Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku piştî banga Rêber Apo dest pê kir, berdewam dike. Her çiqasî dewletê bi “Qanûna Çarçoveyî” ya ku li meclisê de hat qebûlkirin gava yekem avêt jî, gelên Tirkiyeyê wê pêşketinan ji niha şûnde bişopînin.
Hemwelatiyê Suryanî Firat Kuçukaslan destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê û bangên demokrasiyê ji bo berjewendiya gelan in û ji bo pêşeroja welat derfetek girîng afirandiye û diyar kir ku divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Kuçukaslan bal kişand ser polîtîkayên çewisandinêyên ku Suryanî demek dirêj e pê re rû bi rû dimînin û anî ziman ku ji bo tiştên berê dubare nebin, divê gavên wekhev ên ku hemû civakê digire nav xwe bên avêtin.
Kuçukaslan destnîşan kir ku di serî de Tirkiye, PKK, gelên Kurd û Tirk li herêmê zêdebûna gengeşî, pevçûn û şerên navxweyî yek ji astengiyên li pêşiya pêşketina herêmê ye. Kuçukaslan snî ziman ku ji ber pevçûnên ku nîv sedsalê berdewam kir, pêşî li pêşketina gelan girt, gelan berdêlên giran dan û malbatan trajediyên dermirovî jiyan. Kuçukaslan diyar kir ku ev yek çavkaniya xemginiyeke kûr e.
Kuçukkaslan bi bîr xist ku gelên Asûrî, Suryanî û Keldanî ji ber polîtîkayên wê demê neçar man ku koçî welatên cûda bikin, sirgûn bibin û malên xwe biterikînin û got, “Di karwanê koçberiyê yên giran de, gelên me yên Asûrî, Suryanî û Keldanî ji ber ku polîtîkayên wê serdemê neçar man ku koçî dewletên cûda bikin, sirgûn bibin û malên xwe biterikînin.”
Kuçukaslan anî ziman ku dixwazin pirsgirêk bi diyalog û dîplomasiyê û bi avakirina mekanîzmayên çareseriya demokratîk bê çareserkirin û wiha berdewam kir: “Divê pêşnûmeqanûn tevahiya civakê bigire nav xwe û hemê civak bi hev re, bi nasnameyên xwe, baweriya xwe, çand û nirxên xwe yên ji gelbûnê tên, di perwerde, tenduristî û siyasetê de di şert û mercên wekhev de bijîn. Em rêgezên aştîxwaz, demokratîk û azadiyê esas digirin.”
Kuçukaslan daxuyan ku wekî gelên Asûrî, Suryanî û Keldanî daxwaz dikin ku cihê ku lê dijîn fêdeyê bide mirovahiyê, fêdeyê bide xwezayê û bi hêviyeke mezin lê pêşerojê binêrin. Kuçukaslan anî ziman ku bi misogerkirina vegerê re aramî, bicihbûn û veberhênan wê bibe şertên bingehîn in ji bo avakirina pêşerojek pêbawer, aştîxwaz û hêvîdar.
‘DIVÊ TIŞTÊN BERÊ DUBARE NEBIN’
Kuçukaslan bal kişand ser bûyerên sala 1915’an di serdema Osmaniyan de û wiha pê de çû: “Qirkirin, Seyfo, bi awayekî sîstematîk li dijî neteweyên Xiristiyan û gelên cîran hat kirin. Gelekan bedelên pir giran dan. Gelê Xiristiyan û komên din ên etnîkî yên li derveyî Îslamê rastî qetitin, zexta psîkolojîk, asîmîlasyon, jêbirina bîra dîrokî, koçberî, sirgûn û manîpulekirinê hatin. Ev gel tenê hatin hiştin. Gavên ku ji bo pêşîgirtina li dubarebûna bûyerên berê têne avêtin, divê bi qanûnên demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz ên ku tevahiya civakê vedihewînin bên piştgirîkirin.”
‘DIVÊ AŞTÎ BIBE HÊVIYA PÊKVEJIYANA GELAN’
Kuçukaslan teqez kir ku bi ferzkirin û zextêre entegrekirina bawerî û çandên cûda di nav pergalê de nayê wateya edaletê û got, “Ev kronîkkirina asîmîlasyon, dijberkirin, komkujî, înkar û entegresyonê ye. Daxwaziya me ew e ku dirûşmeya aştiyê bi çareseriya demokratîk û azadîxwaz ji bo gelan bibe hêviya jipêkvejiyanê. Em di vê wateyê de piştgiriyê didin pêvajoyê. Dibê her gel teşwîqî xwe rêxistinkirinê bên kirin. Ev yek wê civakê û pêşeroja welat demokratîk bike û wê ji bo welat bibe destketiyek .”
‘DIVÊ XWEDÎ LI MÎRATA ÇANDÎ BÊ DEREKETIN’
Firat Kuçukaslan anî ziman ku herêm û kozmopolîtîka bajar xwedî çandeke dewlemend e û wiha domand: “Li vir gelên Êzidî, Mihelmî, Kurd û Suryanî dijîn. Ji bilî baweriyên cuda yên wekî Îslam, Êzidîtî û Xiristiyanî, divê xwedî li mîrateya etnîkî û çandî bê derketin. Li welat bajarên bi vî rengî kêm in. Ji bo pêvajo veguhere berjewendiya gel û civakê divê ev tişt neyên paşguhkirin.”
Kuçukaslan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji şer re na. Bi aştî, demokrasî û azadiyê bê tacîdarkirin. Pêvajoya diyalogê ji bo berjewendiya gel li welat e.”

