Greva birçîbûnê ya girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2023’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, di roja 109’emîn de ye.
Ji girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê tê ragirtin Feyyaz Başak bi malbata xwe re axivî û qala zext û êşkenceyê kir. Feyyaz diyar kir ku divê parêzer serdana girtîgehan bikin û ji raya giştî jî xwest ku bala xwe li ser mijarê be. Feyyaz Başak diyar kir ku girtiyên ketine greva birçîbûnê li hucreyan têne bicihkirin.