Hevserokê ÎHD’ê Huseyîmn Kuçukbalaban bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di çareseriya meseleya Kurd de aktorekî gigrîng e, zêdeyî çar sal in nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û got, pêkanîna hevdîtinê wê bibe gava destpêkê ya vegera li wan polîtîkayan ku xizmetê ji aştiya civakî re dikin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mehkûmkirina Abdullah Ocalan a bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bêyî mafê berdana bi şert, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dîtibû. Tevî ku 10 sal di ser re derbas bûn têkildarî biryara binpêkirinê gavek nehate avêtin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di rûniştinên xwe yên navbera 17-29’ê Îlonê biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê binirxîne. 42 meh in bi ti awayî agahî ji Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê nayê wergirtin. Hevserokêw Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
HIKUMETA TIRK AGAHÎ JÎ PARVE NEKIR
Kuçukbalaban bi bîr xist ku DMME’yê ‘Biryara Gurban’ beriya 10 salan da û 10 sal in li ber Komîteya Wezîran e, herî dawî di Kanûna 2021’ê de dosya hate nirxandin û got, “Komîteyê destnîşan kir ku Tirkiye divê piştî demekê mafê jinûve nirxandina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî nas bike û kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn bi hincetên penolojîk berde, mekanîzmaya vê yekê biafirîne, ji bo vê tedbîrên qanûnî û yên têrker bi cih bîne; der barê hejmara kesên di vê rewşê de ye heta Îlona 2022’an agahiyan bide. Di nava dema derbasbûyî de Tirkiyeyê hem guhertina qanûnî nekir hem jî agahî neda Komîteyê.”
LOBIYA XURT A HIKUMETA TIRK
Kuçukbalaban anî ziman ku ew texmîn dike di rûniştina Îlonê de jî biryarên bi heman rengî bêne wergirtin û got, “Ji ber ku Tirkiyeyê ti ji biryarên beriya niha bi cih neanî. Planên Çalakiyê yên ku di çarçoveya koma dozê de hatin şandin jî hevdu dubare dikin. Di vê rûniştinê de wê dozên Kavala û Demîrtaş jî bêne lêkolîn. Di çarçoveya doza Kavala de halê hazir prosedureke binpêkirinê têkildarî Tirkiyeyê heye. Komîte ji bo bicihanîna biryara Kavala zextê li Tirkiyeyê dike, beriya her tiştî dixwaze vê biryarê bide pêkanîn. Du welatên Konseya Ewropayê hene ku prosedura binpêkirinê têkildarî wan di meriyetê de ye; Azerbaycan û Tirkiye. Bi dîtina min Komîte heta ku biryara Kavala bi cih bê anîn wê di dosyayên girîng ên mîna Gurban de pêşniyarên xwe yên beriya niha dubare bike. Bêguman di vir de para xurtbûna lobiya Tirkiyeyê ya li nava dadgehê heye. Mînak, CPT di serdana xwe ya îsal a li Tirkiyeyê de serdana Girtîgeha Îmraliyê nekir.”
Kuçukbalaban destnîşan kir ku ji bo bicihanîna biryarên koma Gurban li Tirkiyeyê pêwîstî bi îradeyeke siyasî û pêvajoyeke aştiyê heye.
DI MIJARA ÇARESERIYÊ DE AKTOREKÎ KRÎTÎK E
Kuçukbalaban destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriya meseleya Kurd de aktorekî krîtîk e û got, “Dewlet bi xwe jî bi girîngiya vê rola krîtîk zane. Weke ÎHD ji roja ku ava bûne û vir ve em mafê aştiyê û aştiyê diparêzin. Em dibêjin, divê meseleya Kurd bi polîtîkayên aştiyane bê çareserkirin. Abdullah Ocalan ku di çareseriya meseleya Kurd de aktorekî krîtîk e zêdeyî 4 sal in nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Em vê yekê weke pirsgirêkek mafên mirovan dibînin, weke dûrketina ji polîtîkayên aştiyane dibînin. Weke komeleyê me gelek caran daxwaza serdana Îmraliyê li Wezareta Edaletê kirin, lê belê bersiv wernegirtin. Em bang li dewlet û hikumetê dikin ku tavilê van polîtîkayên xwe biterikînin û li wan polîtîkayan vegerin ku xizmetê ji aştiya civakî re dikin. Weke gava destpêkê jî em bang li dewletê û Wezareta Edaletê dikin ku bihêlin ku Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne.”