Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelê Kantona Firatê bi coş Newrozê pêşwazî dikin
Rojava

Gelê Kantona Firatê bi coş Newrozê pêşwazî dikin

Bi boneya Cejna Newrozê gelê Kantona Firatê ji 1’ê Adarê ve xwe ji hatina wê rojê re amade dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Cejna Newrozê ew cejn e ku tê wateya serîrakirina li hemberî desthilatdariyê. Cejna serîrakirinan li hemberî Dehaqan e, berxwedan e. Cejna Newrozê dawîanîna Dehaqan e, ew dawîanîn ji bo hemû neteweyan  bû çirûska azadiyê bi taybet jî ji bo neteweya Kurd.

 

Hemû desthilatdariyên ku xaka Kurdistanê dagir kirine, xwestine ku neteweya Kurd tune bikin. Lê belê gelê me bi vîna xwe li hemberî van faşîst û dagirkerên Kurdistanê serî rakirin û di nava zehmettirîn şert û mercan de Newroza xwe pîroz dikin û  li dora agirê ku dawiya desthilatdariyê anî govenda azadiyê digerandin û ew govend jî ji hemû  desthilatdariyên faşîst re bû tirseke mezin.

Piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê gelê Kurd bi coş, bi rengê kesk, sor û zer Newroza xwe pîroz dikirin. Lê belê dîsa jî ew desthilatdariyên dagirker, tu carî nehîştine ku Kurd bi awayekî azad cejna xwe pîroz bikin û ew roj tim dihat qedexekirin. Lê belê bi dirûşma; ‘Berxwedan Jiyan e’ agirê Newrozê geş bû û bi dengê Ronahî, Zekiye Alkan û Rahşanan jî berdewam kir. Agirê Newrozê venamire û wê tu carî jî venemire.

Gelê Kantona Firatê jî piştî Şoreşa Rojava Newroza xwe êdî bi awayekî azad pîroz dikin û gelekî beriya cejnê bi kelecaneke mezin amadekariyên pîrozbahiyê û cil û bergên xwe yên gelêrî dikin.  Di şeva Newrozê de agirê azadiyê li her her derê xwe nîşan dide û govenda azadiyê ya li dora agirê azadiyê bi coşeke mezin tê gerandin.

Gelê Kantona Firatê jî ku ji meha destpêka sala 2024`an ve ji bo Newrozê amadekariyên weke cil û bergên gelêrî  û komên hunerî dikin.

Hevseroka Çand û Hunerê ya Baqî Xido Emîne Hisênê ji ANF’ê axivî û qala bernameya Newrozê kir û got ku mêvanên me jî ji bo Newrozê hene û wiha domand: “Ji bo amadekariyên Newrozê beriya sê heyvan em dest bi amadekariyên Newrozê dikin. Di bernameya Newrozê ya Kobanê de jî wê 9 beşên hunerî amade bin. Wê sê komên ji Navenda Çand û Hunerê ya  Baqî Xido yên bi navê Koma Gîvara, Koma Botan û Koma Hîlala Zêrîn a Şehîd Barîn amade bin. Wê hunermendê mêvan jî yên weke hevalê Baran, Silava Bozo, Aycan di pîrozbahiyê de cih bigirin û wê gelek komên din yên şano û govendê jî amade bin.”

Cildirûyê bi navê Ebdilselam Elî qala coşa gel ji 8`ê Adarê û Newrozê re kir û got: “Bi hatina Newrozê re gelê me eleqeyeke mezin nîşanî cil û bergên gelêrî dide. Gelek kes weke amadekiya cejna Newrozê ji xwe re cil û bergên gelêrî dide dirûtin. Ev 22 sal in ez cildirûtiyê dikim, bi hezkirin û kêfxweşî ez vî karî dikim. Sedema vê kêfxweşiya me jî em dikarin bibêjin ku Şoreşa Rojava ye.”

Li gorî agahiyên Komîteya Çalakiyan a Kantona Firatê, Newroza Kobanê wê li pesara Miştenûrê were pîrozkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalkan: Kes nikare vê rabûna azadiyê bisekinîne
Nûçeya Pişt re Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê li dijî febrîqeya paletê çalakiya sabotajê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efrînê binpêkirinên mafan dewam dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê…

Ji aliyê Stêrk TV

Beriya doza Ayşe Gokhan banga navneteweyî

Doza Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan ku bi awayekî girtî tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê êrîşên çekdarî: Herî kêm 46 kes mirin

Li eyaleta Nîjer a li navîn-rojavayê Nîjeryayê êrîşî sê gundan hate kirin û di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Rojavayê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Diyar Xemgîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Dîlan Şirnex li Kobanê û Hesekê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?