Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ev desthilatdarî ne rewa ye, em her kesê vedixwînin berxwedanê’
Rojane

‘Ev desthilatdarî ne rewa ye, em her kesê vedixwînin berxwedanê’

Partî û saziyên ku li dijî xespê daxuyanî dan, diyar kirin ku AKP-MHP desthilatdariya darbeyê ye, ne rewa ne û peyama mezinkirina berxwedanê dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Part, sazî, siyasetmedar û rêveberên herêmî nerazîbûn nîşanî xespa li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dan.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  

DBP’ê diyar kir ku tu hukmê biryara tayînkirina qeyûman ji bo wan tune ye û wiha hate gotin: “Îktîdara AKP-MHP’ê careke din bi rêya qeyûman îradeya gel tune hesiband û îradeya gel xesp dike.” DBP’ê destnîşan kir ku îktîdara AKP-MHP’ê di siyasetê de tune dibe û rêya xwexelaskirinê jî di şerê topyekûn ê li dijî gelê kurd de dibîne.

Bi domdarî DBP’ê da zanîn ku tiştekî rasthatî nîne ku di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an a li dijî siyasetmedarên kurd de qeyûm hatine tayînkirin. DBP’ê diyar kir ku îktîdarê konsepta darbeyê nû kiriye û tiştên îro diqewimin jî encama wê ye. DBP’ê diyar kir ku di ajandaya rejîma AKP-MHP’ê de ji bo kurd şer, qirkirina çandî û siyasî heye. DBP’ê wiha domand: “Xuyaye ku polîtîkayên qeyûm re di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dikin. Eşkereye ku îktîdara Erdogan-Bahçelî di nava wan hewldanan de ne ku pirsgirêka kurd bi darbeyên siyasî, operasyonên leşkerî û qirkirinên çandî û etnîkî çareser bikin.”

DBP’ê, tayînkirina qeyûman weke darbeya siyasî nirxand û wiha got: “Bi vê biryara xwe peyama ‘ez hikûmeta darbeyê me’ dane. Di rewşa heyî de îktîdara AKP-MHP’ê rewatiya xwe winda kirye. Lewma jî tu hukmê biryarên îktîdara nerewa didin ji bo me nînin. Em vê biryarê nas nakin û dê rê nedin xespa qeyûm. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bidomînin û xwedî li gel derkevin. Em ê serî li ber vê zordestiyê netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Dê rêbazên berê hatine ceribandin nekarin we xelas bikin. Têkoşîn û îradeya gelê kurd dê bi we bide windakirin.”

ÎHD: DI HILBIJARTINÊ DE TÊK ÇÛ, HEWL DIDE BI DARBEYÊ BI RÊVE BIBE

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî yên Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.  

ÎHD’ê, di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Polîtîkaya qeyûm darbeya li dijî demokrasiyê ye” de got ku îktîdar hewl dide şaredariyên ku nekarî di hilbijartinê de bi dest bixe bi rêya darbeyê birêve bibe. Bi domdarî ÎHD’ê bi bîr xist ku DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin bi ferqekî mezin bi dest xistiye. ÎHD’ê diyar kir ku tayînkirina qeyûm, nîşaneya israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. ÎHD’ê bang li îktîdarê kir ku dev ji vê polîtîkaya tayînkirina qeyûman berde û got: “Tayînkirina qeyûman, darbeya li dijî îradeya gel e. Li dijî van polîtîkayan em ê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bidomînin.”

MECLÎSA CIWANAN A DEM PARTIYÊ: EM BANG LI HEMÛ CIWANAN DIKIN KU LI BER XWE BIDIN

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî tayînkirina qeyûman, li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo xwedîderketina li îradeya xwe em li pêşiya şaredariyan e. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê xespê dengê xwe bilind bikin û vedixwînin berxwedanê. Dê qeyûmên dizek biçin. Dê hîmê bingehîn ê berxwedanê ciwan qeyûman bişînin. Aqilê dewletê yê qeyûm li bajarên Kurdistanê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirî dê li hemberî xwe berxwedana gelê kurd û dostên wan bibîne. Em bang li tevahiya gelê xwe û ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Her der Wan e, her der berxwedan.”

NERAZÎBÛN DEWAM DIKIN

Her wiha li ser medyaya dîjîtal jî nerazîbûnên li hemberî vê xespa îradeyê, dewam dikin.

OHD: Ev xespa li hemberî îradeya gel nayê qebûlkirin.

Baroya Amedê: Em bang dikin ku dawî li lêpirsînên derhiqûqî bê anîn û ti serî li pêkanînên qeyûm nede.

Platforma Jin Bi Hev re Xurt in: Em ê destûrê nedin rejîma qeyûm!

TJA: Em ê di her şert û mercê de mafê xwe bistînin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Hatîce Denîz Aktaş, Piştevaniya Mor, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal jî nerazîbûn nîşanî xespa îradeyê dan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Esenyûrtê alîkarên şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Nûçeya Pişt re KNK’ê li dijî desteserkirina îradeya gel nerazîbûn nîşan da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Hejmareke zêde ya teknîka dagirkeran hate îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encama çalakiyan de hejmareke…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Senar Garzan û rola wî ya di berxwedana Farqînê de

Tevî ku xwedî tecrûbeyên gerîlatiya salên dirêj nebû jî taktîkên hevrê Senar ên di berxwedanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê erd hejiya

Li Stenbolê bi hêza 4 erd hejiya. AFAD'ê ragihand ku erdhej li Marmara Ereglîsî (Tekirdag)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Efrîkaya Başûr êrişa çekdarî: 11 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Laleş Êzidî: Hevalê Mazlûm têkoşîneke pîroz meşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?