În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên PKK û PAJK’î: Em ji bo têkoşînek hê radîkaltir û berxwedanê bang dikin
Rojane

Girtiyên PKK û PAJK’î: Em ji bo têkoşînek hê radîkaltir û berxwedanê bang dikin

Girtiyên PKK û PAJK'î gotin, "Li dijî rastiya Komploya Navneteweyî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em banga têkoşînek ratîkaltir û mezinkirina berxwedanê dikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

BERXWEDAN HAT SILAVKIRIN: EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA DAYIKAN DERKEVIN

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Bi ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re ya li dijî Rêber Apo ku bi paradîgmaya Civaka Demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jin re ku ronahiya tevahiya mirovahiyê ye û bi destê hêzên komploger ên navneteweyî hatî pêk anîn 25 sal derbas bûn. Di salvegera komployê de ku 25 sal li pey xwe hişt, em hêzên komploger şermezar dikin û careke din diyar dikin ku em weke girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK’ê di salvegera 26’an a komployê de em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya azadiyê bilind bikin. Di pêvajoya komployê de ku ev 25 sal in bênavber dewam dike, gelek şehîdên giranbuha hatine dayîn û li dijî komployê toreke berxwedanê ya mezin hatiye avakirin, em careke din di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê girêdana xwe û têkoşîna xwe mezintir bikin. 

Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku ev 25 sal in giran û kûr tê meşandin, Rêbertiya me li dijî teslîmkarî û serîtewandina ku ji aliyê hêzên komploker tê ferzkirin, hem hêzên komploger têk bir û hem jî bi Manîfestoyên Civaka Demokratîk re modelên bingehîn ên raman û rêxistinbûna azadiyê pêşkêşî gelan kir. Tevî berxwedana dîrokî û bi rûmet a Rêber Apo, gel bi taybetî gelê me rabû ser piyan û bi rihekî mezin ê berxwedanê daket qadan û bi xwedîderketina li Rêbertiya me re helwesta xwe ya bi rûmet nîşan da. Li zindanên ku dewleta mêtinger û çete ya Tirk ji bo xwe kiribûn cihên teslîm girtinê û îrade şikandinê, milîtanên leheng û berxwedêr ên Rêber Apo bedena xwe kirin gokek ji agir û bersiva herî zelal dan komplogeran. Ew jî çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bûn. Îro jî ev kevneşopî di asta navneteweyî û herêmî de berdewam dike. Gel bi pêşengiya jinan, bi çalakiyên xwe ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de di 27’ê Mijdarê de em weke girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK’ê tevlî vê berxwedana azadiyê ya li zindanan bûn û berxwedan û têkoşîna me bi moral û hêza ku ji Rêber Apo, gelê me yê hêja û gerîlayên me yên qehreman wergirtî mezin dibe. Em weke fedaiyên Rêber Apo, berxwedana tevahiya gel û bi taybetî meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketine qadan silav dikin. Dîsa em berxwedana dayikên birûmet ên ku çalakiya Nobetên Edaletê ku bi biryardariyek mezin ji bo azadiya Rêbertî tên dewamkirin silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Di serî de gelê me, divê hemû aliyên demokratîk, sosyalîst û kesên ku ji bo xwe dibêjin ez mirov im, xwedî li çalakiya dayikan a rûmet derkevin. Em têkoşîna leheng û qehremanên HPG û YJA Starê yên ku bi ruhê fedaî ya li ser esasê rastiya Rêber Apo teşe girtiye, ji bo ku Kurdistanê azad bikin li ber xwe didin û rê nadin dijmin çavên xwe vekin, silav dikin. Bi hêza ku em ji bilindahiya çiyayan digirin, têkoşîna me her ku diçe mezin dibe. Kurdbûna azad a ku dihat xwestin di şexsê Rêbertiya me de bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an bê bidawî kirin, di sala 26’an a komployê de bi berdêlên giran destkeftiyên mezin bi dest xist û dengê xwe li her derê dide bihîstandin.

‘BERXWEDAN DESTHILATDARIYÊ SERÛBIN DIKE’

Desthilatdariya dewleta faşîst, çete û mêtinger a Tirk û şefên faşîst Erdogan û Bahçelî serûbin dibin û ber bi têkçûnê ve diçin. Dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî’ ya li herêmê û gerdûnê belav dibe, desthilatdarî û destpota wan dihejîne. Rêber Apo ev 25 sal in li dijî siyaseta teslîmgirtin û tecrîdê li ber xwe dide û heqîqeta ku di vê pêvajoya berxwedanê de derxistiye holê, îro li tevahiya cîhanê belav bûye, raman û felsefeya azadiyê ya Rêbertî tên nîqaşkirin, hewl tê dayîn ku bê fêmkirin û pêk anîn. Rastiya Rêber Apo her ku diçe baştir tê fêmkirin û ev rewş çeteyên dewleta Tirk a mêtinger û hêzên komploger têk dibe, ji ber ku encam negirtin vê carê bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî hewl didin vê siyaseta xwe bidomînin. Ji bo vê divê li dijî rêveçûna komplo û tecrîdê têkoşîn mezintir bibe. Ji bo ku hevrêtiya kêm a li hemberî rastiya Rêber Apo bi daw bibe û bi Rêber Apo re hevrêtiyek rast bê avakirin em di pozîsyonek rexnedayînê de ne. Ji bo em hevrêtiya kêm di her warî de ji holê rakin û bi Rêber Apo re li ser esasê pîvana hevrêtiya rast tevbigerin, em bi xwe re di nava têkoşînekê de ne. Aliyek a xwedîderketina li Rêbertî jî bi pêkanîna vê pîvanê û derbaskirina hevrêtiya kêm e. Li ser vê bingehê têkoşîna me ya navxweyî dewam dike. Em bang li gelê xwe û bi taybetî jin û ciwanên ku li ser esasê fikra azad hişyar bûne, li aliyên demokrat-sosyalîst, karker, kedkar, nivîskar, hunermend û rewşenbîran dikin ku di salvegera komployê ya 26’an de li dijî Komployê navneteweyî têkoşîneke hê bi biryar û radîkal bimeşînin. Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi tempoyeke bilintir berxwedan bê meşandin.

Weke girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK’ê em careke din mîmarê berxwedana Îmraliyê ya dîrokî Rêber Apo silav dikin, hêzên ku Komploya Navneteweyî lidar xistine şermezar dikin, şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê îdealên wan bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Nûçeya Pişt re Li Sydneyê ji bo Pêngava Azadiyê di rojnameyê de îlan hat dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Evîndar Ararat: Dewleta Tirk bi rengekî cidî û samîmî nêzî pêvajoyê nabe

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat anî ziman ku dewleta Tirk bi rengekî cidî û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

NPG’ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

4’ê Nîsanê li tunelên berxwedanê hate pîrozkirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4'ê Nîsanê li tunelên berxwedanê bi gerandina govendê û stranan pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?