Hefteya borî di 4’ê nîsanê de bi beşdariya nêzîkî 10 hezar kesî merasîma Hezar Erbane hate lidarxistin. Beşdarên merasîmê ji cihên cuda yên rojhilatê Kurdistanê û ji seranserî Îranê bûn.
Yek ji aliyên merasîmê yên xweşik ew bû ku gel bi cil û bergên Kurdî yên rengereng dîmenekî xweşik da merasîmê.
Yek ji xala din a merasîmê ya balkêş ew bû ku piraniya beşdaran jin bûn.
Erbanejen li ser banên malên gund rêz bûn û hunera xwe pêşkêş kirin. Vê yekê coş û kelecaneke taybet da merasîmê.
Heman merasîm roja înî, ango di 12’ê nîsanê de, wê li bajarokê Palinganê jî bê lidarxistin.