Kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirt, lê belê serhildêrên Hûsî yên li Yemenê ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şerê Xezeyê û vir ve ragihand ku ew piştgiriya Fîlîstîniyan dikin û beriya niha jî li hemberî Îsraîlê gelek êrîş kiribûn.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, “Fuzeyeke ji bejahî ber bi hewayê ve dihate avêtin, yekser ji nava Îsraîlê derbas bû û li qadeke vekirî ya ku piştre hate tespîtkirin, ket.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiye.
Meha Tîrmehê Hûsiyan bi balafireke bêmirov êrîş biribûn ser Tel Avîvê û di encamê de sivîlekî Îsraîlî hatibû kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî weke bersivdanê di 20’ê Tîrmehê bombe li bendergeha Hûdeyde ya Yemenê barandibû ku ji aliyê Hûsiyan ve tê kontrolkirin.
Di destpêka meha Tebaxê de lîderê serhildêrên Hûsî yên li Yemenê ragihandibû ku wê teqez bersiv ji vê êrîşê re bê dayin.
Serhildêrên Hûsî bi mehan e li Kendava Adenê û Derya Sor êrîşê dibin ser keştiyên ku dibêjin ên Îsraîl, DYE yan jî Qraliyeta Yekbûyî ne.