Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa li dijî wesayîteke sivîl a li başûrê Til Birakê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Sûcekî nû li rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan hat zêdekirin, îro şemiyê (21’ê Kanûna 2024’an) piştî nîvro, wesayîteke sivîl a Hyundai, ji hêla balafireke bêmirov ve li başûrê Til Birakê hat hedefgirtin.
Êrîşa terorîst li nêzî xala kontrolê ya kaziya Şuheda (Benzînxaneya Şehîdan) li ser rêya ku bajarokên Til Birak û Holê girê dide pêk hat, di nav de melayek 3 sivîl şehîd bûn û yek din jî bi giranî birîndar bû.
Em bi tundî vê kiryara tirsonek şermezar dikin ku armanca wê belavkirina terorê di nav sivîlan de û têkbirina aramiyê li herêmê ye. Em teqez dikin ku ev tawan beşeke ji rêzesûcên eşkere yên qanûnên navdewletî û mafên mirovan ku armanckirina sivîlan di bin her şert û mercî de qedexe dike.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo rawestandina van sûcên dubare yên li dijî gelên herêmê tên kirin û hesabê ji berpirsyaran bixwazin. Her wiha em mafê xwe yê rewa yê parastina gelê xwe û pêkanîna aramî û ewlehiya wan piştrast dikin.
Ji şehîdan re rehmet û ji birîndaran re şifaya lezgîn.”