Dibêjin qutbûn bi êş e, têkilî heqîqî ye. Dema ku ji tayê porê serê xwe heta neynûka xwe biêşî, tu yê wê têkiliyê çawa pênase bike. Nizanim. Di wê wesayita şewitî de eger can, ruhê de parçe parçe bû be û xwîn jê tê… Û eger bûyer û jiyan li hemû bîranînan neqişî bin, tu nikare dema bêyî wê texmîn bike. Ez jî nikarim… Naxwazim bikim jî.
Gotin di ber min de dimîne. Çavên min tijî hêsir dibin. Zanim, şoreşger êşê dikin hêrs, li şûna ku di nav wê de bifetise bi ser sedemên wê êşê ve diçin. Dema ku tu zarokekî gelekî bi komkujiyê re rû bi rû be, tu neçar e ku wateya şehadetê fêhm bike. Şoreşgerî ew e ku tu hezkirin, hêrs, xemgînî û tirsa xwe kolektîf û civakî bike. Lê vê carê min xwest êşa windakirina Gulistan bi rengê jinên Rojhilata Navîn bijîm.
Tê bîra min; Gulistan dema ku xebatkarê Rojnewsê Şoreş Mistefa jiyana xwe ji dest da, qalê kiribû ku çû merasîma wî. Hevsera Şoreş Sînor bi qîrîn û hawar darbesta wî hembêz kiribû û giriyabû. Êşa wê bandor li her kesên li merasîmê kiribû. Gulistan dema ku ew rewşa Sînor vedigot, hem li ber wê halê wê ketibû hem jî digot ku ew wateyê dide êşa wê û nîşandana êşê bi wî rengî û gotibû, “Derfetê hinekan nîne ku êşa xwe jî bijî’. Wê rojê heta êvarê em li ser nejiyana êşa xwe axivî bûn. Em ji gelek ciwanan re bûbûn şahid ku xeyn û xeyalên wan nîvco mabûn, gelekî li jiyanê dihatin. Me ne tenê dixwest qerempûşkan li rûyê xwe bixin, me dixwest cîhanê bi ser xayin, kujer û dijmin de birûxînin. Lê belê em di nava têkoşînê de bûn, ku têkoşîn dibû sedem ku li gel êşa giran em li ser piyan bimînin, em ji cîhanê nexeyidin û li ber xwe bidin. Dibe ku weke ku Atakan Mahîr digot, şer û têkoşîn ewqasî giran e ku ‘dem nîne em li ser êşa xwe bisekinin û lê bifikirin’. Li van hemûyan difikirim û dixwazim xwe ji fetisandina di nava êşê de rizgar bikim. Lê belê ji ber ku cihê te dagirt ewqasî mezin bû, valahiya te mîna çalareş min dikişîne nava êşê.
Çend roj in hevrêyên min dixwazin ku qala wê bikim, li ser wê binivîsînim, biaxivim. Heman hest dema ku Nagîhan şehîd bû bi serê min de hatibû. Axaftin, nivîsandin bi êş e, nenivîsandin jî neheqî ye. Li hemberî yên ku bi qelêştî û xayintî ew qetil kirin, vegotina ji hevrêyan re û nivîsandin berpirsyarî ye. Divê zarok, ciwanên Kurdistanê wê nas bike, zanibin bê kê ji xwe re bike mînak. Divê wateya welatparêzî, dostanî, şoreşgeriyê ji jiyana van hevrêyan hîn bibin. Divê bibin lehengê wan. Divê jin zanibin bê hevrêtî mirovan çiqasî bedew, hurmet û hêja dike, zanibin bê têkiliyên bi vî rengî jiyanê bi wate dikin. Lê di vê rewşê de ku hîn êş û birîna wê giran e, gelo ez ê karibim mafê vê bidim bi vê nivîsê.
DOSTANIYA KÛR
Bi Gulistan re dostanî û hevrêtiyeke me ya xurt hebû. Di jiyana wê de kêlî nebû ku ken li ser rûyê wê, coş û hestên wê yên bedew nebin. Di nava jinan de dostaniya kûr kedeke mezin dixwaze. Ji Gulistan hînî vê dostaniyê bûm. Bi tiştên ku ji wê hîn bûm, min têkiliyên hevaltiya bi wate danî. Rêyên danîna dostaniya kûr a jinan zehmet in. Jiyan timî wan têkiliyan tecrûbe dike. Jinbûyîna paşverû û kevneşop tecrûbe dike, mêr wê serwer tecrûbe dike, têkiliyên desthilatdariyê tecrûbe dike. Û bêguman pavşerûtiyên me yên navxweyî jî dinirxîne. Ji bo danîna têkiliyên xwezayî pêwîstî bi fêhmkirin, têkoşîn, têkiliyên hurmet û hezkirina heye. Eger bi ser bê xistin ew têkilî wê bê danîn. Wê hest, fikir û nêzîkatiyên me sererast bike. Em bi serketî ji wê ezmûnê derketin, lê belê ev yek bi giranî berhema wê bû. Ji ber ku Gulistan mîna eynikekê bû ku li pêşberî wê me rastiya xwe bi şênberî didît. Di sadebûna wê de mirov xwe paqij dikir. Ji hestên xwe yên desthilatdariyê xwe rizgar dikir, ya ku li mirovahiyê tê pêk tînin. Ev yek ne tenê hesta min bû, her kesên pê re têkilî datanî ji kûrahî ve hesteke bi vî rengî hîs dikir.
Dema ku min ew nas kir, ez nû tevlî karên çapemeniyê bûbûm. Dema ku min performansa wê ya kar dît, tirsiya bûm. Heta serê sibehê li roportaj û axaftinan guhdarî dikir û dikir nivîs. Carna bê xew bima jî karê xwe bi rengekî cidî dikir. Klavya welê bi lez dixebitan ku pêwîstî bi cîhaza qeydkirina deng jî nedima. Hevalekê henek pê kiribû û gotibû, ‘Tu ewqasî bi lez dinivîsîne ku hindik maye tu fikrê di hişmê me de ye binivîsîne’. Heta ku tiliyên wê bitevize bênavber dixebitî, karê xwe bi rengê herî baş dikir. Dema ku min ev rewşa wê dît, min jê re got ‘Ez ê hînî nivîsandina bi deh tiliyan nebim’. Gelekî keniya bû.
TÊKILIYA BI HEVRÊYÊN XWE RE
Hevrêtî ji bo wê sereke bû. Ji ber ku bi wefa bû, li pêşberî hevalên xwe yên ji zindanê heta Ewropayê, ji çiyê heta bajêr. Name, not, nivîs, rewşa wan dişopand. Nameyên wê ji hestên wê yên gelekî bedew bûn.
Emanetên xwe yên herî pîroz jî ew not, name û bîranînên biçûk bûn ku hevrêyên wê jê re şandibûn. Hemû jî pê re bûn. Kê zehmetî bikişanda, kî nexweş biketibûya diçû gel wê/î û çi ji destê wê bihata jê re dibû alîkar. Dert û fikarên wê şexsî nebû. Agahî dida hevalên xwe û digot, ‘Teqez lê bigerin, bipirsin’. Li hemberî neheqî û bêedaletiyê bi hêrs dibû, lê belê hêrsa xwe ti carî nedikir kîn û nefret. Li hemberî nêzîkatiyên ku ew êşandibû, helwesteke têgihiştî nîşan dida. Ji ber vê yekê yên ku neheqî li wê dikir şerm dikir.
HEZKIRINA JI WELÊT
Gulistan welatê xwe weke baxçeyê gulan didît, mîna navê xwe. Aşiqa kevir, xak, kulîlk, ronahiya heyvê, baran û pelên daran ên welatê xwe bû. Heyranê dîrok û cografya çar parçeyên kurdistanê bû. Gelekî hez ji gerandina govendê dikir, xweş govend digerand. Di çepkiyê de mîna ku bi bask dibû û ji kêfxweşî difiriya. Hez ji meşa di bin barana biharê de dikir. Romantîk bû; wate dida ronahiya heyvê, kulîlkan, pelên daran ên di payîzê de zer dibûn. Pê zanî bû û jê bawer dikir ku mirovê zanibe lê binere ji bedewiya vê xakê dikare parê werbigire. Bêguman welatparêzî ev bû; hay ji bedewiya welatê xwe hebû, wate dida dîrok û cografya xwe, ji bo vê têdikoşiya. Aşiqê her parçeyekî Kurdistanê bû. Li kîjan bajarî, li kîjan parçeyî xebitî hînî çand û zaravayê wê derê dibû û hewl dida têkiliyeke xurt bi mirovan re pêk bîne. Ji bo vê hem Kurmanciya xwe bi pêş ve bir, hem jî hînî Soranî dibû. Welatparêziya ku ji malbata xwe wergirtî bi îdeolojiya azadiya jinê re kir yek û kesayetiya xwe bi vî rengî ava kir.
Xwebûn tê wateya şînbûna li ser cewhera xwe; Gulistan jî dilsozê koka xwe bû. Ji ber vê jî da pey çîroka pîrka xwe ya Suryanî ya ji komkujiyê rizgar bû û xizmên xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dît. Ji bo nûçeyê li ser şoreşê amade bike çûbû wê xakê, lê ji malbata Suryanî li çîroka pîrka xwe guhdarî kir.
Bi sadebûn û samîmiyeta xwe, hevala bedew a zarokan bû. Ji bo zarokan şekir pê re bû, kolye û morîk ji wan re dikir diyarî. Hevala wan a lîstikê bû. Zarokan jî hezkirina wê ya sade hîs dikirin û bi wî rengî nêzî wê dibûn. Dema ku ji Rojava çû, Aya ya 4 salî ya ji Amûdê pêlîstoka xwe ya herî hêja dabû wê. Ew pitika pêlîstok hîn jî li ber serê nivîna wê ye. Li taxa lê dima, li cihê lê dixebitî têkiliyeke ji dil bi zarokan, bi extiyaran re datanî. Ji jinên bi hev re dixebitî dibû alîkar, li pirsgirêkên wan guhdarî dikir, rê nîşan dida.
Dema ku hewl didim vê nivîsê binivîsînim bênavber li straneke kevn guhdarî dikirim ku beriya demeke nêz wê ji min re şandibû…
Nikarim dûr bifirim
Ava deryan bibirim
Li ser lat û zinaran
Sitranê xwe biqêrim
Destên me wê bibin bask
Em ê bifirin herin
Welatê xwe vegerin
Welatê xweş û bihuşt
Dibînim xewnê şeva
Hesreta li ber çava
Dixwazim te bibînim
Welatê gulşîlana
Mîna ku stran jî bi hesreta ku te li wî welatê bihuştê bibîne em te bi rê dikin hevrêya min. Em ê te ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Ne pênûsa te, ne kameraya te, ne jî hêviyên te wê li erdê bimînin…