Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Basil Elî El Hemûd ê duh (9ˈê Cotmeh 2024) di encama qezayeke trafîkê de li Tebqayê şehîd bûbû bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Tebqayê hat veşartin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, saziyên civak û rêxistinên ciwanan, tevî bi sedan şêniyên kantona Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê yên Kantona Firatê Heqî Efrîn axivî.
Heqî soza şopandina xeta şehîdan da û got: ” Em di qonaxeke nû re derbas dikin, dijminên me pir dibin, lê em lê li hemberî wan bisekinin û bibin mertalên asê yên welat.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û bi bîr xist ku projeya demokratîk a li herêma hatiye avakirin berhemên keda şehîdan e. El Omer anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê heya serketinê berdêlên giran bidin.
Di merasîmê de serokê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Ebdulmutelib Betran jî got, cihê şehîdan bihuşt e û tu carî namirin.
Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û tilîliyên dayikan hat veşartin.