Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, wê têkoşîn bidome
Rojane

Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, wê têkoşîn bidome

Weke heval Viyan Soran gotiye em ê ti carî nehêlin agirê ocaxa Rêber Apo sar bibe. Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike. Girêdana me ya bi Rêber Apo re heya dawiyê wê bidome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di destpêkê de û beriya her tiştî ez komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi kîn û hêrs şermezar dikim, tevahî şehîdên vê rojê yên bi dirûşma, “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, bi mînetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li beramberî mezinahiya wan ditewînim. Ev zêdetirî çaryek sedsal e Rêber Apo di nav şert û mercên herî zor û zehmet de, li girava Îmraliyê tê ragirtin.

Dewleta Tirk a ku dijminê herî xedar û hov e, her bi rêbazên cur bi cur hewl daye gelê Kurd di qirkirina çandî û etnîkî re derbas bike. Ji bo vê jî timî bi rêbazên komployan tevgeriyane. Mînakên herî berbiçav jî komployên li hember Şêx Seîd, Seyîd Riza, Hesoyê Biroyê Têlî, Îhsan Nûrî Paşayê Bitlîsê û hwd. in. Serhildana Şêx Seîd li Amedê, serhildana Seyîd Riza li Dersimê, serhildana Agirîyê ya Biroyê Heskoyê Têlî û Îhsan Nûrî Paşa heya Komara Mahabadê ya di pêşengtiya Qazî Muhammed de bi tevahî tesfiye kirin.

Tesfiyekirina tevahî serhildanên gelê Kurd ên li çar hêlên Kurdistanê, parçeyek ji vê plana komploya desthilatdarên Tirk û hevkarên wan ên serwerên cîhanê ye. Jixwe li dû komkujiya Geliyê Zîlan digotin, “Kurdistana xeyalî li vir hatiye binaxkirin” û timî li hember gelê Kurdistanê komplo û komkujî berdewam kirine. Xwestine gelê Kurd bi temamî qir bikin û bidin jibîrkirin. Lê piştî ewqas komkujiyan ji gelê Kurd re rojeke nû hilat û bû hêviya serdemeke nû. Ew hesreta di dilê Kurdan de weke çiyayan lêhati bûye, bi hilatina wê rojê re gelê Kurd qîriya û doza xelasî û azadiya xwe kir. Bi rastî ew roja ku ji gelê Kurdistanê re nûhilat û bû ronahî, bi demê re Kurd kirin yekpare û şoreşek pir xurt da lidarxistin. Ev pêşengê serdema nû Rêber Apo bû. Rêber Apo Kurd gihandin pileya herî jor a pêşveçûna neteweyî. Rêber Apo ji gelê Kurd re rê li ber ronesansa sedsala 21’an vekir û xwe fedayî heqîqeta gelan kir. Gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir. Rêber Apo xwest welatê xwe yê bedew di xweşikiya bihuşta baqî de ji tariya sedsalan rizgar bike û gelê xwe bigihîne asta pêşveçûna dîrokê.

Lê belê hêzên herî tundrew û dostên sexte yên ji mirovahiyê bêpar mane xwestin roja gelan tarî bikin û li hember Rêber Apo komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê pêş xistin. Weke tê zanîn Rêber Apo bi operasyoneke bêbext a navneteweyî bi serkêşiya NATO, MOSSAD, GLADÎO û CIA’yê dîl hat girtin. Mirov dikare bêje ku ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a projeyeke DYA’yê komployeke wisa nemerdane dan destpêkirin. Hewl dan di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tesfiye bikin da ku li hember wan ti astengî nemînin. Ji ber dizanîn ku tenê Rêber Apo li hemberî plan û projeyên wan ên destwerdana li ser Rojhilata Navîn dibe astengî.

Rêber Apo xwest ji gelê xwe re welatekî azad ava bike, lê mixabin ji hêla hêzên komploger û xiyanetkaran ve hate armancgirtin. Bi rêbazên herî bêpîvan û bêexlaq Rêber Apo dîl girtin û bi lezgînî wî radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Weke tê zanîn azadî pîvaneke xwezayî ya her zindiyên li ser rûyê cîhanê ye. Rêber Apo jî weke mafeke ji parçeyek xwezayê ye rêyeke herî zehmet hilbijart da ku rûmeta gelê xwe biparêze, wan azad bike. Lê hêzên serwerên cîhanê yên zalim ev ji bo gelê Kurd û Rêber Apo pir zêde dîtin.

Dema ku komplo li ser Rêber Apo dan meşandin heval Halît Oral bi şîara, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” agir berda bedena xwe û komplo şermezar kir. Li pey wî jî gelek milîtanên Rêber Apo û mirovên welatparêz jî bedena xwe dan ber agir. Ez hevalê şehîd Halît Oral û tevahî şehîdên bi agirê bedena xwe xwestin Rêber Apo biparêzin, bi bîr tînim, bi hurmet bejna xwe li hemberî mezinahiya wan ditewînim, soza bilindkirina têkoşînê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo didim. Wan qehremanan xwestin bi agirê bedena xwe ji hêzên komploger û ji dewleta Tirk re bêjin, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir. Gelê Kurd rabû ser piyan û nehiştin komplo bigihîje armanca xwe. Rêber Apo gelekî wisa rêxistinkirî û perwerdekirî ava kir ku xwe nas kir û hebûna xwe di hebûna Rêber Apo dît. Ji ber wê zarok û ciwanên gelê Kurd gotin, “Kes nikare roja me tine bike û wê roja me neyê tinekirin.”

Weke heval Viyan Soran gotiye em ê ti carî nehêlin agirê ocaxa Rêber Apo sar bibe. Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe û komplo têk neçe wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike. Girêdana me ya bi Rêber Apo re heya dawiyê wê bidome. Ez hêvidar im 15’ê Sibata 2025’an wê tarîtiyê biqelişîne, ronahiya azadiyê bi xwe re bîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: 2 SÎHA yên kamîkaze hatin xistin
Nûçeya Pişt re ‘Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 2’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Fîlîpînê erdheja bi 6.9 pileyî: Bi dehan kes mirin

Hate ragihandin ku ji ber erdheja bi 6.9 pileyî ya êvara Sêşemê li Fîlîpînê rû…

Ji aliyê Stêrk TV

Biden xatir xwest: Li DYE’yê olîgarşiyek ava dibe

Serokê DYE’yê Joe Biden axaftina xatirxwestinê kir û destnîşan kir, ku Emerîka ji aliyê “olîgarşiyek’…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara qurbaniyên êrîşa balafira bêmirov a li Sûdanê gihîşt 153 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?