Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevgirtina Akbelen û Tarim-Sen: Em ê Esra Işik ji destê dadweriya holdingê rizgar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Rojeva gel û meclîsê ne weke hev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li peravên Bodrûmê bota koçberan binav bû: 18 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê êrîşê gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Çam ê hat berdan: Bila hemû Kurd bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê çalakiya 4’ê Nîsanê: Ji bo meşa Amara û Gemlîkê bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê parzûngeha petrolê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyva Sor a Kurdistanê li wargeha Mexmûrê pêşdibistanek ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelên kantona Cizîrê li dijî komployê meşiyan, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin
Rojava

Gelên kantona Cizîrê li dijî komployê meşiyan, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê û Dirbêsiyê yên Kantona Cizîrê meşên girseyî hatin lidarxistin, komplo hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê û Dirbêsiyê bi hezaran kes di salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya (15 Sibat 1999) li dijî Rêber Apo bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” daketin qadan. Di çalakiyan de pankartên bi nivîsên “Êrişa 6’ê Çileyê ya li ser Rojava komplogeriya duyemîn a 15’ê Sibatê ye” hatin vekirin.

Tevahî pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan ku dikanên xwe venekirin, beşdarî çalakiyên şermezarkirina komployê bûn.

DÊRIK

Bi hezaran kes ji şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ji qada Azadî ber bi kolana Kornîş ve meşiyan. Di meşê bênavber dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwdana Rêber Apo Ocalan hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer sekinî û deqeyek rêz hat girtin.

Li vir endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah têkbirina doza kurdî û îradeya gelê Kurd bû. Aldar Xelîl destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê li cîhanê û Rojhilata Navîn deng veda û got, ramanên Rêber Apo ji pirsgirêkên asêmayî re çareserî ne.

 Aldar Xelîl di dewama axaftina xwe de êrişên 6’ê Çileyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê wekî komploya duyemîn li dijî gelê Kurd bi nav kir û got “Mudaxleya Rêber Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê û sekna bi mîlyonan gelê Kurd a li hemberî êrişên li ser Rojava hevsengiyên hêzên navneteweyî dan guhertin û hişt ku tifaqên li dijî hebûna gelê Kurd ji holê rabin.”

Mitîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Apo û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê ji qada Şehîd Xebat heya sûka navendî meşiyan.

Meş li sûka navendî veguherî mitîngê. Bi navê Însiyatîfa Gel Jiyan Hisên axivî û diyar kir ku komplo dê bandorê  gelê Kurd neke.

Jiyan Hisên destnîşan kir ku berdewama tecrîda li ser Rêber Apo li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne. Jiyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Jiyan Hisên her wiha anî ziman ku dê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya tevahî civakê ye, em ê heya pêkanîna vê armancê têkoşînê mezin bikin.”

Mitîng bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê, şênî li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê kom bûn. Di çalakiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso diyar kir ku komployên li dijî Rêber Apo di çarçoveya siyaseta şikandina îradeya gelê kurd de pêk hatin.

Hiso diyar kir ku îradeya gel bi tecrîdê nayê têkbirin û bi şert û mercên dijwar nayê vemirandin. Her wiha destnîşan kir ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê hatiye ferzkirin nikariye ramanên ku ji hêla rêber ve hatiye pejirandin bi dawî bike, lê belê veguheriye qadeke ji bo raman û çêkirina projeyek li ser bingeha Neteweyeya Demokratîk.

Hiso da zanîn ku gelê Kurd ligel gelên herêmê dikarin modelek jiyana hevbeş li ser bingeha edalet, wekhevî û rêzgirtina ji bo cihêrengiyê ava bikin. Hiso destnîşan kir ku ev fikir li Rojava bi rêya rêxistinkirina civakê û xurtkirina rola jin û ciwanan di biryardanê de pêk hatiye û projeya demokratîk ji ramanek teorîk kiriye ezmûnek pratîkî.

Çalakî bi dirûşmên ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibat  li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê kom bûn.

Şêniyan ku wêneyên Rêber Apo bilind kirin di kolanên sereke yên bajêr re meşiyan û dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kirin.

Dema ku gihîştin rêya sereke ya M4, meş veguherî mitîngê. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û got, “Em îro ji bo şermezarkirina komploya li dijî rêberê projeya azadiyê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û azadiya wan, kom bûn.”

Koçer komplo wekî hewldanek ji bo şikandina têkoşîna gel û îradeya wan a azad nirxand  û wiha dewam kir, “Em ê li hember hemû cureyên tecrîd û polîtîkayên ku dixwazin dengê gel bêdeng bikin, tê bikoşin. Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo azadiya hemû gelên herêmê bidomînin.”

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya bajarê Zirganê Semah Hemadî jî got, “Em îro li vir kom bûne da ku dengê xwe li hember komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û li dijî hemû polîtîkayên ku heta roja îro jî hewl didin îradeya gel û destkeftiyên wan têk bibin, bilind bikin.”

Mitîng bi berzkirina dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

ÇILAXA

Li bajarê Çilaxayê jî bi beşdariya bi sedan kesî mitîngek li qada Şehîd Mahsûm hat lidarxistin.

Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Însiyatîfa Gel Kenan Berekat axivî û got, hêzên navneteweyî bi armanca ku gelan di serî de gelê Kurd di bin nîrê koletî û qirkirin, asîmîlasyonê de bihêlin û bê îrade bikin, komplo li dijî Rêber Apo pêk anîn.

Kenan Berekat destnîşan kir ku gelê Kurd bi xwedîdertina li Rêber Apo û şopandina fikr û felsefeya wî komplo têk bir.

Berekat diyar kir ku êrişên çileyê yên li ser Rojava berdewama komployê ye û anî ziman ku armanc têkbirina gelan û projeya neteweya demokratîk bû. Her wiha îşaret pê kir ku yekitiya gelên herêmê komplo pûç kir.

Kenan Berekat di dawiya axaftina xwe de got, dê heya mîsogerkirina mafên gelê Kurd di destûrê de û azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî bi sedan Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Girseya ku bênavber dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd berz kirin, ji pêşiya avahiya Meclisa Bajar heya pêşiya avahiya Navenda Perwerdeyê meşiyan.

Li ber avahiya Navenda Perwerdeyê deqeyek rêz hat girtin, piştre hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê Telet Yûsif axivî. Yûnis anî ziman ku armanca komployê şikandina îradeya gelê Kurd û sepandina mêtîngeriyê li Rojhilata Navîn bû.

Telet Yûnis bal kişand ku êrişên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand “Rêber Abdullah Ocalan tevî tecrîdê, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk li hemberî van siyasetan sekinî. Hîna jî ji bo yekrêziya Kurdî û lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî dixebite.”

Mitîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Dirbêsiyê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo meşek li dar xist.

Şêniyan bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ji qada Şehîdan br bi rêya Amûdê ve meşiyan.

Meş li ser rêya Amûdê sekinî. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat giritn. Piştre endama Însiyatîfa Gel a Cizîrê Gulistan Gulo axivî. Gulistan Gulo komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz bû, lê gelan komplo vala derxist.

Gulîstan Gulo di dewama axaftina xwe de got: “Em derbasî pêvajoyek nû bûne. Rêber Apo vê pêvajoyê wekî komploya duyemîn bi nav dike. Di vê pêvajoyê de projeya neteweya demokratîk tê hedefkirin da ku şerekî navxweyî di navbra pêkhateyan de çêbikin û destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibin.”

Gulîstanê anî ziman ku xetereya li ser herêmê hîna heye û wiha pê de çû “Çawa yekitiya neteweyî li ser asta Kurdistanê û cîhanê pêk hat, divê civakê bi hevgirtinê li hemberî komploya duyemîn jî bisekine. Divê her kes ji bo şikandina komploya navneteweyî û parastina destkeftiyên şoreşê asta têkoşînê bilind bike.”

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûsya: Me di du hefteyan de 12 gund bi dest xistin
Nûçeya Pişt re ‘Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê bi girseyî serdana goristanên hatin xerakirin bê kirin’

Aktîvîstê Înîsiyatîfa Hurmeta li Miriyan Mûhîttîn Mûgûç bang kir ku bi rengekî girseyî serdana wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Kolombiya wê firotiya komir a ji Îsraîlê re, betal bike

Serokdewletê Kolombiyayê yê çepgir Gûstavo Petro ragihand ku ji ber şerê ku li Xezeyê dewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

UNICEF: Bikaranîna dibistanan bo navendên demkî siberoja zarokan tehdît dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump: Em bi rengekî cidî difikirin ku xwe ji NATO’yê vekişînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê êrîşê gorên şehîdan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?