Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Heyeta DEM Partî û DBP’ê serdana Waliyê Silêmaniyeyê kir
Kurdistan

Heyeta DEM Partî û DBP’ê serdana Waliyê Silêmaniyeyê kir

Heyeta DEM Partî û DBP'ê ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike, bi Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir re rûnişt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Heyeta DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) îro saet di 10:00 de bi Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir re li Walîtiya Silêmaniyeyê hevdîtin kir.

Heyet ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê û Amîra Îdarî ya Meclîsa Tirkiyeyê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan pêk tê.

Ji nûnerên DEM Partiyê yên li Silêmaniyeyê Muslum Kaplan û Feviye Şîran jî li gel heyetê tevlî serdanê bûn.

Heyet li walîtiyê ji aliyê Heval Ebûbekir û rêveberan ve hate pêşwazîkirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, di hevdîtinê de pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo destpê kir, bûyerên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriyeyê û bûyerên li cîhanê hatin nirxandin.

Piştî hevdîtinê ku 45 deqeyan dewam kir, civîneke çapemeniyê ya hevpar hate ildarxistin.

Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir di daxuyaniyê de ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû Kurdên li her devera cîhanê ye, ji bo wê erkê hemû Kurdane piştevaniya pêvajoyê bikin. Heval Ebûbekir piştgiriya xwe ya ji bo şandeyê û pêvajoyê dubare kir û got: “Em hêvîdarin ku dewleta Tirk di demek nêz de bersivê bide vê pêvajoyê û êdî wext winda neke.”

Piştre Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî û wiha anî ziman: “Me bi hev re civîneke gelek baş pêk anî. Beriya niha dema ku Birêz Heval Ebûbekir serdana Bakurê Kurdistanê kir, me li ser pêşeroja Kurd û Kurdistanê gelek guftugokiribû. Bê guman ger ev pêvajo li Bakurê Kurdistanê pêş bikeve dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”

Biryare şande li gel aliyên siyasî û kesayetên din ên Silêmaniyê jî kom bibe.

Hêjayî gotinê ye Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, serdanên xwe domandin.

Divê çarçoveyê de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne, di 15’ê Sibatê (2025) de serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di nava 3 rojan de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî û Endamê Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin pêk anîbû, û silav û peyamên Rêber Apo yên têkildarî pêvajoya nû ragihandibûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SILÊMANIYE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê li Ceylan Aslan hate birîn
Nûçeya Pişt re Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Amarayê’ banga tevlîbûnê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

Kampanyaya ‘Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nêrgiz Mihemedî’ ragihand ku Nêrgiz Mihemedî 24’ê Adarê li girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên dewleta Îranê Kurdek qetil kirin

Hêzên dewleta Îranê li gundê Çomanê yê Banê welatiyê Kurd ê bi navê Mûîn Tofîq…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Serhedê çalakiyên 25’ê Mijdarê dest pê kirin

Meclisa Jinan a TJA û DEM Partiyê li Wan û Şemzînanê çalakiyên 25’ê Mijdarê dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?