Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê nû yê Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ma cihê girtiyên nexweş hucre ne?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterê DEM Partiyê çû serdana girtî Evîn Zapsû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê operasyona dewleta Tirk a li hemberî siyasetmedarên Kurd şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîla: Newroz afirandina ruhê berxwedanê ye
Kurdistan

Gerîla: Newroz afirandina ruhê berxwedanê ye

Gerîlayên azadiyê diyar kirin ku Newroz ji bo wan tê wateyeke gelekî mezin û gotin, "Em Newrozê li gorî wateya xwe pîroz dikin. Newroz afirandina ruhê berxwedanê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Newroza 2025’an bi dirûşmên ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘ Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ ji aiyê bi milyonan mirovî ve bi coş tê pîrozkirin. Gerîlayên azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, Newrozê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Gerîla dibêjin, Newroza vê carê wê bibe Newroza pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Ferman Penaber: Newroza 2025’an di serî de li afirînerê azadiyê Rêber Apo, li gelê me, girtiyên azadiyê, hevrêyên li çeperên berxwedanê şer dikin, di şexsê Mazlûm Dogan, Rahşan û Zekiye de li şehîdên azadiyê yên Kurdistanê pîroz be. Bawerî û biryardariya me hêzên HPG’ê tam e. Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Rêberê me û Kurdistanê. Ji bo ev Newroz ji gelên mezlûm re bibe Newroza azadiyê em ê têbikoşin.

Newroz ji bo me xwedî cihekî taybet e. Weke ku tê zanîn di dîroka me de Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqê zalim bi ser ket û agirê Newrozê yê azadiyê dada. Di serdema heyî de jî Mazlûm Dogan weke şopdarê Kawayê Hesinkar li zindana Amedê çirûska destpêkê vê xist û agirê Newrozê ji nû ve geş kir. Di encama fedakariyeke mezin a Rahşan, Zekiye û gelek hevalan de Newroz îro ji aliyê bi milyonan mirovî ve tê pîrozkirin. Em bi saya wan gihîştin vê astê. Newroz azadî ye, ji bo me cejna neteweyî ye. Newrozê careke din li Rêbertî û hemû gelên herêmê pîroz dikim.

Delîl Hawar: Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyan û gelê me pîroz dikim. Em ê Newrozê bi ruhê şoreşgerî bikin bingeha azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Bijî Rêber Apo, Bijî Newroz.

Mahîr Apocî: Newroza 2025’an li afirînerê azadiyê li Rêber Apo pîroz be. Her wiha cejna Newrozê li gelê me, li hevrêyên li çeperan li ber xwe didin pîroz dikim. Em hêvîdar in ku Newroz bibe wesîleya azadiyê ji gelên Kurdistanê û herêmê re. Em bi vê biryardariyê nêzî Newrozê dibin. Bijî Rêber Apo, Bijî Newroz.

EM JI AŞTIYÊ RE JÎ JI ŞER RE JÎ AMADE NE

Mazlûm Çiyager: Di serî de Rêber Apo em cejna Newrozê li hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê têdikoşin, li şehîdên azadiyê yên Kurdistanê û li gelê Kurd pîroz dikin, em soz didin ku em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin. Di sala 2025’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê têbikoşin, li ber xwe bidin. Armanca me ew e ku vê salê bikin sala azadiyê ya Rêber Apo û gelan. Di vê çarçoveyê de divê armanca me hemûyan azadî û civaka demokratîk be. Bi pêşengiya Rêber Apo bi metna ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ pêvajoyeke nû destpê kir. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê em heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji aştiyê re jî, ji şer re jî amade ne.

Newroz ji bo gelê me pîroz e, xwedî wateyeke mezin e. Newroz ji bo Kurdan serhildan e. Îro roja rizgariya ji dîktatorî, qirkirin û zilmê ye. Weke gerîla em li gorî wateya vê rojê pîroz dikin. Newroz ji bo me gelekî hêja ye, afirandina ruhê berxwedana me ye. Bijî Newroz, Bijî Rêber Apo.

Kûrtay Dêrazor: Newrozê li Rêber Apo, gelê Kurd, girtiyên azadiyê û li hemû hevalên li çeperan li ber xwe didin pîroz be. Newroz ji bo Rêberê me, gelê me û tevgera me xwedî wateyeke gelekî mezin e. Ji bo agirê ji aliyê hevalê Mazlûm Dogan ve hate vêxistin were geşkirin em ê têbikoşin. Ji bo çirûka Newrozê ya Mazlûm Dogan bi ser bixînin em ê bijîn. Çi dibe bila bibe, ji bo Newroza 2025’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê şer bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li hemberî Îmamoglû lêpirsîneke din hate destpêkirin
Nûçeya Pişt re Li Amedê gel ber bi qada Newrozê ve diherike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

Rojnivîsên Jîndar Ezgî ku bi navê "Welatê min ê çîrokê" hate weşandin, qala dilekî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Agir bi avahiya Ronahî TV ket

Agir bi avahiya navendî ya Ronahî TV ket. Ji ber şewatê herikîna weşanê bi demkî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 23’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?