Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partî biryarên darvekirinê şermezar kirin
Jin

Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partî biryarên darvekirinê şermezar kirin

Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, li dijî darvekirinan li ber Sefaretxaneya Îranê çelengên reş danîn û gotin ew ê li dijî vê pêkanîna dijî mirovahiyê bi hev re têbikoşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê bidin, li ber avahiya Sefaretxaneya Komara Îslamî ya Îranê xwestin daxuyanî bidin. Polîsan li vir xwest daxuyaniya ku ji aliyê jinan ve bê dayîn, asteng bikin. Li ser vê yekê jinan çalakiya li ber sefaretxaneya Îsraîlê bi bîr xistin û diyar kirin ku ew ê li wir daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê polîsan ku xwest jin neçin ber sefaretxaneyê, bi mertalan jin daf dan. Jinan li ber mertalên polîsan bi wêneyên jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn rakirin û li ber mertalên polîsan daxuyaniya xwe dan.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Enqerê Tatligul Gul wiha axivî,
 
“Em îro li vir kom bûn û dengê xwe bilind dikin ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammed ên ku di 23’ê Tîrmehê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin cezakirin. Pexşan Ezîzî ku niha di girtîgehê de ye û li benda bicihanîna hukmê darvekirinê ye, di nameya xwe de banga hestiyariyê li raya giştî ya cîhanê dike û dibêje, ‘Ez û Şerîfe Muhammed, jinên din ên li benda darvekirinê ne, em ne jinên yekem û dawîn in ku tenê ji ber lêgerîna jiyanek azad û birûmet bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin, lê bêyî bedel azadî ne pêkan e. Buhayê azadiyê giran e.Sûcê me yek kirina Jin jiyan azadî ye.’ Bi vê çelenga reş, em helwesta rejîma serdest a mêr a Îranê li dijî cesaret, berxwedan û têkoşîna hevalên me ya mafdar protesto dikin.
 
‘LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN, EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’
 
Tatlîgulê diyar kir ku ew weke jin tundiya ku tê kirin şermezar dikin û got, “Em careke din teqez dikin ku cezayên bi vî rengî zerarê dide rûmeta mirovan. Dengê Pêşxan û Şerîfe jî mîna berxwedana Jîna Mahsa Emînî wê ji vir jî bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bigihêje hemû cîhanê. Banga me ji hemû cîhanê re ev e: Li hemberî vê zilma li Îranê bêdeng nemînin! Werin em bi hev re li dijî van pêkanînên dijmirovî li cem jinan, gelê Kurd û hemû bindestan têbikoşin. Em careke din bang li hikûmeta Îranê dikin: darvekirin cînayeta dewletê ye, dawî li van cînayetan bînin. Cezayên darvekirin yên ku li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammed hatine birîn, bi hurmeta hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan betal bikin.  Em weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê tu carî dest ji berxwedan û têkoşîna li dijî van cezayan bernadin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara destpêkê ya kovara ‘El Oma El Dimoqratiye’ hate weşandin
Nûçeya Pişt re Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî êrişê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin

Cenazeyê şehîdê çapemeniya azad Osman Kiliç, li qada hewayî ya Amedê ji aliyê malbat û…

Ji aliyê Stêrk TV

3 şervanên QSD’ê li Hesekê şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di teqîna duh li Hesekê de 3 şervanên QSD’ê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Divê Başûrê Kurdistanê û Iraq li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan!

KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir û desteser bike û di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?