Sêşem, 16 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê Kongreya Jinan: Jin rêxistin û hevgirtina navneteweyî xurt dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê şoreşgera enternasyonalîst Tîjda Zagros bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şoreşgera enternasyonalîst Tîjda Zagros bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê diyar kir ku şoreşgera enternasyonalîst a mezin Tîjda Zagros (Kelly Freygang) şehîd bûye û got, "Navê xwe bi rengekî welê li dîroka têkoşîna azadiyê ya gelan nivîsî ku ti carî jê neçe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) a têkildarî şehîd bi vî rengî ye:

“Şoreşa enternasyonalîst a mezin hevrêya me Tîjda Zagros 29’ê Nîsana 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Hevrêya me Tîjda baweriya xwe bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêberê me anî ku azadiya gelan hemûyan ji xwe re dike esas, ji sîstema kapîtalîst qut bû û hat çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me ku dilê wê ji bo tevahiya mirovahiyê lê da, ji bo pêkanîna sosyalîzma civaka demokratîk têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêya me li çiyayên Kurdistanê rastiya xwe dît, ji bo hemû gelan têkoşiya û bû mînakek ji fedakariya mezin ku nirxên jê bawer dikir heta nefesa dawî parast. Hevrêya me ku li ser xeta fedaî bêteredût meşiya, şerê bi rengê Zîlanê ji xwe re kir armanc û mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku nayê jibîrkirin. Bû milîtaneke fedaî ya mînak a PKK û PAJK’ê û cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelan de girt. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk, şarezabûna leşkerî, hevrêtiya kûr û biryardariya xwe ya ji bo lêdana derbê ya li dijmin, bi kesayetiya xwe ya bi moral û bi coş her wezîfe bi serketî bi cih anî. Hevrêya me Tîjda ku şopdara Ronahî (Andrea Wolf), Nûdem (Uta Schneiderbanger), Şiyar (Jakob Riemer), Sara (Sarah Handelmann), Bager (Michael Panser), Azad (Thomas Johann Spies) û Elefteria (Eva Maria Steiger) bû, navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê ya gelan nivîsî ku ti carî jê neçe.

Em di serî de ji malbata hêja ya hevrêya xwe Tîjda, ji hemû hevrêyên xwe yên enternasyonalîst û tevahiya gelan re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku cîhaneke sosyaslîst, azad û wekhev pêk bînin ku hesreta herî mezin a şehîdên me bû.

Agahiyên li ser nsanameya hevrêya me Tîjda Zagros bi vî rengî ne:

Nasnav: Tîjda Zagros
Nav paşnav: Kelly Freygang
Cihê jidayikbûnê: Hambûrg – Elmanya
Dayik-Bav: Gunda – Joghen
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2025 / Zap

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji destpêkê û vir ve karaktera xwe ya tevgera enternasyonalîst parast, mezin û gerdûnî bû. Jiyana hevpar a aştiyane û azadiyê ya gelan ji xwe re kir esas û ji bo avakirina modernîteya demokratîk û alternatîfa modernîteya kapîtalîst e, berdêlên mezin da. Partiya me ku bi berdêlê di oxira sosyalîzmê de da derbasî nava dîroka têkoşînê ya cîhanê bû, ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê bû ronahiya hêviyê. Gelek hevrêyên me yên enternasyonalîst berê xwe dan vê ronahiya Rêber Apo, ji bo sosyalîzma heqîqî bijîn û ava bikin, têkoşîneke gelekî giran dan ber çavên xwe. Di vê oxirê de bi hezaran hevrêyên me yên sosyalîst bi lehengî şer kirin, şehîd bûn û veguherîn pir a xwişk û biratiya gelan.

Hevrêya me Tîjda li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê demokrat û sosyalîst bû, vê yekê bandor li afirîneriya kesayetiya wê kir. Hevrêya me sîstema heyî ji xwe re kir mijara lêpirsînê û jiyana heyî jî ji aliyê manewî ve lawaz dît. Lewma di dema xwendina zanîngehê de kete nava nakokiyan. Hevrêya me ji pirtûkên xwend, ji televîzyonên lê temaşe dikir û ji înternetê şerê li Rojhilata Navîn bi taybetî yê li Kurdistanê şopand û bi baaweriya ku sîstema kapîtalîst sîstemeke mêtinger e, kete nava lêpirsînên cidî. Bi taybetî kete bin bandora şerê gerîlayên jin ê li dijî dagirkeran û çeteyên DAÎŞ’ê, lewma ji bo tevgera me hîn baştir nas bike biryar da ku tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bibe. Di nava vî karî de derfet dît ku hîn bêhtir bixwîne, lêkolîn bike, bi taybetî her ku mîsyona ciwanan a li nava tevgera me fêhm kir, hîn bêhtir bi moral tevlî nava kar bû. Her ku paradîgmaya Rêberê me fêhm kir bû heyranê wê û daxwaza xwe ya têkoşînê mezin kir. Ji berxwedana destanî ya pêvajoya Berxwedana Kobanê hêz wergirt. Ji bo rizgarkirina gelê Kurd, ku li pêş çavên tevahiya cîhanê ji komkujiya hovane ya çeteyên DAÎŞ’ê re hate hiştin, milîtanên Apoyî yên ku bi ruhê fedaî şer dikirin û berdêlên giran didan, ji xwe re kir mînak. Hevrêya me statuya civakî ya ku sîstema serweriya mêr li jinan ferz dikir qebûl nekir û têgihişt ku sîstema kapîtalîst mirovan ji xwezayê, ji civakîbûnê dûr dixîne, dixe nava jiyaneke ezeztî û jiyaneke bi wate li nava refên azadiyê dît. Hevrêya me ku li Zanîngehê li Beşa Hiqûqê dixwend û xwedî hemû emû derfetên jiyaneke rehet a li Ewropayê bû, ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest ev hemû derfet danî aliyekî û biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe.

Di sala 2017’an de ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina tevgera me û tepisandina gelê me operasyonên giran dimeşand, hevrêya me tevlî nva refên gerîla bû û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêya me Tîjda ku xwedî danheviyeke cidî ya agahiyan û bingeheke xurt a îdeolojîk bû, li gel ku dûrî jiyana ji çiyê mezin bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û şert û mercên giran ên çiyê bû. Bi rêya perwedeya îdeolojîk û materyalên xwendî hîn bêhtir xwe kûr kir, ji bo paradîgmaya Apoyî li tevahiya cîhanê bikeve meriyetê bi daxwazeke mezin tevlî nava kar bû. Hevrêya me Tîjda ku li gel dilsoziya xurt a bi Rêbertî re bi hewldana hêjayî şehîdan bibe timî li pêş bû; bi fedakarî, kesayetiya xwe ya kedkar û daxwaza xwe ya têkoşînê milîtaniya fedaî ya Apoyî di kesayetiya xwe de ava kir. Hevrêya me di taktîkên şer ên gerîla yên dema nû û xeta fedaîtiyê de xwe kûr kir û pêşniyar kir ku di bin sîwana Hêzên Taybet de tevlî kar bibe. Sala 2021’ê beşdarî nava Hêzên Taybet bû û weke gerîlayeke YJA Starê ya serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêya me ku xwedî profesyoneliya leşkerî û danheviya îdeolojîk bû, zanîbû ku xeta fedaîtiyê cewherê têkoşîna sosyalîst e û bi vî rengî derbasî Eyaleta şehîd Delîl a Rojavayê Zagrosan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi fedakarî û wêrekiya xwe ya di şer de li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirineke mezin. Hevrêya me Tîjda ku jineke sosyalîst û azad bû, pêşengiya YJA Starê di nava jiyanê û şer de bi rengekî hêja temsîl kir. Weke gerîlayeke pispor di pêşvebirina hevrêyên xwe, ewlehî û parastina wan de bi rola xwe rabû. Hevrêya me ku di taktîkên demê de bû pispor û di wezîfeyên herî zehmet de jî bêteredût tevgeriya, her wezîfeya hilda ser milê xwe bi serketî bi cih anî. Şehadeta hin hevrêyên bi wan re têkoşiya bandor lê kir, lê bi biryardariya serxistina armancên wan û jiyaneke bi rengekî rast xwedî li bîranîna şehîdan derket. Bi bilindkirina daxwaza xwe ya têkoşînê tevlî gelek karên serketî bû. Li ser xeta xwedawenda azadiyê ya fedaî Zîlan (Zeynep Kinaci) ku ji xwe re kir rêber, hewl da bersivê bide hêviyên azadiyê yên gelan.

Hevrêya me Tîjda weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza û fedaî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih anî û cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Ji Rosa Luxemburg, Clara Zetkin û xwişkên Mirabel heta bi Sara, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Rûken û Asyayan bû nûnera dawî ya mezin a têkoşîna azadiyê ya jinan ku bi berdêlên mezin hate afirandin. Hevrêya me bicihhatina Îdeolojiya Rizgariya Jinê, belavbûna paradîgmaya azadîparêziya jinê li tevahiya cîhanê û azadiya hemû jinan ji xwe re kir armanc, di heman demê de weke nefereke nemir a têkoşîna azadiyê ya jinê navê xwe li dîrokê nivîsî.

Hevrêya me 29’ê Nîsana 2025’an di bombardûmana artêşa Tirk a bi SÎHA de şehîd bû. Em soz didin ku armancên hevrêya xwe ku di oxira wê de canê xwe feda kir, bi cih bîne.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yaşodûn: Divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û gavê biavêje
Nûçeya Pişt re Li Wanê meşa ‘Statuya Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çalakiya protestokirina qeyûm de 10 kes hatin binçavkirin

Piştî ku Rêveberiya CHP’a Stenbolê ji peywirê hatin girtin, Gursel Tekîn ê ku wekî qeyûm…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nava 2 rojan de zêdeyî sed hezar kes derbasî herêmên xweser bûn

Serokê Daîreya Karên Koçberan Şêxmûs Ehmed ragihand ku di nava du rojên dawî de zêdeyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?