Pêşnûmeqanûna ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat amadekirin, piştî ku di 5’ê Tebaxê de pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin, ji Komîteya Edaletê ya Meclisê derbas bû. Pêşnûmeqanûn di Lijneya Giştî ya Meclisê de jî hat nîqaşkirin û bi 468 dengan hat qebûlkirin.
Parlamenterê Dem Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez derbarê qanûna çarçoveyî ya ku di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin ji ANF’ê re axivî.
Duşunmez diyar kir ku wateya qanûna çarçoveyî ya ku di meclisê de hat pejirandin divê ne tenê bi xalên wê yên heyî ve sînordar bimîne û wiha nirxand: “Piştî serdema pevçûnê ya ku zêdetirî çil salan berdeam kir, ji bo derbasbûna siyaseta demokratîk qonaxeke dîrokî ye.”
Duşunmez wiha domand: “Wateya vê qanûnê ew e ku gavên ku ber bi bidawîbûna têkoşîna çekdarî û civakîbûnê ve hatine avêtin, cara yekem bûye zemîneke hiqûqî ya diyarkirî. Dema ku em li dîroka dirêj a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku nêzîkatiya dewletê ya navendî ya ewlehiyê li şûna pirsgirêkê ji holê rake di asta civakî, siyasî û çandî de kûrtir kiriye. Niha dv qada ku hatiye vekirin nîşan dide ku heman pirsgirêk dikare bi rêya siyaseta demokratîk, qanûn û muzakereyê were çareserkirin.
Di vî alî de, bêyî ku qanûnê biçûk bibînin divê wateya wê bê mezinkirin û wisa bê xwendin. Pêşnûmeya ku duh di meclisê de derbas bû, hiqûqa yekem a ku deriyê pêvajoya avakirina demokratîk a demdirêj vedike ye.”
‘DIVÊ EM JI AŞTIYA NEGATÎF DERBASÎ AŞTIYA POZÎTÎF BIBE’
Duşunmez axaftina xwe wiha domand: “Çareseriya demokratîk û mayînde ya pirsgirêka Kurd, divê tenê wekî pêşnûmeya ku çekan ji dewrê derdixe neyê pênasekirin. Ger em wekî Johan Galtung ku di xebatên aştiyê dd aniye ziman lê binêrin, rawestandina rasterast a tundûtûjiyê di warê ‘aştiya negatîf’ de destketiyek bingehîn e; aştiya mayînde û bi kok jî veguherandina têkiliyên avanîsaziyê yên bê edaletiyê ye, yanî pêwîste ‘aştiya pozîtîf e’ bê avakirin.
Bidawîbûna pevçûnan re divê newekheviyên siyasî, hiqûqî û çandî werin rakirin û divê verastkirineke hiqûqî ya ku mirov bikaribin xwe wekî hemwelatiyên wekhev bibînin bê çêkirin. Ji ber vê yekê, divê vê qonaxa ku îro tê de ne ne wekî noqteya dawîn, wekî destpêka dîrokî yaku ber bi avakirina aştiya pozîtîf ve biçin lê binêrin.”
‘DIVÊ ZIMANÊ DAYIKÊ, HEMWELATIYETA WEKHEV Û DEMOKRASIYA HERÊMÎ WERIN MISOGERKIRIN’
Onur Duşunmez, anî ziman ku sê xalên bingehîn ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wiha rêz kir: “Mafê perwerdehiyê ya li ser bingeha zimanê dayikê, misogerkirina hemwelatîbûna wekhev û xurtkirina demokrasiya herêmî pêwîst in. Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye; ew hilgirê bîr, çand û aîdiyeta civakî ye. Ji ber vê yekê, di qada giştî, perwerde û qada çandî de misogerkirina zimanê Kurdî yek ji sernavên bingehîn ên demokratîkbûnê ye.
Bi heman awayî, rêveberiyên herêmî yên ku li ser bingeha îradeya hilbijartî û beşdariya welatiyan bê xurtkirin, wê beşdariya hemwelatiyan a qada giştî zêde bike û wê demokrasî ji navendê ber bi derdor ve berfireh bike. Divê Tirkiyeyeke ku nasname, ziman û îradeya siyasî ya gelê Kurd bê misogerkirin ku di serî Kurd û Tirk û hemê hemwelatî, karibinli ser bingeha wekheviyê pêşerojek hevpar ava bikin û siyaseta azad tê de berfireh bibe bê armanckirin.”
‘DIVÊ ROLA BIRÊZ OCALAN LI SER BINGEHEKÎ HIQÛQÎ Û SAÎBÛNÎ WERE AVAKIRIN’
Duşunmez destnîşan kir ku bi pejirandina qanûna çarçoveyî re divê mîmariya siyasî û koordînasyona pêvajoyê jî bê nîqaşkirin û got: “Di çareserkirina pirsgirêka Kurd a ku pirqatî, dîrokî û civakî ye, tenê metnên hiqûqî têrê nakin. Têkiliya siyasî, bawerî, kapasîteya danûstandinê û rewatiya civakî jî bi heman rengî girîng in. Di vê noqteyê de rola Birêz Abdullah Ocalan û bandora wî ya li ser tevgera siyasî ya Kurd, gelê Kurd û aktorên din ên pêvajoyê xwedî girîngiyeke xweser e. Piştî zêdetirî çil salan pevçûnan, rola di avakirina îradeya veguherîna ji têkoşîna çekdarî derbasî siyaseta demokratîk bûn û banga ji bo danîna çekan, nabe ku li derveyî nîqaşan were hiştin.”
Ji ber vê yekê, dindemên pêş de ji bo ku Birêz Ocalan bikaribe kapasîteya xwe ya muzakere û koordînasyonê bi awayekî bi bandor bimeşîne divê şert û merc bên afirandin. Ev yek ji bo pêşveçûna aştiyê meseleyeke bingehîn e.”
‘DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ, REWŞA QANÛNÎ Û MAFÊ HÊVÎYÊ BI HEV RE WERIN DESTGIRTIN’
Duşunmez bal kişand ser şert û mercên fîzîkî, rewşa qanûnî û mafê hêviyê yên Rêber Apo û wiha pê de çû: “Divê şert û mercên fîzîkî û Birêz Ocalan bikaribe bi rêk û pêk bi parêzer, muxatabên siyasî, bi civakê û aktorên din ên pêvajoyê re têkilî dayne, mafê hêviyê li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan nê misogerkirin û di çarçoveya statuya hiqûqî de werin nirxandin. Nêzîkatiyek wisa wê pêvajoyê ji biryara kesane û tercîhên siyasî yên demkî derxînd û ber bi bingehek saziyî ve bibe.
Di pêvajoyên aştiyê de yek ji şertên bingehîn ên baweriyê ew e ku alî karibin pêşbînî bikin ka wê sibê çi biqewime û sozên hatine dayîn bi hiqûqê bên parastin. Ji ber vê yekê, misogerkirina rola Birêz Ocalan di pêvajoyê de bêyî ku di asta rastiya fîîlî were hiştin, li ser zemîna hiqûqî û saziyî pêk were yek ji nîqaşên sereke yên serdema pêş e.”
‘NEXŞERÊYEKE SÊ QONAXÎ PÊWÎST E’
Duşumez destnîşan kir ku qonaxên din ên pêvajoyê divê ji gavên temamker pêk werin û diyar kir ku divê pêşî şert û mercên xebat û ragihandinê yên Rêber Apo werin berfirehkirin, piştre divê pêşnûmeya derbarê azadiya fîzîkî, statuya hiqûqî û mafê hêviyê werin çêkirin û reformên destûrî û demokratîk werin bicîhanîn û ev tişt anî ziman:
“Divê destpêkê şert û mercên xebat û ragihandinê werin berfirehkirin, astengiyên li pêşiya hevdîtinên bi parêzer û muxatabên siyasî re werin rakirin û mekanîzmayên ji bo misogerkirina koordînasyona pêvajoyê werin avakirin. Di qonaxa duyemîn de divê verastkirinên zelal û girêdayî yên derbarê azadiya fîzîkî, statuya hiqûqî û mafê hêviyê ya Birêz Ocalan de werin çêkirin.
Di qonaxa sêyemîn de divê ev gav bi reformên berfirehtir ên ku çareseriya destûrî û demokratîk a pirsgirêka Kurd ku armanc dikin re werin temamkirin. Ji ber ku li vir mijar ne tenê rewşa hiqûqî ya kesekî ye; tûkiliyz muxatabiyê û Tirkiyeya ku di pêşerojê de demokrstîkbûna ku ava bike ye. Misogerkirina şert û mercên jiyan û xebata azad a Birêz Ocalan e û ji ber vê yekê divê wekî gava vekirina rêya li ber pêvajoyê were dîtin.”
‘LI PÊŞIYA MECLISÊ DU ERKÊN SEREKE HENE’
Duşunmez anî ziman kupiştî pejirandina qanûna çarçoveyî li pêşiya dewlet û meclisê du erkên bingehîn hene û got: “Li vir xeletiya herî mezin ew e ku qanûn wekî armanca dawîn were dîtin û pêvajo tenê bi mijarên ewlehî û bêçekbûnê ve were sînordarkirin. Lê aştiya mayînde piştî bidawîbûna pevçûnê ji nû ve avakirina têkiliyên siyasî yên civakê hewce dike. Ji ber vê yekê di serdema pêş de hewce ye ku meclis rola ku qanûnên nû amade bike, çavdêriya pêkanînê bike, dengê hemû aliyan û baweriya civakî zêde bike, bigire ser xwe.
Meclis di xebatên komisyonê xwe de armanca ku aliyên azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqê bi hev re bigire dest û verastkirinên qanûnî yên pêwîst amade bike. Niha divê ev îrade veguhere verastkirinên qanûnî yên şênber.”
‘DIVÊ ASTENGIYÊN LI PÊŞ SIYASETA DEMOKRATÎK BÊN RAKIRIN’
Duşunmez anî ziman ku yek ji sernavên sereke yên qonaxa duyemîn rakirina astengiyên hiqûqî yên li pêşiya siyaseta demokratîk e û destnîşan kir ku divê qanûnên ku azadiya derbirînê û çalakiyên siyasî sînordar dikin werin ji nû ve werin destgirtin.
Duşunmez wiha berdewam kir: “Di heman demê de ji bo kadro, siyasetmedar û welatiyên ku wê ji çiyê, Ewropayê û cihên din vegerin Tirkiyeyê tenê diyarkirina statuya hiqûqî têrê nake. Divê bernameyeke entegrasyona demokratîk a tam ku perwerde, kar, tenduristî, bicihbûn, ewlehiya civakî û beşdariya jiyana civakî were amadekirin.
Di demên veguhêztinê de ji bo baweriya mirovan bi pêşerojê were divê misogeriya hiqûqî zelal be û pêşbînîkirina pêkanîna wan a ji bo mayîndetiya pêvajoyê girîng in.”
‘DIVÊ AŞTÎ VEGUHERE PROJEYA DEMOKRATÎKBÛNA CIVAKÎ’
Onur Duşunmez destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê divê tenê bi têkiliya di navbera dewlet û Tevgera Kurd de neyê destgirtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê platformek muzakereya demokratîk a berfireh ku jin, ciwan, karker, civakên olî, civaka sivîl, akademî, rêveberiyên herêmî û hemû derdorên siyasî tê de cih digirin were avakirin. Ji ber ku mayîndetiya aştiyê bi xurtkirina hesta edaletê ya civakê û bi destxistina rewatiyê ji bo pergala siyasî ya nû ve girêdayî ye. Ji bo vê yekê hewceye ku meclis mekanîzmayên çavdêrî û kontrolê yên birêkûpêk ava bike, bi awayekî zelal pêkanîna wê bişopîne û dema ku pêwîst be demildest qanûnên nû bixe rojeva xwe.
Misogeriya hiqûqî, beşdariya demokratîk û kontrola cemaweriyê hêmanên bingehîn ên avakirina baweriyê ne. Qanûna ku di meclisê de hat qebûlkirin, di du sedsaliya komarê de îradeya ewil a hiqûqî ya avakirina demokratîkbûnê ye. Lê ji bo ev gav bigihêje wateya xwe ya rastîn bi avakirina aştiya pozîtîf pêkan e. Qanûn bi xwe ne veguherîne, gava yekem a ku deriyê hiqûqê vedike ye.
Niha mesele ew e ku em bi wêrekî ji wî derî derbas bibin û bi hev re serweriya hiqûqê ya civaka demokratîk ava bikin.”

