Li gorî nûçeya Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyê îro danê sibê li ser malpera xwe ya fermî weşand, îdîakirin ku di şerê li bejahiya Elbakê ya Wanê de 3 gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîd bûne. Hat hînbûn ku gerîlayê bi navê Demhat Şêro Welat (Îlyas Ayaz) sax e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, Îlyas Ayaz bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku rewşa wî baş e û li ser hişê xwe ye.