Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Encamnameya şêwira li dijî dagirkeriyê hate eşkerekirin
Rojane

Encamnameya şêwira li dijî dagirkeriyê hate eşkerekirin

Di encama konferansa şêwira li dijî dagirkeriyê de banga berxwedaneke topyekûn û seferberiyê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li ser bang û vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) nûnerên Bİ dehan partî, rêxistin û sazİyên Kurdistanî, ji hemî pîşeyan bi sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetvan, nûnerên pêkhate û dîn û dînza) yên Kurdistanî kuxwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo helwestgirtin li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo xwedîderketina li berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, di 8’ê Tîrmeha 2024’an de, konferansek berfireh li ser tora “Zoom”ê pêk anîn. 

Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirkiyê di roja 15.06.2024’an de, li Başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da despêkirin. Di heman demê da sewqiyateke mezin ya leşkerî ber bi Başûrê Kurdistanê hate kirin û ew sewqiyat berdewame. Mixabin rêveberiya PDKê rêyên fermî ji artêşa Tirk ya dagirker re vekirine, kontrola cihên ku artêşa Tirk lê ye, bi temamî radestî artêşa Tirk kiriye. Ji roja 25.06.2024’an vir ve jî, dagirkeriya dewleta Tirk derbazê merheleyekî dî bûye. Êdî weke hêzeke xweyê malê, bendên kontrolê (seytere – checkpoint) datîne û nasnameyên xelkê kontrol dike. Yanî êdî dagirkeriya xwe venaşêre û bi eşkere dide diyarkirin. Ev yek jî nîşan dide, her ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berfireh dibin, gav bi gav xak û deshilata Başûrê Kurdistanê dixe destê xwe. Li alê dî artişa Tirk zevî, bax û baxçeyên xelkê û xwezaya deverê dişewitîne, gundan bombebaran dike û yek bi yek gundan vale dike. 

Heta niha tenê rêveberiya PDK’ê alîkariya dewleta Tirk dikir, ev demeke hukumeta Iraqê jî bi awayekî dî bûye hevkarê dewleta Tirk. Dewleta Tirk sozên av û aboriyê dide hukumeta Iraqê. Bila Iraq baş bizane ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mejiyê neo Osmanî yê dagirker tevdigere. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîlî dagir bike ku projeyeke neteweperest û nijadperest e. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne, hewl dide şer giran bike, gelan li hemberî hev sor bike, atmosfera aştî û aramiyê têk bibe. 

Niha li deverên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê şerên giran rû didin. Hêzên Gerîla dijî dagirkerî û qirkeriyê, bi qehremanî û fedakariyek mezin li ber xwe didin. Em vê berxwedana bi wate û mezin, bi dilekî germ pîroz dikin. Ev êrîşên mezin ne tenê dijê hêzên HPG’ê ne, dijê hemî destketên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Di sêrî de Başûrê Kurdistanê di hedefa van êrişan de ye. Êriş li ser destketiyên gelê Kurd û nirxên Kurdistanê tê kirin. Her wiha ev êrîş li dijî serweriya Iraqê ye jî.

Armanca wan ji aliyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên dî) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagirkirî be. Eve sed salin, dewleta Tirk, netewevebûna Tirkî, li ser tûnekirina gelên dî ava dike.

Dewleta Tirk dijî hebûna Kurda ye, dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk di êrîş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jingeha (ekoloji) Kurdistanê, hedef digre û xirab dike.

Dewleta Tirkiyê sala 2017’an, di êrişa Iraq ê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên dî yên dabirayî da, piştevaniya hukumeta Bexdayê kir. 

Di êriş û dagîrkeriya DAIŞê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrîşa Kobanê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAIŞê dikir. 

Dewleta Tirk, dijî Kantonên Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûriye yê, ji serî de û heta niha, di pozisyoneke êrişkar de ye. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî, ji sedan zêdetir baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan dijê deskevtiyên gelê me kar tîne. 

Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrîşeke mezin kiriye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û bertek kêmin. Sêrîde rayedarên PDKê, hinek rayedarên hukumeta herêma Kurdistanê, kesên hevkariya dewleta Tirk dikin û hinek dezgehên ragihandinê yên nîzingê wa, dixwazin rewşê normalîze bikin û rastiyê berûvajî bikin. Ev metirsiyek mezine û ev reşw ti awayî nayê qebûlkirin. Pêwîste ev rewş ji rêzê neyê dîtin, duvê ev bê dengî, bê şkênandin û li hember dagirkeriyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekîtiyek xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrîşan têkbibin. Dewleta Tirk ne ewqas xurt e, bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têkbibin. 

Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkeve holê. Ji bo vê jî divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkeriyê xwedî helwest bin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengiya aktorên siyasî yên navdewletî jî biguhere. 

Şêwira Dijê Dagirkeriyê, bi giringî û lezgîn vê bangê dide gelên Kurdistanê û Cihana humanîter û demokratîk:

Dewleta Tirk bi van êrîş û dakirkeriya xwe, dixwazi hemî destketiyên gelê Kurdistanê têk bibe û gelê Kurd bi jenosîdê re derbaz bike. Em beşdarên Civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta Tirk bi hesasî nîzing dibin, bi hemî imkanên xwe dijê vê êrîşê radiwestin û li gel Hêzên Parastina Kurdistanê cihê xwe digirin.

Bêtifaqiya navxweyî ya Kurdistaniyan, çeperê parastina destkevtên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Ev herî dawiyê di dagirkirina Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serkevtinê vedike ku ev jî di parastin û serkevtina Kobanê da hate dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga xurtkirina yekîtiya neteweyî dubare dike. 

Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevaniyeke xurt li Hêzên Parastina Kurdistanê bête kirin û bi germahiya parastina Kobanê, dijî dagîrkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bête rawestan. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat, divê xebateke xurt ya dîplomasiyê ya hevgirtî, ya neteweyî û niştimanî bête kirin.

Pêvajoya ku em tê de ne ew pêvajo ye ku li hemberî êrişên qirkirinê yên topyekûn, divê em li her derê berxwedaneke topyekûn bikin û bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê. Civîn, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, bang li Kurdistaniyan dike ku şev û roj bi hemî şêweyên kar û xebatê, di nava çalakiyan de cihê xwe bigrin û di tenîşta hêzên berxwedêr de rawestin û li her derê berxwedana topyekûn bilind bikin. 

Civîn, bang li Serokatî, Parlamento, Hukumeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên Kurdistanî û hemî xelkên herêmê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û hêzên ordiya Tirk ji başûrê Kurdistanê derxin.

Civîn, bang li dewleta federal ya Iraqê dike ku hevkariya dewleta Tirk neke, peymanên sînor derbazkirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyê re hatîn çêkirin betal bike, dijî dagîrkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer yên dewleta Tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta Tirk ji nav tixûbên dewleta federal ya Êraqê, tedbîrên pratîk bistîne.

Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, helwest bigre û şermizar bike.

Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd bê deng nemînin û helwest bigrin.

Civîn, bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dike û dibêje “di şerên Kobanî, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ewe hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê Kurd bi pişgirtina we heye”.

Civîn, daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistanê dike ku muameleyên aborî li gel Turkiyê nekin, turîzma Turkiyê boykot bikin.

Em kes û nûnerên li vê kombûnê da amade, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk helwest digrin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastina Kurdistanê careke dî dubare dikin û dibêjin “parastina deverên Metîna, Zap û Avaşîn, parastina hemî Kurdistanê ye, emê bi hemî imkanên xwe ve xwedî li vê berxwedanê derkevin. Herweha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayetên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê em hê bêhtir xwedî li pêngava azadiyê derkevin’
Nûçeya Pişt re Kalkan: Divê em her derê bikin qada şer û berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

7 fedaiyên Girê Sor

Berxwedêran bi pêşengiya fermandar Botan û Zinarî 80 rojan Girê Sor veguherandin keleha berxwedanê. Sekna…

Ji aliyê Stêrk TV

Hewldana sûîqesta li dijî Trump: Li ser X’ê teoriyên komployê, gelo Musk destûrê dide?

Hate ragihandin ku li ser medyaya dijîtal a Elon Musk ya bi navê X’ê, têkildarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Walîtiyê ketina Erzînganê asteng kir: 4 kes hatin binçavkirin

Walîtiya Tûncelî nehişt ku endamên DEM Partî, ESP û Komeleya Hawirdorê ya Dersîmê xwe bigihînin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?