“Pêşnûme Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin. Pêşnûmeya ku ji aliyê AKP û MHP’ê ve hate pêşkêşkirin ji aliyê DEM Partî û CHP’ê ve hate îmzekirin. Pêşnûme wê 7’ê Tebaxê bigihêje Komîsyona Edaletê ya Meclîsê û bê nîqaşkirin. Eger li komîsyonê were qebûlkirin wê li Civata Giştî ya Meclîsê bê nirxandin.
Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk pêşnûme qanûna navborî nirxand û diyar kir ku sererastkirin gava destpêkê ya girîng a pêvajoyê li ser zemîna hiqûqê ye, lewma li gel kêmasiyên xwe jî destpêkeke gigrîng e. Şîlan Çelîk anî ziman ku pêvajo heta niha bi giranî bi gavên ji bo baweriyê dimeşiya û got, “Di pêvajoyê de ku nêzî du sal in dewam dike, cara yekê ye ku sererastkirineke hiqûqî dikeve rojeva Meclîsê. Beriya niha jî bêyî qanûnê hin gavên cihê baweriyê hatibûn avêtin. Lê belê ji ber ku ev yek bi metneke qanûnî hate kirin, li nava raya giştî erênî tê pêşwazîkirin.”
‘GAVA DESTPÊKÊ YA HIQÛQÎ YE KU JI ALIYÊ DEWLETÊ VE TÊ AVÊTIN’
Şîlan Çelîk pêşnûme qanûn nirxand û got, “Li gorî hin nirxandinan, metn hevgirtî nîne. Lê belê rast nîne ku ev yek weke tabloyeke neyînî ya pêvajoyê bê dîtin. Gava destpêkê ya pêvajoyê bi danîna çekan hatibû avêtin. Niha jî dewlet gaveke hiqûqî diavêje. Ji vî alî ve divê weke pêşketineke girîng bê dîtin. Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî afirandin. Ji bo civakê jî cihê baweriyê ye ku karîbûn li ser vê meseleyê biaxivin û li ser hin mijaran li hev bikin.”
‘LI GORÎ PÊWÎSTIYAN WÊ SERERASTKIRINÊN NÛ PÊWÎST BIBE’
Şîlan Çelîk destnîşan kir ku pêvajoya bicihanîna pêşnûme qanûnê wê diyarker be, bal kişand ser wê yekê ku qanûn xwedî demeke diyarkirî ye û ev nirxandin kir, “Kêmasî yan jî aliyên xurt ên vê qanûnê wê di dema bicihanînê de şênber bibe. Her wiha ji ber ku sererastkirin ji bo demekê ye, ev yek nîşan dide ku di dema pêş de wê sererastkirinên nû yên qanûnî bikevin rojevê. Di vê pêvajoyê de wê nebe qanûna yekan e. Li gorî pêwîstiyan wê sererastkirinên nû jî bibin pêwîstî. Di sererastkirinan de divê pîvana wekheviyê esas bê girtin. Aliyên pêvajoyê hemû divê bi rengekî hiqûqî bêne garantîkirin. Eger wê garantiyek bê dayin, ev yek divê ji bo her kesî be ku bêyî cihêkariyê bixe nava wan. Girîng e ku hem yên çek danîne hem jî hemû derdorên ku tevkariyê li pêvajoyê dikin xwe di nava garantiua hiqûqî de bibînin.”
‘DIVÊ JIN DI NAVA PÊVAJAOYÊ DE HEBIN’
Şîlan Çelîk ragihand ku tevlîbûna civakî wê ji bo serketina pêvajoyê diyarker be, pêvajoyên aştiyê ne ew pêvajo ne ku tenê ji aliyê aliyan ve bê meşandin û got, “Divê desteyên şopandinê yên serbixwe û civak karibin vê pêvajoyê bişopînin. Divê were şopandin bê pêvajoya vegerê wê çawa bi rê ve biçe, kesên vegerin wê garantiya xwe ya hiqûqî çi be û bi çi rengî beşdarî nava jiyana civakî bibe. Lewma avakirina desteyên şopandinê gelekî girîng e. Di nava sererastkirina qanûnî de nebe jî bi rêya înîsiyatîfên sivîl û platforman mekanîzmayên bi vî rengî dikarin bêne avakirin.”
Şîlan Çelîk diyar kir ku divê jin di nava van desteyan de bi roleke çalak rabin û destnîşan kir ku di pêvajoyên aştiyê de tevkariya jinan gelekî hêja ye. Şîlan Çelîk di dewama axaftina xwe de got, “Divê pêşnûme qanûn di vê mijarê de weke destpêka pêvajoyê bê nirxandin. Ev sererastkirin dibe ku bi tena serê xwe têrê neke, lê belê deriyekî girîng vedike.”

