Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di salvegera Komkujiya 6-7’ê Îlonê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dîroka Komara Tirkiyeyê ji avabûnê û vir ve dîroka komkujiyan e. Komarê mafê jiyanê neda ti fikrê muxalîf û bi tinehesibandina gelan polîtîkaya asîmîlasyonê meşand. Hemû serhildanên li dijî asîmîlasyon û zextê bi tundî tepisand.”
‘AKP-MHP DEWAMA KEVNEŞOPIYA KOMKUJIYÊ YE’
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
“Ji damezrandina komarê û vir ve polîtîkaya zext û komkujiyê bênavber dewam kiriye. Faşîzma AKP-MHP’ê weke dewama vê kevneşopiya komkujiyê asîmîlasyon gihandiye asta herî bilind û ji bo vê jî serî li her rê û rêbazê da.
Ji damezrandina komarê û vir ve gelek mînakên polîtîkayên komkujiyê hene. Mînaka herî şênber a vê polîtîkayê jî Pogroma 1955 a 6-7’ê Îlonê ye. Ev komkujî bi destê dewletê hate birêxistinkirin û li dijî gelek gelên ne Tirk û ne Misilman hate kirin. Piştî ku îstîxbarata Tirk bombeyek avêt mala Mûstafa Kemal a li Selanîkê pogromê destpê kir. Cemiyetên ‘Qibris Tirk e’ girseyên bi jehra şovenîzmê gêjkirî ji her devera Stenbolê, ji gelek bajarên Anatoliyê bi wesayitan ber bi Beyoglûyê ve hatin birin. Girse bi ala Tirk, wêneyên Mûstafa Kemal û dirûşma ‘Qibris Tirk e, wê Tirk bimîne’ êrîş bir ser mal û kargehên Rûm, Ermen û Yahûdiyan ên berê hatibûn diyarkirin. Li gorî qeydên fermî, di vê xwepêşandana lînçkirinê de ku yek ji deh parên nifûsa Stenbolê tevlî bû 12 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn û destdirêjî li 400 jinan hate ikrin. Mal, dikanên mirovên ne Misilman hatin şewitandin, xerakirin û talankirin. Di nava du rojan de ji Beyoglûyê destpê kir û lig elek semtên Stenbolê talan û komkujî hate kirin.
‘MIKUR HAT KU BI DESTÊ DEWLETÊ HATIYE KIRIN’
Serokê daîreya şerê taybet a wê demê Sabrî Yîrmîbeşoglû piştre di hevpeyvîneke xwe de mikur hatibû û gotibû, ‘6 û 7’ê Îlonê karê daîreya şerê taybet e. Rêxistinkirineke bêhempa bû. Gihîşt armanca xwe’. Vê yekê nîşan da ku komkujî bi destê dewletê hatiye kirin.
Mîna 6 û 7’ê Îlonê mehên derbasbûyî li Kayseriyê hewldaneke pogrom hate birêxistinkirin, kargehên penaberên Sûriyeyî hatin talankirin û lînç hate kirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê yekser piştgirî da van êrîşan. Pirsgirêkên aboriyê û xizaniya li nava welêt bi hedefnîşandana penaberên Sûriyeyî hewl dan ku hişê çîna kedkar xumamî bikin. Desthilatdariyê têgihiştineke welê afirand ku penaberên Sûriyeyî weke sedema xizaniya li welêt nîşan da û bi vî rengî berpirsyariya xwe vedişêre. Desthilatdariya faşîst ku di heman demê de naxwaze girseyên kedkar hesab jê bipirse, weke ku di bûyerê de qet berpirsyariya xwe nîne, penaberan nîşan dide.
‘LI KURDISTANÊ KOMKUJÎ DEWAM DIKE’
Îro jî faşîzma AKP-MHP’ê li herêmên dagirkirî yên li Rojava û li Başûrê Kurdistanê li gundên Asûrî û Kurdan heman mejiyê talanker û komkujiyê nîşan dide. Mirovên li herêmên dagirkirî têne revandin, welatparêzên têne kuştin, gundên têne talankirin parçeyek ji kevneşopiya dewletê ya komkujiyê ye. Yekane hêza ku li hemberî komkujiyên faşîzmê bisekine û hesab ji faşîzmê bipirse tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ye. Weke HBDH em li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bajarên Tirkiyeyê li dijî faşîzmê şer dikin, li hemberî komkujiyan li ber xwe didin.
Em bang li gelên xwe yên bindest dikin ku ji bo pêşî li 6-7’ên Îlonê yên nû, komkujî û zilmê bêne girtin, têkoşîna şoreşê ya yekbûyî mezin bikin û hesab ji faşîzmê bipirsin.”