Pêncşem, 18 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rûniştina 10’emîn bi dawî hat: Divê gavên ji bo aştiya pozîtîf bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li meclisê civîna 10’emîn pêk hat: Akademîsyenan li ser destûrek berfireh sekinîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Belgîn Kanat 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku sererastkirinên yasayî ‘demildest bikeve rojevê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Divê em tavilê aştiya mayinde pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3 salên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 2 hezar û 910 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê ji bo sê gerîlayên Ereb merasîma sersaxî û bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran bang kir: Mafê hêviyê kilîda entegrasyona demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş: Em bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komalên Ciwan: Em ê xwedî li mîrateya şehîd Rohat Rover derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Çîçek: Stêrka sor a zindanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrxan Karker: Cewhera Îslamê komunal le

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo dermankirina Zeyneb Celaliyan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Zeyneb Celaliyan name

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Linzê bîranîna Jîna Emînî û jinên hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê bang li jinan kir: Ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de banga yekîtî û têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava Jîna Emînî hate bîranîn, serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî konser tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurd a Swîsreyê armanc dike ku zimanê dayikê li hemû kantonan belav bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara 37’an a Kovara Ciwanên Welatparêz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Çanda Kurd a li Marsîlyayê banga tevlîbûnê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Festîvala Çanda Kurd a 33’emîn peyama azadî û yekîtiya çandî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand: Mîrateya Mazdek Ararat wê ji têkoşîna me re bibe ronahî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
Kurdistan

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: "Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan bi hesasiyeta xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên demê li nava hevrêyên xwe bûn cihê hurmetê û fedaiyên mînak ên Apoyî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî dan:

“9’ê Adara 2024’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros de, hevrêyên me Bêrîtan û Garzan şehîd bûn.

Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan milîtanên fedekar ên pêvajoya zehmet bûn. Li herêmên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê ku dijmin bi dijwarî êrîş dibir ser, bi tempoyeke têkoşînê bi salan şer kirin û bersiva êrîşên qirkirinê yên dijmin dan. Her tim di çeperên herî pêş ên têkoşînê de cih girtin. Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan armanc dikirin ku têkoşîna azadiyê ya gelê me bi ser bixînin û ji bo vê yekê xwe ji ti fedakariyê nedan paş, bêyî teredut têkoşiyan. Herî dawî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ji berxwedana tunelên şer heta şerê tîmên gerîla yên bi tevger, li her devera pêwîst û di her pozîsyonê de têkoşîn meşandin. Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan bi baweriya xwe ya ji serketinê re coş li ser coşa hevrêyên xwe zêde kirin û bi hesasiyeta xwedî derketina li wezîfeyên xwe yên demê rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kirin û bûn fedayiyên Apoyî yên mînak.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Bêrîtan û Garzan em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku armanc û xeyalên wan di Kurdistaneke azad de bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Bêrîtan Şemsê
Nav û Paşnav: Zeynep Yakût
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik – Bav: Nîhan – Abdûlkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Adara 2024’an / Zap

Nasnav: Garzan Tolhildan
Nav û Paşnav: Garzan Şêx
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik – Bav: Ayşe – Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Adara 2024’an / Zap

BÊRÎTAN ŞEMSÊ

Hevrêya me Bêrîtan li Êlihê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbata wê di nava derdoreke welatparêz de bû ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de berdêl daye. Lewma hevrêya me Bêrîtan jî ji temenê zarokatiyê û vir ve têkoşîna me nas dike. Hevrêya me bi terbiye û çanda ku ji malbata xwe wergirtî, li gorî cewherê xwe mezin dibe. Bi saya alternatîfa jiyana azad a ku partiya me PKK’ê li Kurdistanê derxistî holê, azadiyê fêm dike. Hevrêya me bi taybetî nêzîkatiyên kevneşopî yên li hemberî jinê, dinirxîne. Nêzîkatiyên ku întîharan weke rêyeke rizgariyê dibînin, red dike û alternatîfa jiyana azad hembêz dike. Hevrêya me bawer kir ku jiyana azad jî encex bi felsefeya Rêber Apo pêkan e û di vî warî de dikeve nav lêgerînan. Ji xizmên wê yên nêz di nava têkoşîna me ya azadiyê de şehadet çêbûne û gelek kesên nêzî wê jî di nava têkoşînê de cih girtine. Vê yekê hêz û bawerî da hevrêya me Bêrîtan. Hevrêya me bi moralê ku ji vê rastiyê wergirtî, lêgerînên xwe hîn zêdetir kirin. Bi lêhêrbûnên xwe fêm kir ku têkoşîna herî rast ji dervey sîstemê wê pêkan bibe. Hevrêya me bawer kir ku ev jî li çiyayên Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Hevrêya me sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Heftanînê dibîne. Bi perwerdeyên ku dîtî di demeke kurt de fêrî çiyayên Kurdistanê dibe. Hevrêya me fêm dikir ku bedewiya jiyana çiyê ji zehmetiyên wê tê. Hemû zehmetî derbas kirin û tecrubeyên girîng bi dest xist. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar di nava hemû xebatan de cih girt û piştgirî da hevrêyên xwe. Di heman demê de hevrêya me dizanî ku jiyana çiyê kûrahiyeke îdeolojîk a xurt dixwaze. Bi lêhêrbûnên xwe pîvanên milîtaniya jinê di kesayeta xwe temsîl kir. Weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor perwerdeyên xwe qedand. Hevrêya me Bêrîtan ji bo ku heqê navê xwe bide, timî di nava hewldanan de bû. Hevrêya me heta sala 2018’an li gelek qadên Heftanînê xebat meşand. Di gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin hatin lidarxistin de, cih girt. Her wiha di gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin de, roleke girîng lîst. Hevrêya me Bêrîtan li qada Heftanînê xwediyê pratîkeke serketî bû. Bi taybetî ji bo ku di warê leşkerî de hîn zêdetir pêş bikeve û bi rengekî rast ji wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê re bibe bersiv, xwest perwerdeya pisporiyê bibîne. Li ser vî bingehî hevrêya me demekê perwerdeya pisporiyê ya leşkerî dît û di gelek taktîkên gerîla de bû pispor. Hevrêya me ji bo ku perwerdeya dîtî pratîk bike, derbasî herêma Avaşînê bû ku êrîşên dijmin bi dijwarî li ser dewam dikirin. Hevrêya me li vir demek kurt pratîk meşand, piştre derbasî herêma Metînayê bû û tevlî xebatan bû. Hevrêya me li Metînayê qasî 3 salan di gelek qadan de cih girt û tevlîbûna xwe ya bi istikrar û serketî li vir jî domand. Hevrêya me Bêrîtan bi hevrêtiya xwe ya xurt, kesayeta xwe ya xwezayî û taybetmendiyên xwe yên kedkar derket pêş. Li cem hemû hevrêyên xwe yên pê re xebat meşandî de, şopên kûr hişt. Hevrêya me li herêma Metînayê di gelek xebatên cude de girt û ji pêdiviyên Partiya me re bû bersiv. Weke gerîlayeke YJA Starê bi berpirsyariya mîsyona xwe ya dîrokî, bû xwedî tevlîbûneke serketî.

Hevrêya me ji bo ku xwe di warê îdeolojîk de hîn zêdetir kûr bike û hêmanên jina azad di kesayeta xwe de temsîl bike, li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû. Li vir bi hevrêyên xwe yên jin re ket nava pêvajoyeke lêhêrbûnê ya girîng. Bi perwerdeyên ku dîtî, ji bo weke gerîlayeke PAJK’ê bibe xwediyê kesayet, sekin û pratîkeke li gorî mîsyona xwe ya pêşengiya şoreşê, kedeke girîng da. Hevrêya me Bêrîtan fêm dikir ku weke jinekê çiqasî xwe azad bike, wê li derdora xwe jî qadên azad biafirîne. Ji bo vê yekê li dijî hemû astengiyên li pêşiya xwe têkoşîn meşand. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe qedand xwest tevlî pratîka şer bibe. Derbasî herêma Şehîd Delîl Zagros bû û tevlî berxwedana li vir bû ku bi taybetî dijmin bi dijwarî êrîş dibe ser wê herêmê.

Hevrêya me ku di akademiyê de jî derfet dît ku li ser taktîkên şerê serdema nû lêhûrbe, ji bo ku bibe layiqî lehengiya ku bi taybetî di şexsê gerîlayên YJA Starê de derketiye holê kedek mezin da. Ji bo vê jî hevrêya me ku xwe pêşniyarî erkên herî zehmet kir, tevlî gelek çalakiyan bû. Bi taybet bi beşdarbûna xwe ya di operasyonên şoreşgerî de ku derbên dîrokî li artêşa Tirk a dagirker xistin, di serketina van operasyonan de cih girt û bû xwedî kedek mezin. Hevrêya me Bêrîtan a ku bi sekna xwe ya israr û tevlîbûna di xeta fedaî û bêdudilî de hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe yên ku li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi wan re xebitî û şer kir, bi dest xist, di êrîşa dijmin de ku 9’ê Adara 2024’an pêk hat, tevî hevrêyê me Garzan Tolhildan gihîşt şehadetê û têkoşîna xwe ya şoreşgerî li lûtkeyê temam kir. Weke hevrêyên wê em careke din soz didin ku em ê xeyala hevrê Bêrîtan a jiyana azad pêk bînin.

GARZAN TOLHILDAN

Hevrêyê me Garzan li Kobanê ku weke bajarê berxwedanê yê Kurdistanê ket dîroka cîhanê, di nava malbateke welatparêz de ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dan, ji dayik bû. Bi saya rabirdûya kûr a welatparêziyê ya malbata xwe, di temenê biçûk de derfet dît ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê nas bike. Bi bîranînên apê xwe Şehîd Heqî Kobanê – Îsmaîl Şêx Xidir ku di sala 2006’an de şehîd bûbû, mezin bûye. Hevrêyê me Garzan ku ji biçûkaniya xwe ve xeyal dikir mîna apê xwe bibe şervaneke azadiyê, ev xeyal roj bi roj mezin kir. Ji pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re şahidî kir û kêliyên giranbuha yên kêfxweşiyê yên ji aliyê gelê me ve hatin jiyîn, parve kir. Weke ciwanekî Kurd, hevrêyê me ku di pêvajoya şoreşê de ji bo bicihanîna erk û berpirsyariyên xwe bû xwedî kedek mezin û ti carî ji berpirsyariyan xwe neda paş. Hevrêyê me yê ku di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî Kobanê de li Kobanê bû, bû xwedî derfetekê ku berxwedana dîrokî ya li vê derê ji nêz ve bibîne. Di berxwedana dîrokî û destanî de bavê wî bi qehremanî şer kir û şehîd bû. Ev yek bandoreke kûr li hevrêyê me Garzan kir. Piştî şehadeta bavê wî, hevrêyê me yê li dijî dewleta Tirk a ku piştgirî dida çeteyên DAÎŞ’ê, bû xwedî hêrsek mezin. Kêlî bi kêlî li bendê bû ku tola xwe hilîne. Hevrêyê me Garzan çiyayên Kurdistanê û refên gerîla weke qada herî bi bandor a têkoşînê ya li dijî çeteyan û dewleta Tirk, dibîne. Sala 2017’an bi desteka dayika xwe ku jineke Kurd a lehenge, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ku li qada Garê perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê dît, bi perwerdeya îdeolojîk û leşkerî ya wergirtî re di demeke kurt de di kesayetiya xwe de pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Garzan ku hewl dida partiya me PKK’ê fêhm bike, ji bo ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe di nav lêhûrbûneke domdar de bû. Dîsa ji bo ku di pêvajoya şer de tevlîbûnek xurt bike, bi pêşxistina xwe ya di qada leşkerî de armanc kir ku di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bibe. Di vê wateyê de di encama lêhûrbûn û pratîka ku meşandiye de, tecrûbeyên girîng bi dest xist û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Garzan dixwest bi çûyina herêma Zapê ku pêvajoyeke şer a dijwar lê dihate jiyîn, bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker. Di encama israra xwe de ev armanc pêk anî. Hevrêyê me ku dema li Zapê li dijî dewleta Tirk a dagirker tevlî gelek çalakiyan bû, ji bo hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re têdikoşe bû çavkaniya wêrekiyê. Di heman demê de bi rengekî çalak tevlî xebatên tunelê bû û bi pratîka xwe ya serketî re baweriya xwe ya bi taktîkên serdema nû nîşan da. Hevrêyê me ku heta sala 2021’an li herêma Zapê ma, bi destpêkirina êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Avaşînê re berê xwe da herêma Avaşînê. Hevrêyê me ku li Qada Berxwedanê ya Werxelê di berxwedana li dijî dijmin de cih girt, tevkarî li mezinkirina berxwedanê kir. Hevrêyê me Garzan ê ku di dema mayîna xwe ya li herêmên Zap û Avaşînê de tecrûbeyeke girîng a leşkerî bi dest xist, bi dilsoziya xwe ya kûr a bi partiya me PKK’ê û desteka hevrêyên xwe karî zehmetiyên li pêşiya xwe derbas bike û zemîna tevlîbûnek xurt ji bo xwe ava kir. Hevrêyê me Garzan ku dilsozê partiya me PKK’ê ye, bi kesayetiya xwe ya paqij û durust re bandor li ser hevrêyên xwe kir.

Hevrêyê me Garzan dixwest tecrûbeyên xwe yên şer ên li Avaşînê bi hevrêyên xwe re parve bike û tevkariyê li berxwedana destanî ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros bike. Li vê herêmê tevlî nava kar û xebatan bû. Bi taybetî tecrûbeyên xwe yên tunelên şer bi hevrêyên xwe re parve kir û di berfirehkirina berxwedanê de roleke xurt lîst. Di operasyonên şoreşgerî yên li dijî dijmin de cih girt û di derbên li dijî artêşa Tirk a dagirker de roleke sereke lîst. Bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bê dudilî, di dema mayîna xwe ya li herêma Şehîd Delîl de hêz da hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku xwe ji bo her erkên zehmet pêşniyar dikir û di vê de israr dikir, bi fedekariya xwe bû milîtanekî Apoyî. Em soz didin ku em ê xeyala Kurdistana Azad ku hesreta hevrêyê me Garzan e, pêk bînin. Hevrêyê me di 9’ê Adara 2024’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de bi hevrêya xwe Bêrîtan re gihîşt şehadetê.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peyama girtiyan: Berxwedan wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikîne
Nûçeya Pişt re Hêzên dewleta Îranê du kolberên din qetil kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Efrînê şehîdên xwe pêşwazî kir

Gelê Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdasê ya herêma Şehba pêşwaziya şehîdên çalakiya Gundê Basilê…

Ji aliyê Stêrk TV

Fikrî Tûglûk piştî 29 salan hate berdan

Fikrî Tûglûk ê di sala 1997'an de dema xwendekarê Zanîngeha Mêrsînê bû hatibû gitin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgeriya Tirk 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş birî

Dadgeriya dewleta Tirk 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê ji bo sê gerîlayên Ereb merasîma sersaxî û bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê bi hezaran bang kir: Mafê hêviyê kilîda entegrasyona demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş: Em bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komalên Ciwan: Em ê xwedî li mîrateya şehîd Rohat Rover derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?