ku ve biçin?” Şîrîn Îbîş got, “Jiyaneke nediyar me gelekî diêşîne. Em hîn jî li rê û rêbazên jiyanê digerin.” Şîrîn Îbîş destnîşan kir ku wê hêviya xwe ti carî ji bîr neke û got, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”