Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulazer Akin piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevdîtina li gel DEVA’yê: Divê ji bo aşitiyê pêngavên hewce werin avêtin, nexşerê hebe
Rojane

Hevdîtina li gel DEVA’yê: Divê ji bo aşitiyê pêngavên hewce werin avêtin, nexşerê hebe

Tûncer Bakirhan piştî hevdîtina DEM Partî û Partiya Devayê got: ‘’Divê êdî bang veguhere pêngavên şênber’’ û Alî Babacan jî got: ‘’Ji bo aşitiyê divê nexşerêyek hebe.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî banga Rêber Apo Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ên ku bi partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tînin, piştî hevdîtina li geş EMEP û CHP’ê li Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê bi  Serokê Giştî Alî Babacan re hevdîtinek pêk anîn. 

Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar hate lidarxistin.

BABACAN: DIVÊ NEXŞERÊ HEBE

Di civînê de destpêkê Alî Babacan axivî û diyar kir ku giringiyê didin pêvajoyê. Babacan destnîşan kir ku çareserî zehmet e û ev yek anîn ziman: ‘’Çareserî zehmet e, tu kes bi awayekî amade pêşkêşî kesî nake û divê bi awayekî girîng were nirxandin. Lê belê em weke Partiya DEVA’yê piştgiriyê didin ihtimala aşitiyê ya herî biçûk jî. Jixwe me ev yek hê di roja ewil de diyar kiribû. Em hê li ser fikra xwe ne.’’

Babacan diyar kir ku divê nexşerêyek hebe û got: ‘’Me hê ev nexşerê nedîtiye. Ji bo aşitiyê biryardarî hewce ye. Gelo ev biryardarî bi rastî jî li gel desthilatdariyê û li gel her du hevkarên wê heye? Me ev yek nedîtiye. Ji bo çareseriyê îradeya siyasî şert e lê belê ne diyar e ku Birêz Erdogan têkildarî vê yekê çi difikire. Her wiha heya niha îradeyeke siyasî ya qewî jî nehatiye nîşandan. Dema ku biryardarî, nexşerê û îradeya siyasî nebin, weke me beriya niha jî anî ziman em weke xweşbînîyeke bipivan dişopînin.’’

BAKIRHAN: BANGEKE KU JIYANA WEKHEV PÊŞKÊŞ DIKE

Bakirhan jî da diyarkirin ku pêvajoyeke gelekî girîng rû dide û ev yek anîn ziman: ‘’Bangeke ku 85 milyon welatiyan eleqedar dike, hate kirin. Ku ev bang jiyana wekhev û demokratîk ya 85 milyon welatiyan pêşkêş dike. Ji bo parvekirina vê bangê ya li gel partiyên siyasî me dest bi hevdîtinan kir û me niha jî li gel Partiya DEVA’yê hevdîtina xwe pêk anî. Nîqaşên girîng çêbûn û me ji tecrûbeyên berê yên Birêz Babacan û ekîpa wî jî sûd wergirt. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û rastfêmkirin û rastnîqaşkirina pêvajoyê gelekî girîng e. Bangek hate kirin. Bangeke wisa ye ku dê şer pevçûnên ku 50 sal in li welêt rû didin bi dawî bike û dê êdî têkoşîna ji bo mafan li ser zemîneke demokratîk were meşandin. Di van 50 salî de gelekî windahiyên Tirkiyeyê yên weke enerjî û aborî çêbûn. Bandor li seranserê Tirkiyeyê kir.

‘DIVÊ ÊDÎ PÊNGAVÊN HEWCE WERIN AVÊTIN’

A niha bangeke ku van bandorên neyînî li holê rake û li Tirkiyeyê di serî de gelê Kurd, Elewî û gel û baweriyên din, rê li ber pêşiya pêkvejiyana demokratîk veke,hate kirin; em gelekî girîng dibînin û qîmetê didin vê bangê. Em diyar dikin ku divê egerên vê bangê ji aliyê kesên ku bang lê hatî kirin ve, werin bicihanîn. Divê ne tenê weke bimîne û êdî pêngavên hewce werin avêtin. Ji ber vê yekê divê civak li vê bangê xwedî derkeve. Beriya niha jî bangên ku bi tenê ji însafa desthilatdariyê re mayîn hatin kirin. Me got ku dê ji vê yekê baştir bibe. Em bang dikin ku bêyî ku were dirêjkirin hemû kes erk û berpirsiyariyên xwe yên têkildarî vê mijarê bi cih bînin.

‘NÊZÎKATIYA ME YA TÊKILDARÎ SÛRIYEYÊ PIR EŞKERE YE’

Nêzîkatıya me ya têkildarî Sûriyeyê pir eşkere ye. Divê Sûriye bibe komareke demokratîk. Ev 100 sal in Sûriye li cihê xwe ye û divê ji êşên zîhniyeta yekperest ên li gelan û baweriyên cuda dane kişandin, were rizgarkirin.  Divê rejîm veguhere karektereke wisa ku Kurd, Elewî, Durzî, Xirisyan û hemû gel û baweriyên li wir hembêz bike.  Em qetilkirina Elewiyên li Sûriyeyê şermezar dikin, ev ne rast e. Divê rejîm tedbîrên vê yekê yên hewce bistîne. Divê bi bang, pratîk û pêngavên xwe bi berfirehî tev bigere.  Pêvajoyên ku bi mantiqa yekperest tên nirxandin, dikarin wern sabotekirin jî. Ev yek dê bibin sedem ku li Sûriyeyê ji nû ve şer û pevçûn dest pê bikin. Ji ber vê yekê li Sûriyeyê, Tirkiyeyê û li seranserê cîhanê tekane rêya pêşîlêgirtina destwerdanên derve, heye; demekratîkbûyîn, naskirina cudahiyan û rêzgirtina li hemberî cudahiyan e. 

EM Ê PÊVAJOYÊ LI GEL DÎNAMÎKÊN CIVAKÊ YÊN DIN JÎ BI RÊ VE BIBIN’

Hêvî dikim ku ev banga ku di vê meha Remazanê de hatî kirin, bê bersiz nemîne. Di civîn û seredanên me de hestên hevpar derdikevin holê. Beriya niha tu caran li Tirkiyeyê têkildarî vê bangê helwesteke wiha ya erênî nehatibû nîşandan. Ne tenê siyasetmedar, civak bi xwe jî êdî dibêje ku bila êş nebin, xwîn nerije, bila li vî welatî demokrasî hebe û bila her kes bi rengê xwe weke welatiyên wekhev bijî.  Ev bang jî têkildarî van yekan e. ji bo ku ev bang were bicihanîn û civak piştgiriyê bidiyê, weke DEM Partiyê em ê vê pêvajoyê li gel dînamîkên civakê yên din jî bi rê ve bibin.  Hêvî dikim ku di dawiyê de em ê li gorî armanca vê bangê, li vî welatî bibînin ku bang veguheriye pêvajoya aşitiyê. Em ê bi vê bangê aşitiya ku li vî welatî tê hêvîkirin, pêk bînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em nahêlin axa me were dagirkirin”
Nûçeya Pişt re Li Silopiyayê terora polîsan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Hiqûnasên Kurd: Berxwedan gihiştiye merheleyeke nû

Di Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk wiha hate gotin, “Divê em bikarin her hefte bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzerên Abdullah Ocalan careke din serî li CPT dan

Buroya Hiquqê ya Sedsalê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî got, "15'ê Gulanê roja hişyarbûnê ye. Roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?