Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 32’yan ku her sal ji aliyê Kurdistaniyên li Ewrûpayê ve tê lidarxistin, 21’ê Îlonê bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bi tevlîbûna deh hezaran Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Mihrîcan li qada Rebstockpark a Frankfurtê hat lidarxistin. Qada mihrîcanê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê, YPG, YPJ, PYD û wêneyên şoreşgerên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan û Zîlan (Zeynep Kinac) hate dagirtin. Ji çar aliyên Ewrupayê gelê Kurd herikîn qada mihrîcanê û gelekî dîmenê rengîn derket holê. Di mihrîcanê de li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên li ser gelê Kurd peyamên berxwedan û hevgirtinê hatin dayin. Di axaftin û peyaman hemûyan de berxwedana gerîla a li dijî dagirkiriyê hat silavkirin û banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Hunermend Şehrîbana Kurdî û ji koma Rastak Ferzadê Muradî yên tevlî mihrîcanê bûn ji ajansa me re axivîn, hest û peyamên xwe dan.
‘DIVÊ EM BERÎ HER TIŞTÎ YEKÎTIYA XWE ÇÊBIKIN Û JI BO HEBÛNA XWE ŞER BIKIN’
Hunermend Şehrîbana Kurdî ewilî Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 32’yan li hemû gelê Kurd, Kurdistanê û li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û got: “Hêvîdar im em di vê mihrîcanê de bikarin yekîtiya xwe û biratiya xwe pêk bînin. Zextên îro li Kurdistanê, zilma li ser çand û hunerê, bi taybetî li ser zimanê Kurdî ji her aliyî ve tê dîtin. Ez şermezar dikim. Wek hunermendeke ku me bi salan di nav vî kar û vê xebatê de cihê xwe girtiye, tenê daxwaza min ev e, heta yekîtiya gelê Kurd pêk neyê, di her qada jiyanê de, di aliyê polîtîk de, di aliyê hunerê de, em nikarin bi ser bikevin. Ev rastiyeke gelê Kurd e. Ez dibêjim, berî her tiştî divê em li ber xwe bidin. Eger em li ber xwe nedin, em ê têk biçin. Îro 32’yemîn mihrîcan li vê derê tê pîrozkirin, bi coşeke mezin bi hezaran însan beşdar bûne, îro ji bo zimanê Kurdî, ji bo çanda Kurdî û ji bo hebûna Kurdî piştgiriyeke wiha mezin hatiye kirin. Ew kesên ku organîze kirine, ew kesên ku tevlîbûne, çawa bi hêzekê tevlêbûne, li Bakurê Kurdistanê jî, li Başûrê jî, li Rojava jî, li Rojhilat jî gerek ev piştgirî hem di aliyê gel de hem di aliyê hemû rêxistinan de ji bo gelê Kurd hebe. Destên xwe bidin hevdu û berî her tiştî yekîtiya xwe çêbikin û ranewestin, şer bikin. Erê burokrasî dibêjin, burokrasî jî dimeşe, bes îro gelê Kurd mecbûr e li ber xwe bide, cenga xwe bike, şerê xwe bike ji bo zimanê xwe, ji bo hebûna xwe.”
‘JI BIRAKUJIYÊ RE ÊDÎ BES E’
Hunermenda Kurd Şehrîbana Kurdî, şerê birakujiyê jî bi bîr xist û ev peyam da: “Bi salan e ev birakujî di nav me de çêdibe, ji wexta ku min xwe nas kiriye, min bihîstiye ku birakujî di nav me de pir çêbûye. Ez vê şermezar dikim, ji çar parçeyên Kurdistanê re dibêjim, daxwaziya min ev e, dijmin em kirine çar parçe, em jî xwe di nava xwe de parçe nekin, em piştgiriya hevdu bikin. Em gel in, xwedî ax in, xwedî welatekî ne, xwedî ziman û çandekê ne. Ez dubare şermezar dikim, ez hêvîdar im ev bangewaziya me biçe ji hemû serokên me re, ji hemû rêxistinên me re. Êdî bes e! Ma ne bes e? Heta kengî? Em biçûk bûn, şer dikirin, birakujî hebû, nexweşî hebû, nebaşî hebû. Em dibêjin aşitî, biratî, wekhevî. Birakujî bila tune be. Daxwaziya me her ev bû û ji niha û pê de jî dê ev be. Peyama min a herî dawî ji bo civaka me, piştgirên gelê xwe bin, piştgirên rêxistinên xwe bin, piştgirên serokên xwe bin, çand û hunera xwe biparêzin, xwe biparêzin, zimanê xwe biparêzin. Eger em bi xwe van tiştan neparêzin, em van tiştan pêk neynin, em van tiştan dubare nekin ji zarokên xwe re, ji pêşeroja xwe re, em nikarin li ser ligan bisekinin. Bangewaziya min ev e. Bijî yekîtiya gelan, bijî azadî, biratî, wekhevî û bijî gelê Kurd û Kurdistan.”
‘MIHRÎCAN ÇANDÊN KURDÎ NÊZÎ HEV DIKIN’
Ji koma Rastak Ferzadê Muradî jî ev peyam da: “Ez Ferzadê Muradî me, stranbêj û amûrjenê Koma Rastakê me, li ser navê hevalên xwe ez diaxivim. Ez gelek kêfxweş im ku em beşdarî Mihrîcana Çanda Kurdî bûne li bajaraê Frankfurtê û me li rex hunermendên Kurd ên mezin cih girt. Xelkê pêşwaziyeke gelek baş kir. Cihê şanaziyê ye ku em li ba we bûn. Em gelek serbilind in ku gelê Kurd muzîka Restakê dişopîne. Ez bi xwe dê û bavê min Kurd in, bi heman awayî birayê min ku stranbêj û amûrjenê komê ye, ew jî Kurd e. Hêvî dikim ev mihrîcan bi vî awayî berdewam bikin û bikarin çandên Kurdî yên cuda nêzîkî hev bikin û huner bibe sedem ku gel bêtir nêzîkî hev bibin. Ji ber ku mihrîcan ji çandên Kurdî re pirek e.”
MIHRÎCANA ÇANDA KURDÎ YA NAVNETEWEYÎ
Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya yekem di sala 1992’yan de li Stadyuma Bochum Ruhr a Elmanyayê pêk hat. Ji wê gavê heya niha mihrîcan tenê di sala 2020’î de ji ber Covîd-19’ê pêk nehat.