Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê gerîlaya şehîd Arîn Êrîş bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê gerîlaya şehîd Arîn Êrîş bi bîr anî

Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM) gerîlaya YJA Starê Arîn Êrîş ku Hezîrana 2019'an di encama ‘êrîşên dijmin’ ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi rêzdarî bibîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya di salvegera şehadeta gerîla de got, “Di 13’ê Hezîrana 2019’an de di êrîşa dijmin a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêya me Arîn Êrîş şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hevrêya me Arîn ku wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi biryardarî û hesasiyeteke mezin bi cih anî û bi coş li her qadê tevlîbû û bû gerîlayeke mînak a YJA Starê. Hevrêya me Arîn bi têkoşîna xwe cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girt. Hevrêya me Arîn ku bi perwerdeyên wergirtî re bi her awayî ji hevrêyên xwe re bû mînak û di her şert û mercî de xeta Partiyê parast û bersiv da pêwîstiyên serdemê. Hevrêya me ku weke milîtaneke PKK û PAJK’ê ya leheng gelek xebat bi serketî pêk anî, bi tevlîbûna xwe re karî di dilê her hevrêyekî xwe de cih bigire.

Hevrêya me Arîn ku meşa xwe ya azadiyê li herêma Metîna destpê kir û li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir; Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar, manewiyeta xurt û hevrêtiya xwe ya ji dil karîbû di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bidest bixe. 

Hevrêya me Arîn weke milîtanek bi hişmendiya kûr a azadiyê ya Apoyî xwe ji nû ve ava kir û cihê xwe di nava xebatên Hêzên Taybet de girt. Em soz didin ku têkoşîna ku hevrêya me Arîn dewrî me kiriye di şexsê wê de, layiqî hemû şehîdan bibin û bi serketinê tacîdar bikin. Bi van hestan em hevrêya xwe Arîn di salvegera şehadeta wê de careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata wê ya hêja re dixwazin.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Arîn Êrîş
Nav paşnav: Necbîr Budak
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-bav: Amîne-Hûseyîn
Dem û cihê şehadetê:  13 Hezîran 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

Di daxuyaniyê de der barê têkoşîna şehîd de ev tişt hatin gotin:

“Hevrêya me Arîn di nava malbateke welatparêz li keleha berxwedanê Amed, ku bi hezaran ewladên xwe tevlî tevgera me ya azadiyê kiriye, jidayik bû. Hevrêya me ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, bi hişmendiya Kurdbûnê bi pêş ket. Malbata hevrêya me Arîn ji ber polîtîkayên dijmin, rastî zextan hatin û neçar man ji Kurdistanê derkevin û biçin metropolên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê hevrêya me ji 12 saliya xwe ve neçar ma ji Kurdistanê dûr bijî. Hevrêya me Arîn di ferqa vê yekê de bû ku bersiva herî watedar a li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, parastina ziman, çand û hişmendiya Kurdîtiyê ye û li ser vê bingehê xwedî li van taybetmendiyan derket. Li ser vê bingehê ji bo ku polîtîkayên dijmin ên qirkirin û asîmîlasyonê vala derxe, kedek mezin raber kir. Hevrêya me ku lêgerînên wê yên destpêkê di ciwantiyê de li ser rola jinê ya di nava civakê de bû, ji ber li metropola ku weke gel koç kirine rastî cihêkarî dihat, bû sedem ku li ser rastiya Kurd lêhûrbe. Hevrêya me Arîn ku hem weke jinekê hem jî weke Kurdekî di nava civakê de cihêkarî lê hate kirin, ket ferqa ku eger ew xwedî li têkoşîna li ser vê eksenê derkeve, dikare bibe aîdê xwe. Hevrêya me ku ti caran koletî û jiyana derewîn a ku dijmin ferz dikir qebûl nekir, tevî ku dijmin şansê jiyanê jê re nehiştiye jî taybetmendiyên xwe yên Kurdistanê parastiye û ev kiriye bingeha têkoşîna xwe. Hevrêya me Arîn ji ber tevlîbûna xizmên xwe yên nêz li nava refên gerîla û cewhera welatparêziyê ya malbata xwe, di emrê ciwantiyê de derfet dît ku têkoşîna me nas bike û li ser vê bingehê di ciwantiya xwe de tevlî xebatên şoreşgerî û ciwanan bû. Hevrêya me her wiha ji bo destekkirina malbata xwe ji aliyê aborî ve dixebitî, di destpêkê de bi keda xwe hînî jiyanê bû û her tim ev taybetmendî zindî hişt. Hevrêya me ku hem di xebatên xwe yên ciwantiyê de û hem jî di pêvajoyên ku kar dikir de derfet dît li ser fêmkirina jiyanê lêhûrbe, pirsgirêka azadiya jinê kir navenda lêhûrbûnên xwe. Hevrêya me li ser statûya jinê. Hevrêya me Arîn a bi felsefeya Rêber Apo ronî bû, biryardariya xwe ya têkoşînê hê bêhtir zelal kir. Hevrêya me ket ferqa ku azadiya jin û parastina hebûna gel, encax bi têkoşîna gerîla pêkan e û bi bandora apê xwe yê tevlî nava refên gerîla bû, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê hevrêya me Arîn bi îdîaya ku bibe jinek azad û têbikoşe di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Amedê.

Hevrêya me ku demeke kurt li Amedê ma, piştre bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me ku perwerdeya xwe ya şervaniyê ya nû li herêma Metîna dît, ji jiyana gerîla, têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û xwezaya Kurdistanê gelekî bandor bû. Hevrêya me ku tevlîbûna xwe ya li nava gerîla weke gava destpêkê ya azadiyê nirxand, bi moral û kelecaneke mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêya me bi perwerdeyên ku dîtî re kesayeta xwe lêpirsîn kir, têkoşîn meşand û pêşketin esas girt. Hevrêya me ku li herêma Metîna tevlî xebatên pratîkî bû, hewl da her karê xwe bi baldarî û bi hesasiyeteke mezin bimeşîne. Hevrêya me ku dixwest di xeta fedayîtiyê de bi pêş bikeve, sala 2014’an ji bo hilandina tola hemû hovîtiyên li hemberî gelê me hatin kirin tevlî nava xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me ku perwerdeyeke tejî û dagirtî dît, li ser perspektîfên Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêbertî lêhûrbû û derfeta xwe naskirinê bêhtir bi dest xist. Di qadên leşkerî de weke gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe hevrêyên xwe perwerde kir. Hêvrêya me Arîn bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî gelek hevrêyên xwe di warê îdeolojîk de perwerde kir û pêş xist û  ji bo ku li gel hevrêyên wê sekna Apoyî peyda bibe, xwedî kedên mezin e.  Hevrêya me ya ku hem perwerde dida û hem jî perwerde digirt, di demeke kurt de weke gerîlayeke profesyonel û fedaî amadebûna xwe ya ji her cure xebatan re îspat kir. Hevrêya hemû kêliyên jiyana xwe weke qada perwerdeyê nirxand û  hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Li hemberî êrîşên îmhayê yên ku di sala 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin destpêkirin û ji bo layiqbûna hevrêyên xwe yên ku di encama van êrîşan de bi çalakiyên fedaî şehîd bûn,  weke pêşniyar derbasî herêma Xakurkê bû. Hevrêya me li herêma Xakurkê di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe girt. Weke mîlîtaneke fedaî ya YJA Starê li her derê parêzvaniya felsefeya Rêber Apo û jiyana şoreşgerî ya bi kedên bêhempa ya şehîdên me yên leheng, kir.  Hevrêya me Arîn li hemû qadên ku lê dima bi fedaîbûna xwe hate naskirin û di heman demê de ji bo xwe di xeya azadiya jinan de pêş bixe jî kedên mezin nîşan dan. Hevrêya me rastiya nêzîkatiya serweriya mêran ya hezaran salan nas kir û li dijî vê yekê jî têkoşîneke bênavber meşand. Hevrêya me di pêvajoya ku êrîşên dijminî yên li ser Tevger û gelê me de weke mîlîtaneke Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û bi biryardariyeke mezin berê xwe da pratîkê. Hevrêya me tim di nava lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe û derbxistina dijminî de bû û weke gerîlayeke jîr û jêhatî di gelek çalakiyên li dijî dijmin de weke pêşeng rola xwe lîst. Li hemberî hewldanên dijmin ên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi lehengî têkoşiya û  bersiva pêwîst da.

Hevrêya me di 13’ê Xizîrana 2019’an de di çalakiyeke li dijî dagirkeran de bi fedekarî  tirseke mezin di dilê dijmin de peyda kir û derbên mezin li dijminî xistin. Hevrêya me ya ku di vê çalakiyê de li dijî dijminî bi lehengî têkoşiya tevlî karwanê nemiran bû. Hevrêya me tevî hemû şert û mercan jî  karî bibe milîtaneke girêdayî xeta Apoyî û gelekî alikariya hevrêyên xwe kir û pêşvistina têkiliyên xwe yên hevrêtiyê esas girt. Bi jiyana xwe ya sade, bi hevrêtiya xwe ya jidil û bi dilê xwe yê pak karî ji bo hemû hevrêyên xwe bibe mîlîtaneke fedaî ya mînak. Em jî weke şopdarên rêhevala xwe ya bi qîmet soza ku em ê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, dubare dikin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Li Colemêrgê gel ji bo mîtînga mezin li hev kom dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê: Hûn nikarin roja jinan tarî bikin

Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di meşa girseyî ya bi boneya 8’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêxmeqsûdê Kurdek hat qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê Kurdekî 70 salî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

Li Edeneyê Reyhan Acar û Hatîce Mîne Kocamaz hatin qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li hin herêmên Fransayê wê qedexeya derketina derve pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?