Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê nerazîbûn û nobed dewam dikin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Besra Îşsever li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Bsra Îşsever anî ziman ku qeyûmtî di serî de sîstema hevserokatiyê ji bo tinekirina nûnertiya jinê ya li qada siyasetê tê bikaranîn û bi bîr xist ku karê destpêkê yê qeyûmê tayînkirî jiholêrakirina destketiyên jinan e.
Besra Îşsever ragihand ku AKP şaredariyên ku qeyûman lê tayîn dike weke qadeke xwe ya polîtîk bi kar tîne û got, “Cihê ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ya Amedê ji bo Komeleya Jinê ya Ceren hate diyarkirin radestî TURGEV’ê hate kirin. Her wiha Navenda Piştevaniya Jinê ya Meya ya ser bi Şaredariya Farqînê ya Amedê veguherandin Navenda Piştevaniya Malbatê û serokê baskê ciwanan ê Farqînê ya AKP’ê weke rêveber lê hate bicihkirin. Cihên midûriyetên jinê yên li Şirnex, Cizîr û Silopiyayê hatin girtin radestî baskê AKP’ê yê jinan hate kirin. Veguherandin qûrsên Quranê û dirûtinê.”
Besra Îşsever destnîşan kir ku qeyûm konsepteke êrişê ya li ser sîstema wan a hevserokatiyê ye û got, desteserkirina wezîfeya Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe mînaka şênber û rojane ya vê yekê ye.
Besra Îşsever bi bîr xist ku li bajarên rojava dema ku şaredar ji wezîfeyê hate dûrxistin kesa/kesê ji aliyê meclîsa şaredariyê ve hate hilbijartin dest bi wezîfeyê dike û got, “Ji xwe hevşaredara me ye. Weke min beriy aniha got, ew jî Viyan Tekçe ye. Normal divê wezîfeya hevşaredariyê bike. Lê belê desthilatdarî li Kurdistanê vê yekê tine dihesibîne û li şûna Tekçe radibe walî bi cih dike. Qeyûm berhemê wî mejî ye ku dixwaze li Kurdistanê jinan di malê de asê bike. Ev yek bi şênberî hem tinehesibandina îradeya gelê Kurd e, hem jî dîlgirtina têkoşîna jinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Hevserokatî ji bo me xeta sor e û em ê dest jê bernedin. Bi nasnameya xwe, bi nûneriya xwe em ê destketiyên xwe ji kesî re nehêlin û bi vê perspektîfê em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”