Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê ji bo bîranîna 3 gerîlayên şehîd bûne got, "Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber li her qada ku lê mane, bûne navê jiyan û şerê fedaî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 22 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de derbarê gerîlayên şehîd bûne de wiha hate gotin:

“Em hevrêyên xwe Xemgîn, Xwînrêj û Rêber ên ku di êrîşa dijmin a 14’ê Mijdara 2019’an a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber, di pêvajoyeke ku li tevahiya Kurdistanê êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me bi dijwarî hatin pêkanîn de, bêyî ku kêliyek jî dudilî bin xwedî li erkên xwe derketin û tevlî nava têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me bûn. Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber ku li ber ronakbûna têkoşînê û bi cewhera ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê li Kurdistanê bi pêş xistî mezin bûn, di emrê ciwantiyê de rastiya dijmin nas kirin û bi tevlîbûna li nava refên azadiyê re berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me bi cih anîn. Hevrêyên me yên ku ketin ferqa jiyan dema ku bi wate û azad be dibe xwedî nirx, zanin ku ev yek bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo pêkan e û li ser vê esasê xwe bi temamî fedayê têkoşînê kirin. Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber ku weke pêwîstiyeke berpirsyariya şoreşgerî didîtin ku li her qadê li dijî êrîşên dijmin ên li ser lêgerîna jiyana azad a gelê me têbikoşin, li her qada ku lê bûn, bûne navê jiyan û şerê fedaî. Heta nefesa xwe ya bi baweriyeke mezin girêdayî têkoşînê man û bûne mînakên herî berbiçav ên nifşê şoreşger ku li Kurdistanê derketine holê. Weke hevrêyên wan em soz didin ku em ê erkên şoreşgerî yên hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin û em ê bi ser bixînin.

Em careke din di salvegera şehadeta hevrêyên xwe Xemgîn, Xwînrêj û Rêber de, wan bi rêzdarî, hezkirin û mînetdarî bibîr tînin û sersaxiyê bi taybetî ji malbatên wan ê hêja re û ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Xemgîn Oremar
Nav û paşnav: Behçet Gurdal
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Sara- Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 14 Mijdar 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Xwînrêj Spêrtî
Nav û paşnav: Mehmet Bozkurt
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Asiran- Hacî
Dem û cihê şehadetê: 14 Mijdar 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rêber Dizê
Nav û paşnav: Adem Çîftçî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Asya- Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 14 Mijdar 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

XEMGÎN OREMAR

Hevrêyê me Xemgîn li navçeya Colemêrg Geverê ya kevnar ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng fedayê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, ji dayik bû. Hevrêyê me ku di nava malbatek welatparêz de mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve sempatîzanê Tevgera me bû. Hevrêyê me ku li cihekî weke Geverê ku welatparêzî lê kûr e bû mezin bû, di salên 90’î de bû şahidê zilm û êşkenceya ku dijmin li dijî gelê me dikir. Di serdemeke ku li Kurdistanê kuştinên ‘kiryar nediyar’ zêde bûn de, hêrsa hevrêyê me mîna bi hezaran zarokên Kurd li dijî kiryarên dewleta faşîst mezin bû. Li hemberî jiyana ku dewleta Tirk a dagirker ji gelê me re rewa dibîne, bû heyranê gerîla ku berxwedaneke destanî nîşan didin. Hevrêyê me her tim xeyal dikir ku tevlî gerîla bibe û di nava têkoşîna azadiyê de cih bigire. Hevrêyê me ku ji bo demeke kurt çû dibistanên sîstemê, ji sala destpêkê ve nakokî jiyan. Hevrêyê me mîna her zarokek Kurd derbarê zimanê dayikê de nakokî jiya û dev ji dibistanên sîstemê berda. Hevrêyê me Xemgîn ê ku xwest tevkariyê li debara malbata xwe bike, di temenê biçûk de rastiya kedê nas kir. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya bi sebir û gihîştî ji aliyê malbat û xizmê xwe ve hat naskirin, li her qada ku lê bû hurmetek mezin bi dest xist. Hevrêyê me ku destek dida debara malbata xwe û di gelek karên cuda de xebitî, bi ked û durustiya xwe di hawîrdora xwe de bû kesayetekî mînak. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet û welatparêz li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk ku ciwanan dike hedef û êrîşî destketiyên gelê me dike, ket ferqa divê tiştek bike. 

Hevrêyê me ku biryar da di nava xebatên ciwanên welatparêz, şoreşger de cih bigire, derfet dît ku heta astekê ji bo vê têkoşîna pîroz tiştekî bike. Bi zanebûna ku ciwan hêza pêşvebirina şoreşan û paşeroja gelan e, bi moraleke mezin tevlî kar bû. Hevrêyê me Xemgîn ku di xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de tecrûbeyeke bi dest xist û bi her awayî alîkarî da hevrêyên xwe, serî li ber zextên dijmin netewand. Hevrêyê me Xemgîn ku tevî gelek caran hat binçavkirin û hat êşkencekirin jî ji biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda û di pêvajoya ku hewl dihat dayîn li Rojava bi destê çeteyên DAÎŞ’ê gelê me bê qirkirin de, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da.

Hevrêyê me Xemgîn ku bi tevlîbûna li nava refên gerîla re xeyalên xwe pêk anî, ewil tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi moral û hezkirineke mezin tevlî perwerdeyên şervanên nû bû, di pêvajoya perwerdê de ket nava lêgerînên kûr de. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyan re dîroka Kurdistan û Partiya me baştir fêhm kir, di aliyê îdeolojîk de jî lêhûrbûnên wî kûrtir bûn. Ji bo xwe kir armanc ku di aliyê leşkerî de jêhatî bibe. Hevrêyê me ku di demeke kurt de hînê jiyana çiyê û gerîlatiyê bû, weke şervanekî serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêyê me ku ji bo di zûtirîn demê de biçe qadên pratîkî, li ser jiyana gerîla hînî her tiştî bibe û tiştên ku di perwerdeya şervanên nû de hîn bû bi cih bîne, gelek bêsebir bû. Li ser vê esasê gihîşt armanca xwe û çû herêma Zagrosê. Hevrêyê me ku mîna perwerdeyekê nêzî her kêliya jiyanê dibe û dixwaze bi her awayî xwe bi pêş bixe, bi tevlîbûna xwe ya bi coş re jî ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Hevrêyê me ku dixwest di her xebatê de cih bigire û armanc dikir ku bibe gerîlayekî jêhatî, bi girêdanên xwe yên xurt ên hevrêtiyê û israra xwe ya li dijmin xistinê, her ku çû armanca xwe mezintir kir. Xwest li her qada Zagrosan cih bigire û weke gerîlayekî bi tecrûbe bersivê bide pêvajoya şer. Li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabû û xwe ji bo erkên herî zehmet pêşniyar kir. Hevrêyê me Xemgîn ê ku bi fedakarî û hevrêtiya xwe ya kûr tê naskirin, her erka ku girtiye ser milên xwe bi hişmendiya layiqê şehîdan û Partiya me bibe, bêyî kêmasî bi cih anî. Hevrêyê me Xemgîn ku tevî hemû bêderfetiyan jî bi sekna xwe ya bi îrade ya xurt weke milîtanekî Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt û hemû kêliyan ji bo tola şehîdan hilîne nirxand. Di her xebata ku tê de cih girtiye, bû milîtanekî Apoyî ku ji rêgezên Partiyê tawîz neda.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Xemgîn ku di dema êrîşa artêşa Tirk a dagirker ya 14’ê Mijdara 2019’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî, bi tevlîbûna li nava karwanê şehîdan re nemir bû, her tim zindî bihêlin û bi minetdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe ditewînin.

XWÎNRÊJ SPÊRTÎ

Gelê Botanê ew gel e ku ji bo welatparêziya xwe ya kûr û nirxên xwe yên cewherî berdêlên mezin dide. Ji Botanê gelek tevlîbûn ji Tevgera me re çêbûn û kêliyekê jî be ji berdêl dayînê gavek paşve nekişiya û bi hezaran milîtanên Apoyî ava kir. Hevrêyê me Xwînrêj di nava malbateke welatparêz li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Weke endamekî eşîra Spêrtî ya welatparêz, bi çanda kevnar a Kurdan re mezin bû. Hevrêyê me ku şahidî ji zilm û êşkenceya dijmin a li hemberî gelê me yê Botanê re kir, li dijî dijmin bertekên wî mezintir bû. Hevrêyê me yê ku demek çû dibistanên sîstemê ku hêlînên asîmîlekirinê ne, piştre dît ku dibistanên sîstemê navendên ji nirx û cewherê dûrxistine berda. Mîna her ciwanekî Kurd ê li Kurdistanê dijî, dixwest tevkarî li debara malbata xwe bike. Hevrêyê me Xwînrêj ê ku di gelek karên cuda de xebitî, di temenê biçûk de zehmetiyên qezenckirinê ya bi kedê dît. Her çend di karên herî zehmet de xebitî be jî, ji ber ku heqê keda xwe negirt, bû sedem ku nakokiyan bijîn. Hevrêyê me yê ku fêhm kir ku pergala kapîtalîst li ser îstîsmarkirina keda mirovan hatiye avakirin û armanca ew e ku civakan bi bêkariyê terbiye bike, lêgerîn û pirsên wî zêdetir bû. Hevrêyê me li ser vê bingehê xwest Tevgera me ya ku ji bo bi jiyanîkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê berdêlên mezin daye, ku alternatîfa vê sîstema sosret e, nas bike û lêkolîn bike. Bi taybetî di şerê ku di dema “Şerê Gel ê Şoreşgerî” de ku di sala 2012’an de bi pêş ket de, ji berxwedana destanwarî ya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk hêzeke mezin wergirt. Li hemberî dewleta Tirk a ku bi hezaran leşker û teknîkê li qadeke ku tîmeke gerîla lê ye operasyon pêk tîne, xwest di nava têkoşîna gerîlayan de cih bigire. Gerîlayên ku li dijî teslîmiyetê li ber xwe didin û serketinê esas digirin ji bo xwe kir weke weke qîble. Bi bêsebir li benda roja ku tevlî nava gerîla bibe, bû. Tevgera me li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi îrada Apoyî ya xurt têkoşîn dabû destpêkirin û li ser banga seferberiyê ya Partiya me hevrêyê me biryar da ku bi gerîla re heman helwestê nîşan bide.

Hevrêyê me Xwînrêj li hemberî şerê tunekirinê yê di sala 2014’an de li Şengal, Mexmûr û Kobanê li dijî gelê Kurd tê destpêkirin, bi hêrseke mezin tevlî refên têkoşînê dibe, weke ciwanekî Kurd ê birûmet bi tevlîbûneke serfirazî pêk anî. Hevrêyê me yê ku tevlî perwerdeya şervanê nû dibe, di demeke kurt de hînî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Hevrêyê me li derdoreke ku nêzî jiyana çiya û exlaqê Partiyê mezin dibe û bi morala ku ji têkiliyên hevrêtiya di nava gerîlayan de digire bi awayekî coş tevlî perwerdeyan dibe.  Hevrêyê me yê ku di perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî de kûrbûnên mezin dijî û di hemû waran de di kesayeta xwe de guhertinan pêk tîne, bi awayekî serketî perwerdeya xwe temam dike.  Hevrêyê me piştî perwerdeyan ji bo parastina gelê me yê ku bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re rû bi rû dimîne û li qadên cuda erkên xwe yên şoreşgertiyê bi cih bîne, gelekî hewl da. Hevrêyê me yê ku di gelek pêngavên şoreşgerî ên serketî de cihê xwe digire,  di demeke kurt de xwe di warê leşkerî de pêş dixe.  Weke gerîlayakî wêrek û pispor ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin.  Hevrêyê me ji bo erkên Partiyê bi awayekî serkeftî cîh bîne, gelekî li ber xwe da. Hevrêyê me yê ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û mîlîtanbûna Apoyî dizane, bê navber têdikoşe. Her çend şehadeta kurmamê wî û hevrêyê me Devrîm Spêrtî ya di sala 2015’an de bandorê lê bike jî hêrs û xwesteka xwe ya di nava têkoşînê de mezin dike û berê xwe dide çiyayên azad. Hevrêyê me yêku pêşniyar dike ku derbasî qadên ku lê derbeyên mezin li dewleta Tirk a dagirker bide, li Zagrosan pratîk meşand. Hevrêyê me Xwînrêj ê ku bi awayekî cidî û hesas li nêzî hemû erkên xwe dibe, bi kesayeta xwe ya mutewazî û zanedarbûna hevrêtiyê ya kûr têkoşîneke mezin da meşandin.

Hevrêyê me Xwînrêj ê ku di 14’Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa dijmin de şehîd dibe, bi têkoşîna xwe ya bênavber û bêdudilî di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî mezin. Em weke hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Xwînrêj dewrî me kiriye, di şexsê wî de  bi zanedarbûna layiqbûna ji şehîdan re tim ba bikin.

RÊBER DIZÊ

Hevrêyê me Rêber li bajarê Colemêrgê di nava malbatake serhildêr û berxwedêr de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku bi çanda Kurdî ya kûr û resen mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas dike. Hevrêyê me yek ji ferdekî ji eşîra Pinyanişî ye ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û bi terbîyeya ji malbata xwe digire û bi hişmendiya Kurdayetiyê mezin dibe.  Hevrêyê me Rêber li navendeke ku sepanên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker lê zêde mezin dibe, rastiya dijmin hê di zarokatiya xwe de nas dike. Dibe şahidê zilma ku li gelê me tê kirin. Hevrêyê me guhdariya çîrokên lehengiyên gerîlayan dike û ji têkoşîna xizmên xwe yên nêz ên di nava refên gerîlayan de hêzê digire. Meraqa wî ya ji bo gerîlayan û têkoşîna destanî ya li Kurdistanê li dijî zulmê pêş dikeve dibin sedem ku li gel hevrêyê me xeyalên gerîlabûnê peyda bibin.  Di dibistanên pergalê de weke her zarokekî Kurd dikeve nava nakokiyan. Bi awayekî azad neaxivîna zimanê xwe yê dayîkê û axaftina Tirkî a bi darê zorê dibin sedem ku li gel hevrêyê me lêgerînên kûr peyda bibin.  Hem ji ber zulm, êşkence û qirkirinên ku dibe şahidê wan û hem jî ji ber polîtîkayên qirkirinê yên li dibistanên dikin ku hevrêyê me dev ji dibistanên pergalê berde. Hevrêyê me di temenê xwe yê ciwantiyê de dixwaze ji lêgerînên xwe re bersivê peyda bike.  Hevrêyê me Rêber hem ji ber şerê dijwar ê li Kurdistanê pêş dikeve û hem jî ji ber lêgerîna bersiva ji nakokiyên xwe re, dixwaze partiya me PKK’ê ji nêz ve fêm bike û nas bike.  Sekna serhildêr ya dayîkên me yên tevî hemû êrîşên dijmin ji bo azadiya gelê me têdikoşin, bandoreke mezin li hevrêyê me dike.  Hevrêyê me Rêber ê ku eleqeya wî ji bo jiyana gerîlayan heye û derfeta suhbeta li gel gerîlayan bi dest dixe, ji suhbetên jidil ên gerîlayan hêzeke mezin digire. Şehadeta kurmamê hevrêyê me Dilşad Sumbul- Yakûp Çîftçî ya di sala 2008’an de ya li qada Feraşînê bandoreke mezin li hevrêyê me Rêber dike. Ji ber vê yekê dike armanc ku rêya şehîdan bişopîne. Hevrêyê me di serdema ku li Bakurê Kurdistanê operasyonên tasfiyekirina Tevgera me û bêdengkirina gelê me zêde ne, biryarê dide ku tevlî nava refên gerîlayan bibe.  Hevrêyê me hişmendiya ku ji dagirkeran re bersiva herî baş tevlîbûna di nava refên gerîlan e, bi dest dixe û berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêyê me Rêber ê ku di sala 2015’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Bi moral û coşeke mezin tevlî perwerdeyan dibe û ji aliyê hevrêyên xwe ve tê pîrozkirin.  Tevî ku şervanê nû ye jî di demeke kurt de di warê leşkerî de gelek tecrûbeyan bi dest dixe.  Hevrêyê me dizanîbû ku wê weke gerîlayekî pispor li hemberî pêvajoya şer erkên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Rêber kûrbûnên xwe yên di perwerdeyên leşkerî de li gel hevrêyên xwe jî parve dike û ji bo pêşketina wan jî hewl dide. Piştî ku bi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike, derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêyê me yê ku girêdayî pêdiviyên şoreşê xwe ji bo hemû qadan amade dike, li Zagrosan tecrûbeyên mezin bi dest dixe ku cara ewil lê wir dest bi bicihanîna erkên xwe dike. Hevrêyê me hemû caran hewl dide ku tecrûbeyên ku têkildarî jiyana gerîlayan bi dest dixe, di xizmeta Partiyê de bi kar bîne. Hevrêyê me Rêber pêşniyar dike li hemû qadên Zagrosan ên ku rê nade dijminî di hemû erkan de cih bigire. Hevrêyê me Rêber ê ku di gelek xebatên cuda de kar dike û bi kesayeta xwe ya rûken û fedekar tê naskirin, dizanî ku jiyana gerîlayan lêgerîneke heqîqetê ye.  Hevrêyê me yê ku lêgerîna heqîqetê tim dide berdewamkirin û weke şervanekî azadiyê ji bo ku êrîşên dijmin pûç bike dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me yêku xwe ji tu xebatan nade paş û ji bo erkên herî dijwar jî xwe pêşniyar dike, li gorî ruhê serdemê tevgeriya. Ji bo ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên ku li hemberî her cure êrîşên dijmin bi lehengî û ruhekî fedayî şer kirin, bigihîne serkeftinê hemû kêliyên jiyana xwe tije derbas kirin. Ji bo tolhilanîna hevrêyên xwe yên şehîd xwe di taktîkên serdema nû de gelekî pêş dixe. Hevrêyê me karî hem di warê leşkerî de û hem jî di warê îdeolojîk de bibe milîtanekî Apoyî yê xwedan tecrûbe. Li hemû qadan bi tevlîbûna xwe ya bicoş û kelecan  tim alikariya hevrêyên xwe kir.

Hevrêyê me Rêber di 14’ê Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwnê şehîdan dibe. Em weke hevrêyên wî xwe bişens dibînin ku li gel milîtanekî Apoyî yê wiha hêja ji bo heman armancê şer kiriye û diyar dikin ku em ê tim bîranîna şehîdên xwe zindî bigirin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji yekîneyên YCWK’ê çalakî: Divê ciwan ji qadan venekişin
Nûçeya Pişt re Baroyan nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûm dan: Rewa nîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MAK’ê li qereqola polîsan xist

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku di 4'ê Nîsanê de bi bombe û molotof kokteylan…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûçeyên li ser Kongreya PKK’ê

PKK'ê encamnameya kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Nûçe, analîz, dîmen û wêneyên têkildarî kongreyê...

Ji aliyê Stêrk TV

KON-MED’ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên li Elmanyayê diyar kir

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok diyar kir ku di hilbijartinên li Elmanyayê de ew ê piştgiriyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?