Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gulistan Kiliç Koçyîgît: Polîtîkaya 100 salî îflas kiriye, em Tirkiyeyeke nû dixwazin
Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Polîtîkaya 100 salî îflas kiriye, em Tirkiyeyeke nû dixwazin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku polîtîkaya ewlekarîperest a 100 salî ya dewletê îflas kiriye û got, "Em demeke nû, serdemeke nû, Tirkiyeyeke nû dixwazin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û bûyerên di rojevê de nirxand.

Gulistan Kiliç Koçyîgît çarçoveyeke kurt a rapora DEM Partiyê parve kir ku pêşkêşî Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî kir û anî ziman ku ev rapor metneke teknîkî nîne û got, “Ji bo hesreta cografyaya dilşewat a ji bo aştî, edalet û paşeroja hevpar bi dawî bibe rapor hate amadekirin.”

‘EM DXIWAZIN BI PÊŞ VE BIÇIN’

Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Em dixwazin bi pêş ve biçin. Em demeke nû, serdemeke nû û Tirkiyeyeke nû dixwazin. Hemû hewldanên me ji bo piştgiriya bi pêvajoyê û bicihanîna berpirsyariya xwe ye.”

‘AŞTÎ NE TENÊ RAWESTANDINA ŞER E’

Çend ji xalên sereke yên di axaftina Gulistan Kiliç Koçyîgît de derketin pêş bi vî rengî ne:

“Bi rêya vê raporê, ji bo bidawîbûna şer mayinde bibe em dibêjin ku divê Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê qanûneke entegrasyona demokratîk, qanûneke aştiyê bi lez amade bike. Bêdengbûna çekan encamek nîne, destpêkek e. Armanca me ya esasî aştiya pozîtîf e ku xwe dispêre dilxwaziya civakî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bûye. Dixwazim careke din bibêjim ku em aştiyê ne tenê rawestîna şer dibînin, em aştiyê weke avakirina demokrasiyê dibînin.”

‘POLÎTÎKAYA 100 SALÎ ÎFLAS KIR’

“En di demeke welê de ne ku polîtîkayên ewlekarîperestiyê yên 100 salî û gotina ‘terorê’ îflas kiriye. Aqlê demokratîk divê êdî bikeve dewrê ku meseleyê ne weke pirsgirêkeke asayîşê, lê belê weke pirsgirêka demokrasî û jiyana bi hev re dibîne.”

“Em di wê baweriyê de ne ku aştiya li vî welatî ne bi ewlekariyê, lê bi hiqûqê dikare ava bibe. Ev rapor raporeke hiqûqî-polîtîk e. Hiqûqek dûrî polîtîkayê, dûrî tercîhên polîtîk nabe. Ji ber vê yekê jî eger raporek li ser vê meseleya ku aliyên xwe yên hiqûqî û siyasî hene tê nivîsandin, diviyabû raporeke hiqûqî-polîtîk bûya. Me rapora xwe spart vê yekê. Bi rapora xwe re me hewl da pirsgirêka Kurd vebêjin ku xala esasî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Pênasekirina rast a pirsgirêkê wê çareseriya rast jî bi xwe re bîne.”

‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE, DEMOKRASÎ JÎ NABE’

“Dema ku komar ava bû, mixabin Kurd li derveyî deriyê hiqûqê hatin hiştin. Ketina gelê Kurd a ji deriyê hiqûqê ji bo me wê bibe gaveke dîrokî a ber bi komara demokratîk ve. Yanî di rapora me de perspektîfa komara demokratîk û ketina gelê Kurd a ji deriyê hiqûqê weke têkiliyeke bêyî hev nabe, tê nirxandin.”

‘PÎVANA HÊVIYÊ DI ASTEKE KRÎTÎK DE GIRÎNG E’

“Eger em di çarçoveya teoriyeke sêgoşe de vebêjin; şer, çareserî û perspektîfa bingehîn a pêvajoya aştiya mayinde vedihewîne.”

“Pîvana hêviyê di asteke krîtîk de girîng e. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Di çarçoveya mîmariya çareseriyê û avakirina hiqûqî de li gorî pêwîstiyên pratîkî Yên pêvajoyê qanûna aştiyê, qanûna entegrasyona demokratîk nebe nabe. Li aliyê din, di serî de mafê siyaseta demokraîk, karên avakirina hiqûqî û demokratîk ji gavên bingehîn ên çareseriyê ne.”

WELATÎBÛNA WEKHEV Û MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ Û ÇANDÊ

“Pirsgirêka Kurd bi esasî meseleyeke mafê çand, zimanê dayikê û welatîbûna wekhev e. Mafê gelê Kurd û hîndekarî û perwerdeya bi zimanê dayikê, divê li ser zemîna hiqûqî û destûra bingehîn bêne garantîkirin.”

MUTABAQATA 10’Ê ADARÊ

Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnkamevanan û li ser mijara QSD’ê ev bersiv da:

“Dînamîkên navxweyî yên Sûriyeyê hene, avaniya xwe heye. Em jî pêvajoya li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Bendewariya me ew e ku li Sûriyeyê aramî û aştiyeke mayinde pêk were. Lewma ji bo bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê divê her kes hewl bide. Di vê mijarê de bi Tirkiye bi taybetî jî Wezareta Karên Derve ya li Tirkiyeyê divê tevkariyeke erênî li pêvajoYê bike, di nava pozîsyoneke welê de be ku şerê li wir asteng bike û pêşî li neyîniyên biqewime bigire. Em rast nabînin ku êş û şer jinûve bi bîr bixînin. Kurdên li Sûriyeyê, gelên din ên li Sûriyeyê ji êşê têr bûne. Gelên li wê derê aştiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin, azadiyê dixwazin, jiyana bi hev re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku di nava yekparebûna xaka Sûriyeyê de gelên li Sûriyeyê, hemû bawerî wê bi hev re Sûriyeyeke demokrasîk û azad ava bikin. Di vê mijarê de em amade ne ku tevkariya ji destê me tê bikin. Li gorî me divê hikumet jî, desthialtdarî jî tevkariyeke bi vî rengî bike. Ev yek wê bi kêrî aştiya herêmê û welatê me bê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Şamê bombe li Siwêdayê barandin
Nûçeya Pişt re Li Licê li dijî narkotîk û fûhûşê meşeke girseyî hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevrêyên Şivan Ronahî qala wî kirin

Hevrêyên Şivan Ronahî gotin ku wî bi jiyan, hevrêtî, fermandarî û têkiliyên xwe li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê li ber girtîgehê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn

Li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê ji aliyê Platforma Jinan a Dîcle…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kantona Firatê û Minbicê gel komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Li Kantona Firat û Minbicê bi hezaran şênî daketin qadan û bi meşeke girseyî komploya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?