Tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Mûstafa Ozoral tecrîd û nîqaşên li ser ‘mafê hêviyê’ ji ANF’ê re nirxand.
Mûstafa Ozoral anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê destpê kir, li nava tevahiya cîhanê belav bû û got, “Dewletê, kiryarên li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê destpêkê li Îmraliyê ceriband. Ji ber ku li vê derê dengekî têrker bilind nebû, li girtîgehên din belav bû. Ne tenê astengkirina hevdîtina bi malbatê re her wiha astengkirina bilêvkirina fikrê mirovan jî tecrîd e. Abdullah Ocalan 25 sal in girtî ye û di nava vê demê de nekarî fikrê xwe bigihîne derve. Ev yek kiryareke giran a tecrîdê ye.”
Têkildarî daxuyaniyên dawî yên lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî Ozoral got, “Daxuyaniya 22’ê Cotmeha 2024’an a Bahçelî mikurhatina li tecrîdê bû. Bahçelî anî ziman ku eger PKK ji hev bê belavkirin wê tecrîd bê rakirin. Ev yek qebûlkirina tecrîdê ye ku bi salan e dewam dike. Eger bêyî rakirina tecrîdê qala pêvajoyeke aştiyê tê kirin, ev pêvajo bi rengekî rast nikare bê birêvebirin. Eger mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzerên xwe re tine be, pêvajoya aştî û çareseriyê jî bi rengekî baş nikare bi rê ve biçe.”
Mûstafa Ozoral li ser mijara ‘mafê hêviyê’ jî got, “Li Tirkiyeyê mafê hêviyê ji aliyê qanûnî ve nîne. Erka efûyê ya Serokkomar hebe jî ev yek nayê wateya mafê hêviyê. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî, destnîşan dike ku şert û mercên cezayên girtîgehê yên heta bi hetayê divê ji nû ve bêne nirxandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) diyar dike ku ceza divê bi armanca islahkirinê li mirovan bê birîn û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li dijî felsefeya hiqûqa ceza ye. Ji ber vê yekê jî dibêje, piştî 25 salan divê şert û mercên mirov di ber çavan re bêne derbaskirin.”
Mûstafa Ozoral got, “Abdullah Ocalan 25 sal temam kir, divê Tirkiye li gorî Yekîtiya Ewropayê mewzûata xwe biguherîne û mafê hêviyê nas bike.”
Ozoral anî ziman ku Rêber Apo ji bo tevkariyê li aştiyê bike bi salan xebitî û got, “Beriya 11 salan bi femana Ocalan vekişîn ji Tirkiye û Kurdistanê hate kirin û şer neqewimî. Ev yek nîşan dide ku Ocalan ji bo xizmetê ji aştiyê re bike xwedî îradeyeke cidî ye. Lê belê şert û mercên tecrîdê yên heyî li pêşiya demokrasî û aştiyê asteng e. Jinedîtî hatina vê yekê ji aliyê dewletê ve xizmetê ji aştiyê re nake.”
Di dawiya axaftina xwe de Ozoral bang kir ku mewzûata li ser cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê guhertin û got, “Mafê hêviyê ne tenê ji bo Abdullah Ocalna, lê ji bo girtiyên siyasî hemûyan pêwîstî ye. Ji bo avakirina civakeke demokratîk û şînkirina hêviyên ji bo aştiyê guhertineke bi vî rengî şert e.”