Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe ji 28’ê Mijdara 2024’an û vir ve bê navber êrişî herêmê dike. Êrişa li ser Tişrînê ku binesaziyeke sivîl e û çavkaniya elektrîkê ya gelek herêman e, yekser sûcê şer e.
Dewleta Tirk ne cara yekê ye ku êrişî binesaziyên sivîl dike. Bi salan e bombeyan li santralên elektrîkê, nexweşxane, dibistan, febrîqe, qadên petrolê û navendên avê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Ev êrîş bandoreke giran li milyonan mirovî dike.
Bendava Tişrînê ku li herêma Minbicê ye, bi 115 km’yan dûrî bajarê Helebê ye, bi 80 km’yî jî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Bendava Tişrînê ku sala 1991’ê karê avakirina wê destpê kir, piştî 8 salan di sala 1999’an de dest bi hilberîna elektrîkê kir.
Beriya şerê li Sûriyeyê Bendava Tişrînê xwedî wê kapasîteyê bû ku bersivê bide pêwîstiya temamiya Sûriyeyê.
Bi taybetî di navbera salên 2014-2016’an de ku Minbic ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dagikirin, bendava Tişrînê derbeke giran xwar. Di dema pêngava rizgarkirina Minbicê de, çeteyên DAÎŞ’ê bi dehan caran hewl dan bendava Tişrînê hilweşînin.
Lê belê şervanên YPJ, YPG û QSD’ê ji bo zirar li bendavê nebe operasyoneke gelekî bi baldarî meşandin. Di Kanûna 2015’an de Bendava Tişrînê ji aliyê şervanên YPJ, QSD û YPG’ê ve hate rizgarkirin. Bendava Tişrînê ku bi salan elektrîk gihand xelkê herêmê, vê carê jî di bin gefa dewleta Tirk de ye.
Bendav ku çavkaniya bingehîn a enerjiyê ya herêmê ye, ji ber êrîşan niha tenê dikare elektrîka ji çemê Firatê tê hilberandin parve bike. Bi gotineke din, bendav di asta herî kêm de dikare xizmetê bike.
Elektrîka ku di rewşa heyî de ji çemê Firatê tê hilberandin digihêje navçeya Sirrînê, bajarê Kobanê, navçeya Ebû Qalqel a Minbicê û navçeya Cirni ya Tebqayê.