Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Dilovayê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Erzîncan binpêkirin bi dawî nabin: Lêgerîna tazî, qedexeya axaftina bi Kurdî û tecrîd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Savaş Çelîk: Hate revandin, êşkence dît, tevî ku sûcên li ser wî bêbingeh in jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de herî kêm 6 hezar û 94 binpêkirina maf pêk hatine

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel ji bo dengdanê diçe Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên Garê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Romayê festîvala Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Şeva Çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê Festîvala Çand û Dîroka Kurd hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Rojên Fîlmên Serçavan’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Federasyona Gaziyan nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Rojava

Federasyona Gaziyan nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdên xwe Ferhad Kobanê yê 8’ê Kanûnê li Minbicê û Cano Şedadê yê 21’ê Kanûnê li Til Berak şehîd bû, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  derbarê şehadeta du hevrêyên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di vê pêvajoya ku li herêma me guhertin û veguhertinên girîng çêdibin de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di encama wan êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk û çeteyên wê de 8’ê Kanûnê li Minbicê hevalê me Ferhad Kobanê (Mustefa Huso), 21’ê Kanûnê hevalê me Cano Şedadê (Basil Ebdulrehîm Dawid) şehîd bûn.

Em her du hevalên xwe yên gaziyên şer ên heya dawiyê di nav berxwedana ji bo şeref û rûmeta gelan de cih girtin bi rêzdarî bi bîr tînin.

ŞEHÎD FERHAD KOBANÊ

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama berdêlên pir giranbiha de navê xwe li dîroka bi rûmet a mirovatiyê de nivîsandiye û ji bo hemû bawerî û gelan bûye çavkaniya azadî û rizgariyê.

Tevahî destketî û pêşketinên şoreşa me bi saya ked û hewldanên hevalên me yên şehîd ava bûne û mayînde dibin. Şoreşa me ya li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêbertiya me xwe ava dike, ji gelan û baweriyan re ku bûye hêviya jiyaneke herî bi rûmet, ji bo hêzên serwer ên desthilatdarperest û dewletperest jî bûye tirseke mezin. Lewma şoreşa me dibe hedefa êrîşên herî hovane yên dagirker û hevkarên wan.

Dewleta Tirk a faşîst a yek ji dijminê sondxwarî yê vê şoreşa me ye, bênavber êrîşên xwe didomîne. Hewl dide çi tişta li ser navê wekheviya gelan û jiyana li ser esasê paradîgmaya Rêbertî hebe ji holê rake.

Di encama wan êrîşên hov ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li hember Minbicê de hevalê me yê gaziyê şer Ferhad Kobanê (Mustefa Huso) 8’ê Kanûnê gihişt şehadetê.

Hevalê me Ferhad ê timî bi duristî, fedakarî û dilsoziya xwe ya bi xak û mirovan dihat naskirin jî yek ji qehremanên destana berxwedanê ya li hember wan êrîşên hov e. Em ê ti carî hevrêyê xwe yê hêja Ferhad ji bîr nekin û ala wî timî bilind bikin.

Hevalê Ferhat ê sala 2013’an cihê xwe yê di nav refên şoreşê de girt, li gelek qadan xebat meşand. Heval Ferhad ê di nav refên şoreşê de gelek caran birîndar bû jî dest ji têkoşînê berneda. Ji berê zêdetir ket nav kar û xebatên têkoşînê.

Weke gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em soz didin hemû gelên xwe ku em ê tola hevalê xwe Ferhad rakin. Em ê çeteyên hov û hêzên dewleta Tirk a dagirker ji axa xwe derxin.

Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku rastiya şehîdan pir baş fêm bikin, bi xurtî li wan xwedî derkevin, li ser esasê xeta şehîdan xwe ji her demê bêhtir rêxistin bikin û têkoşînê bilindtir bikin.

Li ser vî esasî di serî malbata hevalê me Ferhad em ji tevahî gelên xwe re sersaxiyê dixwazin. Şehîdên me di berxwedan û têkoşîna me ya li hemberî dagirkeriyê de hêza me ya herî esasî ne. Me li ser şopa xeta şehîdan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Ji niha û şûn ve jî bi heman awayî em ê vê şoreşê biparêzin û pêş bixin.

ŞEHÎD CANO ŞEDADÊ

Hevrêyê me gaziyê şer Cano Şedadê (Basil Ebdulrehîm Dawid) 21’ê Kanûnê, li Til Berekê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov a biçek de gihişt şehadetê.

Hevalê me Basil ê ji herêma Şedadê ya navçeya Hedadiyê ye, di nav malbateke welatparêz a xwedî hestên şoreşgerî de mezin bûye. Heval Basil ê sala 2016’an tevlî nav refên QSD’ê dibe bi wêrekî, jîrbûn û duristiya xwe di dilê her hevrêyên xwe de cih girt.

Hevrê Basil ê di demeke kurt de xwe di felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de pêş xist, li ser esasê neteweya demokratîk û xwişk-biratiya gelan bi xwestek û dilsoziyeke mezin têkoşîn meşand, di hemleyên li herêma Reqa, Dêrazorê û gelek qadên cuda de cihê xwe di refên herî pêş de girt.

Heval Basil sala 2019’an di êrîşeke nemerdane ya çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû. Weke gaziyekî şer ku parçeyek ji bedena xwe dabû, li ser bingehê ‘gazî şehîdên zindî ne’ bi hemû kar û xebatên şoreşê rabû.

Di vê pêvajoya dawî ya li Sûriyeyê ku geşedanên girîng rû dan û dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên girêdayî xwe re li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber êrîşên xwe didomîne, heval Basil rojekê jî xwe paşde neda û timî li ser erka xwe bû.

Helbet çeteyên DAÎŞ’ê çawa li hember berxwedana gelan têk çû, wê dewleta Tirk û hevkarên wê jî têk biçin. Wê dewleta Tirk a dixwaze herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi xwîna bi hezaran şehîdan û bi keda bi sedan gaziyan ava bûye dagir bike, wê hesab bide gelên me.

Weke gaziyên şer em ê ti carî hevrêyê xwe Basil ji bîr nekin. Heya dawiyê em ê bi hemû erk û wezîfeyên xwe rabin, xwedî li ked şoreşa gelên xwe derkevin. Em ê têkoşîna şehîd Basil bi serketinê tacîdar bikin

Careke din di şexsê heval Basil de em soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina şoreşê didin. Li ser vî esasî di destpêkê de ji malbata hevrêyê me Basil, ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd de bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Mustefa Huso

Nasnav: Ferhad Kobanê

Navê Dayik: Wehîde

Navê Bav: Elî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 08.12.2024/Minbic

………….

Nasnav: Cano Şedadê

Nav û Paşnav: Basil Ebdulrehîm Dawid

Navê Dayikê: Tirfe

Navê Bav: Ebdulrehîm

Dîrok û Cihê Şehadetê: 21.12.2024/Til Berek

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika Cîhan Bîlgîn: Keça min bo gelê xwe canê xwe feda kir
Nûçeya Pişt re Kompanya Çetir: Li dijî dewleta Tirk divê helwesteke cidî bê nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Banga ji bo kampanyaya alîkariya ji Rojava re: Divê hemû gelê me seferber bibe

Hevserokê Amedê yê DBP’ê Mehmet Şirîn Gurbuz ji bo kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûne, radestî malbatan hatin kirin

Cenazeyên 3 gerîlayên li herêma Herekol a Sêrtê di bombebarana dagirkeran de şehîd bûn, radestî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li girtîgehan bêhiqûqî didome!

Selîm Yildirim ku birayê girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim e, nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiyên li girtîgehan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Dilovayê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên kantona Firatê sersaxî dan du malbatên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Romayê festîvala Nagîhan Akarsel

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?