Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevdîtina DEM Partiyê ya bi EMEP’ê re: Divê desthilatdarî gavê biavêje
Rojane

Hevdîtina DEM Partiyê ya bi EMEP’ê re: Divê desthilatdarî gavê biavêje

Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û desthilatdarî gavên dibe para wê, biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi nûnerên Partiya Kedê (EMEP) re li Meclisê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo nirxandin hatin kirin. Piştî hevdîtinê, daxuyanî hate dayin.

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan di daxuyaniyê de wiha got: “Têkildarî pêvajoyê agahiyên dawî hatin parvekirin û me fikrên xwe bi hev re parve kirin. Em dixwazin bibêjin ku banga ji Îmraliyê hatî, bêdengkirina çekan, nîqaşkirina pirsgirêka Kurd a li ser platformên demokratîk û aştiyane, ji bo demokratîkbûnê gelek girîng in.”

Bi domdarî Aslan, anî ziman ku serkeftina pêvajoyê dê ji hêla aborî û siyasî ve jî bi xwe re encamên erênî bîne û wiha domand: “Lewma em ji bo pêvajo bi demokratîkbûnê biencam bibe û pirsgirêka Kurd li ser bingeheke aştiyane û mafên wekhev were çareserkirin, me nêrînên xwe parve kirin. Partiya me ji berê heta niha her tim ev tişt got; ji bo pirsgirêka Kurd ji dorpêça şer were derxistin û pevçûn bi dawî bibin, di mijara avakirina zemîneke demokratîk de divê îktîdar jî gavan biavêje, dewlet jî gavan biavêje. Rakirina tecrîda li Îmraliyê, cîbicîkirina efûya siyasî, bidawîkirina polîtîkaya qeyûman, bidawîkirina zextên li ser saziyên demokratîk, rawestandina operasyonên derveyî sînor û vegera hevşaredaran a li peywira xwe, dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng bin.”

Aslan, anî ziman ku divê her kes erk û berpirsyartiyên dikevin ser milê xwe tavilê bicih bînin û wiha pê de çû: “Ji bo ku temamiya van pêvajoyan li ser zemîneke bêhtir demokratîk bên nîqaşkirin, divê her kesê erk û berpirsyartiyên xwe tavilê bicih bînin. Nayê qebûlkirin ku ev bang bê vehêlandin. Ji bo me mijara esasî ew e ku ev pêvajo bi rê û rêbazên aştiyane, mercên wekhev û demokratîk bên çareserkirin.”

Di berdewamê de Aslan bal kişand ser êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan jî tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bûn şahidên komkujiyên hêzên HTŞ’ê yên li dijî Elewiyan. Em careke din bang dikin ku van pevçûnan û komkujiyên li dijî Elewiyan bi dawî bikin.”

Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku Rêber Apo ji bo pirsgirêk bi rêyên muzakere û diyalogê bên çareserkirin metna bangawaziyê nivîsandiye û wiha got: “Serkeftina pêvajoyê, bi beşdariya çalak a tevahiya dînamîkên birêxistinkirî yên civakê, muxaleeta civakî û siyasî dibe. Di hevdîtina me ya bi EMEP’ê re de wan jî gotin ku ew girîngiyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya aştiyê dê tişta ji dest tê bikin. Ev yek biqder û qîmet e.”

Bakirhan, wiha domand: “Ev bang ne tenê ji bo Kurdan û DEM Partiyê hatiye kirin. Ji bo 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, jinan, ciwan û me tevan hatiye krin. Têkoşîna Tirkiyeyeke demokratîk a bêşer û bêpevçûn ku kesek lê jiyana xwe ji dest nadin, bi vê bangê dest pê kiriye. Ev bang, start e. Ji bo ev bang bigihije cihê xwe, hewcehî bi yekitiya hêzê heye.”

Şande wê saet di 13.00’ê de jî biçe serdana Navenda Giştî ya CHP’ê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê destpê kir
Nûçeya Pişt re HPG: Di dîroka azadiyê de tevlî karwanê nemiran bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HRANA: Di êrişên Îsraîl-DYE’yê de 12 kes hatin kuştin

HRANA'yê ragihand ku di êrişên 24 saetên dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û…

Ji aliyê Stêrk TV

3 meh cezayê hepsê li aktîvîsta Kurd Minîje Hoşnud hate birîn

Bi îdîaya “propagandaya li dijî pergalê” 3 meh cezayê hepsê li aktîvîsta Kurd Minîje Hoşnud…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevanê ku agahî jê nedihat wergirtin li kêleka rê bi rengekî ‘lêdayî’ hate dîtin

Rojnamevan û derhênerê dokûmanterê Hakan Tosûn ku ji şeva 10'ê Cotmehê ve agahî jê nedihat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?