Pêncşem, 22 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xelkê Kobanê li ber sînorê Bakurê Kurdistanê kom bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedana deh hezaran li sînorê Kobanê berdewam dike!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Tom Barrack civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî banga ‘serhildanê’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bajarê Çêliyabînskê ya Rûsyayê piştgiriya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêniyên Mexmûrê ji bo Rojava her şev li ser piyan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kelarê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Binarê Qendîlê berxwedana Rojava silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeke ciwanên ji Ranya û Hecîawa ber bi Rojava ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Raperînê ji bo berxwedanê çûn Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike
Rojava

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku nabe gelê Kurd sedsaleke din winda bike û got, "Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava hat Rojavayê Kurdistanê, li ser encamên konferansê û çavdêriyên xwe ji ANF’ê re axivî.

Sayyîgît anî ziman ku ew cara yekê ye tê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê li ser modela li vê derê xwedî agahî ne û got, “Ya rast modelek e ku em ji Bakur, ji Tirkiyeyê dişopînin. Ev der yek jan herêman e ku gelek gel û netewe bi hev re lê dimînin. Hem ji aliyê olî ve, hem ji aliyê çandî ve û hem jî ji aliyê ziman ve cihekî welê ye ku gelek derdorên cuda bi hev re lê dijîn. Modeleke ku vê pirrengiyê weke dewlemendiyê dibîne û hewl dide vê dewlemendiyê bixe meriyetê. Bi rastî jî modeleke ku ji cîhanê re dikare bibe mînak. Yanî modeleke gelekî girîng û balkêş e ku hurmetê nîşanî hesasiyeta her kesî dide û jiyaneke bi vî rengî ava kiriye.”

Li ser armanca tevlîbûna xwe ya li konferansê Sayyîgît got, “Birêz Abdullah Ocalan nêzî 27 sal in li Tirkiyeyê tecrîdkirî ye û ev polîtîkayên tecrîdê hîn jî dewam dikin. Di nava çar salên dawî de têkilî bi temamî jê hatibû qutkirin û tecrîdê bi vî rengî dewam dikir. Hûn jî zanin, we ji nêz ve şopandine; 1’ê Cotmehê Birêz Devlet Bahçelî hat koma DEM Partiyê, bi destê wan girt û bi vî rengî pêvajoyekê destpê kir. Piştre jî Birêz Omer Ocalan serdana Îmraliyê kir û bi Birêz Abdullah Ocalan re rûnişt. Wê demê Birêz Ocalan tişta ku di sla 1993’an de gotibû dubare kir. Got, ‘Bi dîtina min divê pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û ji bo vê yekê amade me’. Ji bo çareseriya bi rê û rêbazên demokratîk heyetek ji Birêz Pervîn Bûldan û Birêz Sirri Sureyya Onder ku di heyeta Îmraliyê ya berê de cih digirtin, careke din bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Birêz Ocalan li wê derê ev fikrên xwe anîbû ziman. Gotibû, ‘Ji bo vê yekê ez amade me û di vê der barê de berpirsyarî dikeve ser milê her derdorê’. Û kar bi giranî ji Meclîsa Tirkiyeyê re hiştibû. Pêşniyar kiribû ku li wê derê bi temsîliyeta hemû partiyên li wê derê komîsyonek bê avakirin, bi rêya wê komîsyonê zemîneke hiqûqî û siyasî bê avakirin û ev kar bê meşandin. Û di wê hevdîtinê de Birêz Abdullah Ocalan gotibû, ew dixwaze zanibe bê her aktorekî li Kurdistanê li ser pêvajoyê çi difikire, bi çi rengî nêzîk dibe, fikir û pêşniyarên xwe heye yan na. Hûn jî zanin, bi vê wesîleyê me wê demê serdana Başûr kir. Lê mixabin nekarîbû serdana Rojhilat û Rojava bikin. Di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir û me jî weke bangeke dîrokî pênase kir, me hem li Bakur hem jî li Tirkiyeyê li gelek deveran civîn lidar xistin, hem bi rêxistinên civakî yên sivîl, hem bi partiyên siyasî, rêxistinên jinan hem jî me bi gelê xwe re civînên cidî lidar xistin. Ev civîn li zêdeyî 100 cihî hatin kirin û têkildarî rastiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk, her wiha rê û rêbazên bicihanîna bangê me hewl dan bi gelê xwe re nexşerêyekê amade bikin. Di vê çarçoveyê de heyeta me careke din hat Başûr û li Başûr du cara hevdîtin kir. Ya rast em bi wê çarçoveyê li vê derê ne. Rasthatina vê serdanê li konferansê ji bo me tesadufî bû. Di demekê de ku karên yekîtiyê, karên civaka demokratîk, karên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên aştiyane de me şahidî ji lidarketina konferanseke bi vî rengî girîng re kir û ji bo me gelekî hêja ye ku em di demeke ewçend dîrokî de li vê derê ne. Vê yekê bi navê heyeta Bakur û partiya me tînim ziman.”

Der barê encamên konferansê yên li ser meseleya Kurd a li Tirkiyeyê Sayyîgît nirxandineke bi vî rengî kir:

“Dikarim vê yekê bibêjim; ev konferans bi rastî jî konferanseke dîrokî ye. Hûn jî zanin, Rojava demeke dirêj e parçeyek e ku têdikoşe. Û di nava vê têkoşînê de pêşengiya ji karekî bi vî rengî re ji bo me gelekî hêja ye. Konferans îro ya li vê derê bi rastî jî destpêka karekî welê ye ku wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bê nivîsandin. Ya ku li vê derê derkete holê beriya her tiştî ji bo naskirina nasnameya statuya Kurd a li nava Sûriyeyê, her tişt, her çalakiya bê kirin, her gava bê avêtin wê teqez bandoreke mutleq li parçeyên din ên Kurdistanê bike. Mînak pêkhatina jinûve hevdîtinan bi Birêz Ocalan re, israra Birêz Ocalan a li ser çareseriya bi rêbazên demokratîk a vê pirsgirêkê û kirina Banga Civaka Demokratîk, em hêza xwe ji vê derê werdigirin.

Eger em îro li Rojava bin, ev yek bandora vê ye. Em dikarin van hevdîtinan bikin. Vaye em şahidiyê ji vê konferansa dîrokî re dikin. Destketiya li parçeyekî wê teqez bandoreke erênî li parçeyên din jî bike. Me berê jî anîbûn ziman; sedsaleke din nîne ku Kurd winda bikin. Hûn jî zanin sed sal in em hatine parçekirin û sînor di navbera me de hatine danîn. Lê belê ev sînorên fîzîkî ti carî di mejiyê Kurdan de ti carî nebûn sînorek. Em di wê baweriyê de ne ku karekî wan sînoran hem ji aliyê ruhî hem jî ji aliyê fikrî ve wê bi temamî dîne aliyekî, di dema pêş de hê hîn bi hêsanî bê meşandin.”

Di dewama axaftina xwe de Sayyîgît destnîşan kir ku divê êdî pêşhukmên Tirkiyeyê yên li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rabin û got, “Eger îro bi Kurdên li nava Tirkiyeyê re aştî tê axaftin, divê bi Kurdên li her cihî re aştî bê axaftin. Ya rast divê em vî karî bi Kurdên li her cihî re li ser bingeha hurmeta li destketiyên wan û hevkariyê bê kirin. Eger Tirkiye bi Kurdên li nava xwe re li hev bike, lê dijminatiyê li Kurdên li derveyî sînorên xwe bike, ev yek wê ne bi Tirkiyeyê bide qezençkirin ne jî bi parçeyên din. Lewma divê Tirkiye êdî hemû pêşhukmên xwe yên li hemberî Rêveberiya Xweseriya Xweser a li vê derê ji holê rake. Û bi rengekî erênî nêzî mafên Kurdan û hemû gelên li vê derê bibe.”

Têkildarî rêxistiniya jinan a li Rojava jî Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, “Dikarim vê yekê bi rengekî eşkere bibêjim. Beriya her tiştî heyranê rêxistiniya jinan a li vê derê me. Ji ber ku her tiştên têne kirin bi pêşengiya jinê têne kirin. Û ev model gelekî bi îdîa ye. Dikare ji tevahiya cîhanê re bibe mînak. Û modeleke ku hemû cîhan meraq dike û ji xwe re dike mînak li vê derê ye. Modeleke jiyanê ye ku bi pêşengiya jinê hatiye afirandin. Dibe ku cara yekemîn e em ji Bakur hatine vê derê, lê belê em dibihîzin û dibînin. Vaye di nava sohbetan de eşkere dibe. Heval dibêjin ji welatên cuda timî heyet tên vê derê. Dixwazin bibin şahidê avabûna modela jiyana nû ya li vê derê, dixwazin vê bibînin. Ev yek coş û kelecaneke cidî dide Kurdên li Bakur. Ev paradîgmaya jiyana bi hev re, modela jiyana bi hev re bi rastî jî ji bo me hêja ye. Lİ hemberî mejiyê netewe dewletê, modekele demokratîk divê li her derê bê afirandin.

Em hêzê ji rêxistiniya bi pêşengiya jinê werdigirin. Ji ber ku hevalên jin dema radibin ser xwe û diaxivin bi bawerieke ji xwe diaxivin, pêşengiyê ji têkoşînê, ji serketinê re dikin, ev destketiyên jinan niha li cîhanê bûye mînak. Ev serbilindiya ji pêşengiyê bandorê li her karî jî dike.”

Ji bo pirsa “Gelo Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava wê bandorê li ser naskirina modela Rêveberiya Xweser a li qada herêmî û navneteweyî bike yan na?” Sayyîgît bersiveke bi vî rengî da: “Modela rêveberiyê ya li vê derê modeleke ku her kes ji nêz ve dişopîne. Ji bo her kesên dixwazin jiyaneke demokratîk bijîn modeleke ku dikare bibe mînak. Lê belê bi xweşiya sîstema kapîtalîst, feraseta netewe dewletê naçe. Ji ber ku rêya sêyemîn e. Ev rêya sêyemîn ji bo mirovên dixwazin jiyaneke demokratîk bijîn gelekî girîng e û li her derê divê li ser vê yekê panel, konferans, sempozyûm bêne lidarxistin. Lê belê konferansa ku îro li vê derê hate lidarxistin ne tenê ji bo Rojava yan jî gelên din ên li Rojava girîng e, di heman demê de gaveke girîng e ji bo hemû parçeyên Kurdistanê. Ev yek dibe ku destpêkê ji bo mirovên li Rojava gaveke girîng be Lê belê gaveke welê ye ku wê bandorê li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navî bike. Bi vê konferansê re îro tovên vê yekê hatin avêtin. Aliyekî bi vî rengî heye; piştî konferansê hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve wê bi Şamê re hevdîtinek bê kirin. Dema ku hin karên bi konferansê re fermî bûn bê kirin, wê hêzên navneteweyî jî near bimînin ku vê rêveberiyê nas bikin.”

Di dawiya axaftiya xwe de Sayyîgît peyameke bi vî rengî da derdorên siyasî û got, “Weke Bakur me têkoşîna li Rojava timî ji dûr ve dişopand. Lê belê em her tim heyranê têkoşîna li vê derê bûn. Ji bo tiştekî gelekî hêja ye ku îro li vê derê ne, vê şopê dibînin, hîs dikin, sohbet dikin. Hûn jî zanin; çend sed metre dûrî me, li kêleka me Nisêbîn heye. Li Nisêbînê gelek mirov hene ku xwişk û birayên xwe li vê derê hene, xizmên xwe, dotmam û pismamên xwe li vê derê hene. Lê belê ji ber ku derî girtî ye nikarin têkiliyê bi vir re dîne, nikarin biçin û bên. Mînak, em di ser Hewlêrê re hatin vê derê. Ya rast di ser Nisêbînê re em dikarîbûn hîn zû bihatina vê derê. Yanî divê êdî ev derî bêne vekirin. Yanî divê dewleta Tirk di vê mijarê de êdî gavên pêwîst biavêje. Ji ber ku ev yek Kurdan ji têkoşîna wan venagire, Kurd bi her rengî têdikoşin. Bi ruhê hevgirtî wê ji niha û pê ve jî têkoşîna vê yekê bikin. Lewma beriya her tiştî divê ev sînor, yanî ev derî ji holê bê rakirin. Pirsgirêkên di vê mijarê de bi Tirkiyeyê nadin qezençkirin. Divê ev yek bê gotin. Û eger Tirkiye wê bi Kurdên di nava sînorên xwe de li hev bike, divê bi Kurdên li parçeyên din jî li hev bike, nas bike. Bawer bikin, bi vî rengî wê Tirkiye qezenç bike, wê gelên li Tirkiyeyê qezenç bikin. Di serî de jî gelê Kurd wê qezenç bike. Ji ber ku li vê derê me gelekî kêfxweş im Ji ber ku şahidiyê ji vê konferansa dîrokî re dikim gelekî kêfxweş im. Û gelekî kêfxweş im ji ber ku em ê tecrûbeyên xwe yên li vê derê bigihînin Bakur û Tirkiyeyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Festîvala Fîlmên Kurd didome: Divê Kurd çîrokên xwe vebêjin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serlêdanên pêşbirka ku wê ji bo bîranîna Denîz Firat were lidarxistin destpê kirin

Serlêdanên Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wêneyan a Denîz Firat destpê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrikê di êrîşê de 3 şervan şehîd bûn

Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li Dêrikê bi SÎHA…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku yek ji endamên Koma Awazê Çiya Agir Serîhildan (Aram Merdanî)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Çete li Sirînê derbên giran xwarin: Gelek çete hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma 7’an a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nesrîn Ebdullah: Gelê Kurd li Kobanê biryara berxwedanê daye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya DEM Partiyê: Gelê Rojava ne bi tenê ye, em ê di nava piştevaniyê de bin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?